Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 200’emîn a çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Xelkê Varto santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede av û axa min” hate daleqandin.”
Çalakiya ku ji aliyê şêniyên gundê Xaşxaş ve hate dewrgirtin, dewam dike.

