Kongreya Avakirina Dersimê, bi boneya 89’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî ya di 15’ê Mijdara 1937’an de li Xarpêtê, daxuyaniyek weşand. Kongreyê, xwest ku bi polîtîkayên komkujî, sirgûn û asîmîlasyonê yên ku di salên 1937-1938’an de li Dersimê hatine meşandin re hevrûbûn çêbibe.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Seyîd Riza bi biçûkkirina temenê wî û kurê wî Resik Huseyîn ê ku hîn 18 saliya xwe temam nekiribû jî bi mezinkirina temenê wî hatine darvekirin. Hate destnîşankirin ku ev 89 sal in cihên gorên kesên hatine darvekirin nehatine eşkerekirin û hat gotin ku mafê malbatan û gelê Dersimê heye ku van cihan bizanibin.
POLÎTÎKAYÊN KOMKUJÎ Û SIRGÛNÊ YÊN LI DERSIMÊ
Kongreyê, diyar kir ku tevgera leşkerî ya ku di 4’ê Gulana 1937’an de dest pê kir, di sala 1938’an de veguherî komkujî û sirgûnên girseyî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gund hatine şewitandin, bi deh hezaran mirov hatine kuştin, kesên sax mane hatine sirgûnkirin û zarok ji malbatên wan hatine qutkirin.
Hate diyarkirin ku piştî komkujiyan polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî ziman, bawerî û çandê berdewam kirine û encamên bûyerên li Dersimê qewimîne hîn jî didomin.
HAT XWESTIN KU ARŞÎV BÊN VEKIRIN Û KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN
Kongreya Avakirina Dersimê, xwest ku Qirkirina Dersimê ya salên 1937-1938’an bi awayekî fermî bê naskirin û ji gelê Dersimê lêborîn bê xwestin. Her wiha bang hate kirin ku arşîvên dewletê û yên leşkerî bên vekirin, Komîsyoneke Serbixwe ya Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin û cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin.
Kongreyê, daxwaz kir ku 4’ê Gulanê wekî roja şîn û bîranîna fermî bê ragihandin û aqûbeta kesên hatine sirgûnkirin û zarokên ku ji malbatên wan hatine qutkirin bê lêkolînkirin.
BILA MAFÊN ZIMAN Û BAWERIYÊ BÊN MISOGERKIRIN
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku navê Dersimê bê vegerandin, zimanên Kirmanckî û Kurmancî bên parastin û cihên pîroz ên baweriya Elewî-Qizilbaş bên misogerkirin. Hate destnîşankirin ku di parastin û rêvebirina van cihan de divê gelê herêmê xwedî gotin be.
Kongreyê diyar kir ku bêyî hevrûbûna bi rabirdûyê re siberojeke demokratîk û wekhev nayê avakirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heqîqet nayê veşartin, bîr nayê bêdengkirin û edalet nayê paşxistin!”

