-Pêşketinên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dê werin şopandin.
-Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, xwest ku ji bo pêşketina pêvajoyê, qanûna çarçoveyê tavilê bikeve meriyetê. Çakmak, her wiha bang kir ku li hemberî rewşa girtiyên nexweş û kiryarên derhiqûqî zexta civakî bê avakirin.
-Ebru Eker diyar kir ku jinên serî li DÎKASUM’ê didin herî zêde bi daxwaza piştgiriya aborî xwe digihînin wan û bal kişand ser kûrbûna xizaniya jinan. Ebru Eker destnîşan kir ku di serlêdanan de piştî piştgiriya aborî daxwazên piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî tên.
-Divê jin ji bo ku xwe ji êrîşên hişmendiya baviksalar biparêzin, li her derê di şêweyê komînan de xwe bi rêxistin bikin. Di van komînan de divê hem pêdiviyên aborî hem yên jiyanî û hem jî yên rêxistinî werin sazîkirin.
-Serokê Şaxa Hejmar 3’an a Egîtîm Senê a Stenbolê Huseyîn Tosu diyar kir ku pergala perwerdehiyê ya heyî ji zemînekî demokratîk bêpar e û anî ziman ku têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên bi salan in li dibîstanan serwer in, li pêşiya çanda aştiyê asteng e.
-Çalakiyên xizmên winda û girtiyan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê dê werin şopandin.

