În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?
Jin

Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

Hunermend Fusûn Demîrel: "Lîstikvanên jin, stêrk, yên milyonan qezenç dikin, her şevê di merasîmekê de li ser xalîçeya sor dimeşin, bedewên ku wêneyan dikişînin, ma carekê ji bo jinên têne kuştin bimeşin wê nebaş be?"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Lîstikvan û wergêr Fusûn Demîrel li hemberî tundî û kuştina jinan bi rêya ANF’ê peyamek da û diyar kir ku divê hunerkmend li hemberî pirsgirêkên civakî bi berpirsyariyê rabin.

Fusûn Demîrel diyar kir ku tundî û kuştina jinan veguheriye meseleyeke polîtîk û birîneke giran a civakî û got, “Di vê demê de axaftina hunermendan, bi taybetî jî hunermendên jin ne tenê tercîhek e; di heman demê de berpirsyariyeke wijdanî û mirovî ye.”

‘DIVÊ EM NEBIN EW MIROVÊN KU TENÊ LI BENDA PERE YAN JÎ XELATAN E’

Hunermend Fusûn Demîrel diyar kir ku lîstikvan ne tenê ew mirov in ku karakteran diafirîne û got, “Yên ku hunerê diafirînin ne ew mirov in ku tenê wan berheman biafirîne û xwe bide aliyekî yan jî li benda pere û xelatan bimîne. Divê ne welê bin.”

Fusûn Demîrel destnîşan kir ku hunermend di heman demê de şahidê demê ne, wijdanê civakê ne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi jineke hate kuştin re ne tenê jiyanek bi dawî dibe; paşerojek, hêviyek çîrokek jî bi dawî dibe. Divê em bibin dengê wan çîrokên nîvcomayî. Berpirsyariya me ya esasî ne ew e ku di dem û cihê her kes diaxivin de biaxive; divê berpirsyarî ew be ku li dem û cihê her kes bêdeng dimîne mirov biaxive. Gelo ew bêdengî nabe sedema rûdana hunerê?”

‘HUNERMENDÊN JIN NEÇAR HATIN HIŞTIN KU WEKE MÊR TEVBIGERIN’

Fusûn Demîrel bal kişand ser serweriya mêr a li qada hunerê û got, serweriya mêr a li vê qadê ne tenê nîşandana jinê, her wiha şêweyê temsîliyeta wê, vegotina çîrokan û cihê wê yê li nava çîrokê jî diyar kir.

Hunermend Fusûn Demîrel axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Jin bi sedan sal in di nava hunerê de ne, lê belê ji ber ku firsend jê re nehate dayin ku weke afirîner xwe nîşan bide, her wim weke çavkaniya îlhamê ya hunermendê mêr, modela wênevan, jin a bedew a fîlm an jî dayika fedakar a li çîrokê her tim cih girtin. Qala çîrokên jinan hate kirin, lê belê ji ber ku bi çavê serweriya mêr hate vegotin, jin tê de ya bû hevjîn, ya metres, ya dayik, ya jî qurban. Yanî fîgurek bû ku çîroka mêr temam dikir, di nav de cih digirt. Weke ku îsyan, hêrs, îtiraz û xeyallên jinan nîne timî nêzîkatî lê hate nîşandan.

Her wiha ji bo Bîlge Olgaç a ku di nava cîhana sînemaya bi serweriya mêr a Yeşîlçamê cih girt û bi çîrokên xwe yên bi nêrîna jinê li pêş bû, dihate gotin ‘Derhênerek weke mêr’. Yanî ji bo mirov karibe li wê cîhanê hebe, neçar dihate hiştin ku weke mêr tevbigere.

Bêguman tiştên ku min şahidî jê re kirin jî hene. Mînak di rêze fîlmekî de çîrok li ser rola sereke ya jinê hate birêvebirin, lê belê lîstikvanê sereke yê mêr îtiraz kir. Bûyer gelekî mezin bû. Rêze fîlm jî dawiya dawî fînal kir.”

BÎRANÎNA ‘SIDIKA’: ‘HER KU BAV LÊ DA, MIN BERSIV DA’

Fusûn Demîrel anî ziman ku metnên tundiyê ‘asayî’ dike ew gelekî aciz kir û got, “Heta ku ji min tê, ez projeyên bi wî rengî qebûl nakim. Lê belê di çîrokê de hin rewş diqewimin ku piştre rû didin. Çiqasî şensê min ê destwerdanê hebe, ez bi kar tînim.” Têkildarî rêze fîlma ‘Sidika’ got, “Mînak, di rêze fîlmê ‘Sidika’ te timî tundiya bav li nava malê hebû. Rêzeke fîlmekî komedî bû. Bi nêrîneke rexnekirinê dihate kişandin. Dîsa jî ji bo tundiya li hemberî jinê neyê rewa kirin, rojekê min dest lê werda. Dema ku bav lê xist, min jî bersiv da, xwe parast. Derhênera me jin bû. Sînor li pêşiya min dananî. Got, ‘Tu çi dixwaze wê bike’. Dema ku welê bû, lîstikvanê me yê mêr îtiraz kir. Got, ‘Piştevaniya femînîst li setê heye’. Kişandina fîlm sekinî bû wê rojê.”

Fusûn Demîrel ragihand ku wê sînemaya Îranê ji xwe re kir mînak û got, “Li hemberî her cûre zexta siyasî û civakî ya li dijî jinê di sînemaya Îranê de derhêner teqez zimanekî dibîne û ji bo azadiya jinê gotinan dibêje. Hinek ji wan bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin, hinek jî hatin sirgûnkirin. Lê belê xwe ji bilêvkirina gotinên xwe nedan alî.”

‘YÊN KU LI SER XALÎÇEYA SOR WÊNE DIDIN KIŞANDIN, BILA CAREKÊ JI BO JINAN JÎ BIMEŞIN’

Fusûn Demîrel destnîşan kir ku huner divê li hemberî tundiya li jinê veguhere qada têkoşîn û piştevaniyê û ev bang kir, “Weke nûnerên sektorê Sendîkaya Lîstikvanan, Sendîkaya Nivîskaran û derhêner divê çalakiyên ji bo şermezarkirina kuştina jinan lidar bixin. Lîstikvanên jin, stêrk, yên milyonan qezenç dikin, her şevê di merasîmekê de li ser xalîçeya sor dimeşin, bedewên ku wêneyan dikişînin, ma carekê ji bo jinên têne kuştin bimeşin wê nebaş be?”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

Li Efxanistanê xizaniya kûr dibe, qedexeyên Talîbanê yên têkildarî jinan û mekanîzmayên parastinê yên hilweşiyane…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê amadekariya meşa ji du baskan

Beriya mîtînga 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya li Qada Rihtim a Kadikoy…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) hişyarî da ku ji ber şerê li Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?