Her çiqas mafê çarenûsiya gelan di nava pîvaneke bingehîn ên hiqûqa navneteweyî de cih digire jî, ji ber berjewendiyên siyasî û aborî yên dewletan pêkanîna vî mafî her tim dibe mijara nîqaşê. Bi taybetî misogerkirina nûnertiya navneteweyî û mafên siyasî, çandî û zimanî yên gelê Kurd ê ku li ser çar welatan hatiye parçekirin, di nava pirsgirêkên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî yên li benda çareseriyê de cih digire.
Pisporê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan Alfred de Zayas, ku di navbera salên 2012 û 2018’an de wekî Pisporê Serbixwe yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Berpirsiyarê Pêşxistina Nîzameke Navneteweyî ya Demokratîk û Dadperwer kar kiriye, mafê çarenûsî û xweseriyê yê gelê Kurd, derfetên bidestxistina statuyê di nava NY’î de, nêzîkatiya li hemberî gelên bêdewlet û cotstandartiya di nava hiqûqa navneteweyî de ji bo ANF’ê nirxand. De Zayas, anî ziman ku mafê çarenûsiya Kurdan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve xwedî bingehên xurt e, lê astengiya sereke ya li pêşiya pêkanîna vî mafî ne hiqûqî ye, siyasî ye.
‘KURD HERÎ ZÊDE MAFÊ ÇARENÛSIYA XWE HEQ DIKIN’
De Zayas, diyar kir ku mafê çarenûsiyê ne tenê avakirina dewleteke serbixwe ye, ev maf dikare bi avahiyên federal û modelên xweseriya berfireh jî bê bikaranîn. De Zayas, da zanîn ku dema gelek li ser axa xwe di bin zextê de be, girîngiya vî mafî hîn zêdetir derdikeve pêş. De Zayas, teqez kir ku Kurd ne gelekî wisa ne ku paşê hatibin ser axa Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê û wiha got: “Heke me mafê çarenûsiyê bi rastî cidî bigirta, me yê bipirsiya ka kîjan gel herî eşkere xwedî vî mafî ye. Min ê bigota Kurd.”
De Zayas, bi bîr xist ku tevî nifûsa Kurdan 40-45 milyon e û li ser çar dewletan hatine parçekirin jî dewleteke wan a serbixwe nîne û got ku ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem heke Peymana Sevrê bihata pêkanîn, wê Kurd bibûna xwedî dewleta xwe. De Zayas, betalkirina Sevrê û li şûna wê anîna Peymana Lozanê ya ku behsa gelên Kurd û Ermenî nake, wekî yek ji bûyerên diyarker ên pêvajoya dîrokî nirxand.
‘DIVÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ JI BO KURDAN JÎ DERBASDAR BE’
De Zayas, da zanîn ku mafê çarenûsiyê yê gelê Kurd xwe dispêre Peymana NY’î, peymanên navneteweyî yên mafên mirovan û pîvanên hiqûqa navneteweyî yên ku bi pêvajoya bidawîkirina mêtingeriyê re pêş ketine. De Zayas, got ku divê ev maf bi mafê parastina nasname, çand û zimanê Kurdan re bi hev re bê nirxandin. De Zayas, bi bîr xist ku ji bilî Peymana NY’î, xala 1’emîn a hevpar a Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî û Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî mafê çarenûsiyê misoger dike û bal kişand ku di vî warî de lîteratureke berfireh a hiqûqî heye.
De Zayas, bal kişand ser mînaka Kosovayê jî û got ku nêrîna şêwirmendiyê ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya sala 2010’an nîşan daye ku pîvana yekparebûna axê têkildarî têkiliyên navbera dewletan e. De Zayas, diyar kir ku ev pîvan ji bo rêgirtina li dagirkirina dewletekê ji aliyê dewleteke din ve ye û got ku pîvana yekparebûna axê nikare ji bo redkirina mafê çarenûsiya gelan bê bikaranîn. De Zayas wiha got: “Dema di navbera mafê çarenûsiyê yê gelekî û daxwaza dewletekê ya parastina sînorên xwe yên heyî de nakokî derkeve, li gorî min divê mafê çarenûsiyê li ser pîvana yekparebûna axê re bê girtin.”
‘MAFÊN KURDAN JI BO BERJEWENDIYÊN SIYASÎ Û ABORÎ TÊN QURBANÎKIRIN’
De Zayas, diyar kir ku astengiyên li pêşiya mafê çarenûsiya Kurdan ne ji kêmasiyên hiqûqa navneteweyî, ji berjewendiyên siyasî û aborî tên. De Zayas, got ku heke şert û mercên navneteweyî ne guncav bin û piştgiriya dewletên bihêz neyê girtin, pêkanîna mafê xweseriyê yan jî veqetînê hema hema nepêkan dibe. De Zayas, bal kişand ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê petrolê ve herêmeke dewlemend e û got ku li herêmê berjewendiyên şîrketên pirneteweyî û aktorên din hene û ev aktor dixwazin rewşa heyî bê parastin.
De Zayas, bûyerên sala 1988’an ên li Helebceyê jî nirxand û got ku gelê Başûrê Kurdistanê xwedî mafê telafiyê ye û got: “Li gorî min divê ev telafî serxwebûn be, yanî veqetîn be.” De Zayas, diyar kir ku hiqûqa navneteweyî bi cotstandartiyê tê meşandin, dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û dîplomatîk tevdigerin û mafên gelan li hemberî van berjewendiyan tên paşguhkirin.
‘MAFÊ KURDAN HEYE KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN’
De Zayas, da xuyakirin ku raya giştî ya navneteweyî di mijara mafên gelên Filistîn û Kurd de bi cotstandartiyê yên mîna hev re, rû bi rû ye. De Zayas, diyar kir ku mafê gelan heye ku li dijî dagirkerî, zext û binpêkirina mafên mirovan li ber xwe bidin û ev maf ji bo Kurdan jî derbasdar e. De Zayas, bal kişand ser biryara hejmar 33/14 a Lijneya Giştî ya NY’î û got ku mafê Kurdan jî heye ku li dijî dagirkerî û binpêkirina mafên mirovan li ber xwe bidin.
‘DIVÊ KURD ŞERÊ ENFORMASYONÊ QEZENC BIKIN’
De Zayas, diyar kir ku ji bo Kurd mafê çarenûsiya xwe di qada navneteweyî de bi awayekî xurtir bînin rojevê, divê raya giştî agahdar bikin û li welatên cuda torên hevgirtinê ava bikin. De Zayas, got ku di polîtîkayên DYE, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê de berjewendiyên aborî diyarker in û van hêzan ji bo guhertina rewşa heyî ya li Tirkiye, Sûriye yan jî Iraqê îradeyeke siyasî ya têrker nîşan nadin.
De Zayas, bal kişand ser girîngiya peydakirina dost û hevalbendan ji bo Kurdan û got ku dîroka gelê Kurd û pirsgirêkên ku dijîn di raya giştî ya navneteweyî de bi têra xwe nayên zanîn û kêmasiya agahiyan a li ser Peymana Sevrê û dîroka Kurdan li pêşiya avakirina hevgirtinê asteng e. De Zayas got: “Divê Kurd şerê enformasyonê qezenc bikin. Divê hûn bikin ku mirov li ser rewşa we bixwînin, agahiyan bi dest bixin û tiştên ku hûn dijîn fêm bikin.”
‘DIVÊ KOALÎSYONA KU PIŞTGIRIYÊ BIDE MAFÊ XWESERIYA KURD WERE AVAKIRIN’
Alfred de Zayas di dewama axaftina xwe de anî ziman ku NY li hemberî gelê Kurd erkên xwe bi cih naîne û got: ‘’Derheqê Kurdan de hema bibêjin ti tişt nayê zanîn. Hûn li ser çapemeniyê têkildarî Kurdan çi dibînin? Yekem tişta ku tê bîra mirovan ‘terorîzm’ e. Ji ber ku Tirkiyeyê Abdullah Ocalan û Kurdên li Tirkiyeyê wisa xirab nîşan dan ku beşeke mezin a însanan ev propaganda qebûl kirin. Divê ev propaganda ji holê were rakirin. Divê Konseya Mafên Mirovan a NY’ê mekanîzmayên xwe yên weke ‘’Prosedorên Taybet’’ bi nav dike, bixebitîne. Ez di wê baweriyê de me ku NY berpirsiyariya xwe li hemberî gelê Kurd bi cih naîne. Tişta ku min herî zêde endîşe dike jî ew e ku NY teslîmî berjewendiyên siyasî bûye. Dinê qanûna navneteweyî bes ne mafên gelan di heman demê de mafên pêkhateyan jî biparêze. Min dixwest dewletek mekanîzmayên xwe yên heyî bi kar bîne û rewşa gelê Kurd bike rojeva Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê. Lê belê heya niha ti dewletan ev yek nekiriye. Her wiha derfetên hiqûqî hene. Lê belê kêmasiyên mezin ên zanîn ûagahdarkirinê hene. Haya cîhanê zêde rewşa Kurdan nîne. Mixabin ku Tirkiye çawa ku Îsraîlê li hemberî Filistiyan kir wê jî Kurd gelekî xirab nîşan da. Divê li hemberî vê ferasetê têkoşîn were meşandin.’’
‘YE JI ALIYÊ EXLAQÎ VE HILWEŞIYAYE’
Alfred de Zayas piştre anî ziman tevî ku PKK’ê xwefesix kiriye jî YE hê jî wê weke rêxistineke terorî dibîne, ev yek weke hilweşîna exlaqî pênase kir û got: ‘’ Yekîtiya Ewropayê bi deh salan e ji aliyê leşkerî, aborî, siyasî, dîplomatîk û çapemeniyê ve piştgiriyê dide dewlete berpirsiyariyê komkujiyan. Ji ber ku têkiliyên bazirganiyê hene. Her wiha li gorî min cihê şermê ye ku NY propagandaya Tirkiye li hemberî Kurdan bi rê ve dibe, dubare dike. Ger Konseya Mafên Mirovan, veguhere desteyeke giştî ya mafên mirovan ku têde hemû dewlet xwedî dengên wekhev in, wê cîhan bûba cihekî xweştir. Di hemû rewşan de gelê Kurd mafên xwe dizanin. Ji bo wan ya girîng parastina ziman, çand û mîrateya xwe ye. Ji ber vê yekê têkoşîna xwe ya bi rêyên aşitiyane, qanihkirina cîhanê di mijara rewş û mafên xwe de agahdarkirina raya giştî ya cîhanê bidomînin.

