Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Emerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, di roja 197’an de berdewam dike. Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin.
Nobet bi dewrgirtina şêniyên gundê Badanê berdewam dike.

