Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, çareseriyeke mayînde û demokratîk, rasterast beşdarbûna jinan ji bo mekanîzmayên biryarê û rolgirtina wan wekî kirdeya damezrîner, xwedî girîngiyekî diyarker e. Jinan destnîşankirin ku divê aştî ne bi tenê bêdengkirina çekan û bi hevdîtinên di navbera aktorên siyasî de sînordar bimîne û diyarkirin ku ji bo civakîbûn û mayîndekirina pêvajoyê divê jin bi îradeyên xwe yên polîtîk di mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin. Çalakvana TJA’yê Nesrîn Akgul derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî.
‘AŞTÎ NE TENÊ BÊDENGBÛNA ÇEKAN E’
Nesrîn Akgul diyar kir nabe ku aştî bi tenê bi bêdengbûna çekan were binavkirin û anî ser ziman ku ji bo avakirina aştiyeke mayînde divê şert û mercên derketina holê ya şer werin rakirin û wiha got, “Helbet zirarê herî mezin ê şer mirina mirovan e û bidawîkirina şer, tişta herî hêja ye. Lê ev şer di navbera du hêzên hegemonîk de nehat jiyîn, li ser înkarkirina gelekî ji aliyê dewletekî serwer û serî rakirina gelekî ye. Gelekî ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, şerê xweprastinê da destpêkirin. Li vir şerekî neçarî, di heman demê de şerekî hatî tercîhkirin heye. Ev şer veguherî şerê bidestxistina rûmetê. Ev şer tevahî 52 salan, li ser vê heqîqetê dewam kir.
Heta ku sedemên derketina şer neyê tespîtkirin, nayê pêşbînîkirin ku bê ka wê aştî çawa were pêkanîn. Bala xwe bidin, Rêber Apo dema ku vê pêvajoyê dimeşînê, bi israr vê ji dewletê re dibêje; Mesele ne bêçekbûn e, îro PKK’ê biqede, sibê wê ya nû derkeve holê. Mesele ew e ku sedemên derketina holê ya şer bên rakirin. Divê pêvajoya şer bi vî rengî pênase bikin.”
‘NABE KU JIN BI MEXDÛRIYETÊN XWE WERIN BINAVKIRIN’
Nesrîn Akgul, diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyarî û rola jinan diyarker e û wiha got, “Ne tesadûf e ku di nîqaşên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hem ji bo bêdengkirina çekan hem jî pêkanîna pêvajoya avakirina civakî, hêza herî bandorker jin in. Divê were pirskirin; Çima dema ku tê gotin aştî, ewil jin tê bîra mirov? Ez pirsê bi vî rengî temam bikim; Çima dema ku tê gotin aştî pêşî jin wekî aliyê ku tê mexdûrkirin û herî zêde mafê wan tê desteserkirin tên binavkirin?
Gelek alî di vê demê de pirs dikin ku em ê wekî jinên Kurd di ku derê pêvajoya aştiyê de cih bigirin. Em vê pirsê ji xwe jî dikin. Lê tişta ku pêşî tê bîra kesên ku vê pirsê pirs dikin, êşên ku em wekî jinên Kurd dijîn. Ev binavkirinekî kêm û bi xeter e ku di nava xwe de xwedî pirsgirêk e. Ger hûn bipirsin çima; Em biqasî ku bi li ber xwe danê berdêl didin, tevgerekî jinan in ku biryara awayê jiyanê xwe didin û ava dikin.
Em wekî jinên têkoşîna rizgariyê daye, di tevahiya vî şerê de, xwedî dîrokekî ne ku li çiya bûne gerîla, di zindanê de hatine dîlgirtin, di qada civakî de hebûna xwe di mekanîzmayên siyasetê de parastiye.
Em bi rêxistinbûna xwe bûn avaniyeke xweser. Me bi qehremaniyên mezin van serkeftinan bi dest xist. Em nikarin xwe tenê bi mexdûriyetên xwe, bibin aliyeke şer. Em dixwazin destkeftiyên xwe mayînde û civakî bikin. Em dixwazin pêvajoiya aştiyê bi polîtîkaya rizgariya jinê pêk bînin.
Em xwe wekî hilgirên aqilê polîtîk û îradea civakî, bi cih dikin. Em wekî jin xwedî wê îradeyê ne ku rê bidin têkiliyên civakî û siyasî yên jiyana nû.”
‘DIVÊ DESTKEFTIYÊN JINAN VEGUHERIN GUHERÎNA CIVAKÎ’
Nesrîn Akgul got ku jinên Kurd di encama têkoşîna salan de destkeftiyên girîng bi dest xistine, lê belê ev destkeftî hîn li hemû civakê nebûne sedema guherînê.
Nesrîn Akgul diyar kir ku jinan di mijarên nûneratiya wekhev, jiyana azad û avakirina mekanîzmayên xwe yên biryardanê de gavên girîng avêtine, lê belê di têkiliyên malbatê û jin-mêr de guherîneke têrker nehatiye pêkanîn. Nesrîn Akgul destnîşan kir ku ji bo vê yekê divê aştî pêk were, zextên li ser tevgera jinan bên rakirin û qanûnên serdest ên mêr bên guhertin.
Nesrîn Akgul diyar kir ku divê jin li pêş qanûnan wekî welatiyên wekhev bên naskirin, li ser laşên xwe xwedî gotin bin û di siyaset û aboriyê de bi rengekî wekhev cih bigirin; her wiha xwest ku ji bo pêşîgirtina li cûdakarî û tundiya li dijî jinan rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Nesrîn Akgul got ku divê gihîştina jinan a bi zimanê wan ê dayikê ya ji xizmetên tenduristî, perwerde û giştî re jî were misogerkirin.
JIN POLÎTÎKAYA XWE YA AŞTIYÊ DIAFIRÎNIN
Nesrîn Akgul destnîşan kir ku ji bo dabînkirina aştiyeke mayinde jin rêxistinbûn û mekanîzmayên xwe yên xebatê ava dikin û anî ziman ku hatina gel hev a jinên ji nêrînên cuda û danîna diyalogê di navbera wan de girîng e.
Nesrîn Akgul anî ziman ku konferansa bi navê “Jin Li Cem Hev Siberojê Gûftûgo Dikin” a ku ji aliyê Weqfa Aştî û Avakirinê ve hatiye organîzekirin di vî warî de hevdîtineke girîng bû û diyar kir ku wan xwestiye nûnerên jin ên di nava desthilatdariyê de jî tevlî vê civînê bibin, lê daxwaza wan bêbersiv maye.
Nesrîn Akgul bal kişand ser wê yekê ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên di dema borî de jiyayî divê jin li hev guhdarî bikin, hev fêm bikin û diyalogê deynin û got: “Rêxistinkirina aştiyê û serkeftina vê bi hev re dikare me bike hêza pêşeng.”
KOMÎTEYÊN ÇAVDÎRIYÊ YÊN JINAN TÊN AVAKIRIN
Nesrîn Akgul got ku divê jin ne temaşevanên pêvajoya aştiyê bin û da xuyakirin ku bi Weqfa Aştî û Avakirinê re wan komîteyên çavdêriyê yên jinan ava kirine. Nesrîn Akgul anî ziman ku armanc ew e ku ev komîte hem pêvajoyê bişopînin û hem jî di gavên aştiyê yên ku bên avêtin de rola çalak bilîzin.
Nesrîn Akgul diyar kir ku li şûna ku mirov li benda hatina aştiyê ya xweser bisekine, divê mirov wê bi hev re ava bike û got: “Divê em ne tenê bawer bikin ku aştî dê bê, bawer bikin ku em ê aştiyê bînin û bi destê xwe ava bikin.”

