Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di daxuyaniya xwe ya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, li ser rewşa jinan li Îranê û tundiya li dijî wan rawestiya. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna li dijî tundiyê divê tenê bi rojekê neyê sînordarkirin, her roj berdewam bike.
DAXUYANIYA KJAR’Ê BI VÎ RENGÎ YE:
“Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan re, krîz û aloziyên siyasî yên herêmê, di nav de siya şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îsraîl û hikûmeta Îranê de, qada siyasî dagir kiriye. Metirsiya herî mezin di rewşên wiha yên hesas de ev e ku şerê hundirîn ê rejîmê li dijî civakê û bi taybetî tundiya avahîsaz a li dijî jinan, were paşguh xistin. Tecrubeya dîrokî nîşan daye ku avahiya zordariyê ji krîzên derveyî sûd werdigire da ku serweriya xwe ya hundirîn xurtir bike.
Di sala borî de, makîneya zordariya ewlehî û dadweriyê bi lez û rêjeyeke bêhempa berdewam kiriye. Delîl nîşan didin ku li Kurdistan, Belûçistan û deverên din ên welêt pêlêke berfireh a windakirinên bi darê zorê pêk hatiye; ji girtinên bê agahî û veguhastina girtiyan bo girtîgehên ewlehiyê yên nenas bigire heta derxistin û pêkanîna bêrawestan a biryarên sêdare. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, tenê di heşt mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 528 kes hatine sêdare kirin. Ev hejmareke sosrete ku nîşan dide tirsandin bûye amûra sereke ya hikûmetê ji bo kontrolkirina nerazîbûnan.
Di heman demê de ku tundiya dewletê berdewam e, civak bi asteke bêhempa ya jin-kuştinê û kuştinên eşîrî û navmalî re rû bi rû ye; tundiyeke ku li gorî amarên heyî, her roj an jî her çend rojan carekê jiyana jinekê li seranserê Îranê digire. Kêmasiyên qanûnî û piştgiriya pergala dadweriyê ji kiryarên sûcên di bin navê «namûsî» de, digel dubarekirina îdeolojiya baviksalarî ji aliyê avahiya desthilatdar ve, destê kujeran vekiriye. Kuştina hovane ya Meryem Yarmohammadî, jina 28 salî ya nişteciha Qişm, ku piştî êşkencekirin û perçekirina laşê wê ji aliyê birayê wê ve û bi hevkariya mêrê wê hatiye kuştin û lidarxistina kombunên piştgiriyê ji kujer re, tenê nimûneyek ji vê tundiya bêkontrol e ku kevneşopî û qanûnên paşverû derdixin holê. Soraya 21 salî bû û dayika sê zarokan ku bi lêdanên çakûçê hatiye kuştin û Ayda Heyderiyan li Sineyê jî qurbaniyên din ên vê felaketê ne. Civakek ku mafê jiyan û azadiya jinan naparêze, neçar e ku di çerxeke tundiya piralî de binav bibe.
Ji aliyeke din ve, di sala 2026’an de, tundiya veşartî ya li dijî jinan li Îranê di şêweya bêparhiştina sîstematîk a aborî, cudahiyên qanûnî yên binasazî bûyî û zextên derûnî û çandî yên bi navê «parastina rûmetê» û sûcdarkirina qurbanî de berdewam kiriye. Ev cureya tundiya nedîtbar, ku bi krîzên debara jiyanê û nebûna qanûnên parastinê û rêgir ên pêşîlêgir tê girantir kirin, bi asayîkirina jêrdestbûna jinan di jiyana rojane de, serxwebûna wan ji holê radike û bingeha sereke ji bo derketina tundiyên eşkere û felaketbar amade dike.
Lê tevî van cureyên cuda yên zordariyê, girtîgehên welat bûne navendên sereke yên berxwedanê, dadxwaziyê û hişyariyê. Berxwedana jinên wek Zeyneb Celalî, Verîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û berdewamkirina wan kesên ku rastî windakirina bi darê zorê û zextên ewlehiyê hatine, di nav de Zehra Pîrdehqan, Perwîn Rasiq Qizilbaş û Sara Reşîdî, nîşan da ku dîwarên girtîgehê nikarîbûn dengê wekhevîxwaziyê bêdeng bikin. Ev berxwedan, girtîgeh kirine kelehên girêdana têkoşîna siyasî, civakî û dadxwaziyê.
Xebat û fedakariya jinan di van hemû salan de destkeftiyên ku êdî nayên vegerandin tomar kirine, di nav de:
*Girêdana daxwazên tevgera jinan bi xwepêşandanên karkeran, mamosteyan, xwendekaran û hindikahiyên di bin zextê de, ji bo têkoşîna yekgirtî li dijî tundiya avahîsaz, aborî û ya bi navê namûsê;
*Rûxandina bêrawestan a windakirinên bi darê zorê, îdam û dosyayên jin-kuştinê, û rêgirtina li pêşiya jibîrkirina nûçeyên zordariyê di bin siya krîzên leşkerî û siyasî de;
*Ragihandina berxwedana girtiyên siyasî û piştgirîkirina daxwazên wan wek bingeha tevgerên xwepêşandana civakê.
Ji ber vê yekê, em wek KJAR’ê îlan dikin ku 25’ê Mijdarê nûkirina peymanê ye bi îdealên wekhevî û rûmeta mirovî re. Em bawer dikin ku rizgarkirina civakê ji hemû cureyên tundiyê, tenê bi rêya pêkanîna tam û bê şert û merc a maf û azadiyên jinan pêkan e. 25’ê Mijdarê tenê rojek nîne. Tundiya li dijî jinan hêj bi dawî nebûye; ew her roj di malan, kolanan, navendên binçavkirinê û girtîgehan de berdewam dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî wê jî nikare tenê bi rojekê di salnameyê de were sînordarkirin. Em hemû rojên salê li hember vê tundiyê radiwestin û ji hemû kesan dixwazin ku di vê rawestana li hember tundiyê de tevî me bibin, heta ku tu jin ji ber nasnameya xwe neyê qurbanîkirin.”

