Di 13’ê Mijdara 2015’an de li ser destê şervan û gerîlayan navenda bajarê Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Di encama berxwedaniya rizgarkirina Şengal û gundewarên wê de bi sedan şervan û gerîlayan canê xwe feda kirin. Şehîdên berxwedaniya Şengalê ku mîna dîrokek zindî di nava axa pîroz a Çiyayê Şengalê de ne, li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hatin bibîranîn. Bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina navenda bajarê Şengalê, civaka Êzidî tevî endamên sazî û rêxistinên Şengalê, li gel hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê serdana goristanê kirin û şehîdên têkoşîna rizgarkirinê bi bîr anîn.
Di serî de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Pakîze Celal ve daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de destpêkê şehîdên ku li ber axa Şengalê canê xwe feda kirine hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Em di serî de rizgarkirina Şengalê li tevahiya şehîdan û gelê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev sal bibe sala serkeftina gelê me. Em tu caran ne fermana bi serê me hatiye û ne jî salvegera rizgarkirina Şengalê ji bîr dikin. Îro me serdana goristanê kiriye, ji bo ku em van hevalên xwe yên ku li ber axa Şengalê canê xwe feda kirine bibîr bînin. Hedefa hemû şehîdên ku niha li virin, rizgarkirina Şengalê bû û Şengal hate azadkirin. Em rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo pîroz dikin ji ber ku bi saya Rêber Apo axa me hate rizgarkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li keda şehîdan xwedî derkevin û yekîtiya xwe mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê gel û şervanan berê xwe dan nav goran, şitlên gulan li ser goran belav kirin û li ber serê her cangoriyekî mûmek hate pêxistin.

