Şemî, 21 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên li dibîstanan li pêşiya çanda aştiyê asteng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Divê qanûna çarçoveyê tavilê bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne
Kurdistan

HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

HPG’ê gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Ev fedakarî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bû pisûla û meşaleyeke ku navemire.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên şehîd bûne, ev tişt diyar kirin:

“Ewladên wêrek ên Rojhilatê Kurdistanê Çalak Ciwanro, Simko Dalaho, Masîro Dalaho, Mêrxas Şaho û Rizgar Pejmîn wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi serketî bi cih anîn. Bêteredut û bi ruhekî fedayiyane şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

Xaka Rojhilatê Kurdistanê di tevahiya pêvajoya dîrokî de li dijî polîtîkayên zextê xeteke berxwedanê ya bi biryar şopandin. Ewladên welatparêz ên vê xakê li dijî zilma li hemberî gelê me têkoşîna azadiyê meşandin. Weke pêşengên têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bi rola xwe rabûn. Hevrêyên me zanebûna neteweyî ya gelê Rojhilat û çanda wê ya berxwedanê, veguherand heqîqeta çalakî û azadiyê.

Hevrêyên me Çalak, Simko, Masîro, Mêrxas û Rizgar ên ku dilê wan ji bo siberojeke azad lêdida, li ser vê rêyê her cure berdêl berçav girtin û ber bi şehadetê ve meşiyan. Bi israr, xwestek û îradeya xwe ya xurt li ser xeta fedayîtiyê ya Apoyî, bûn milîtanên mînak. Hevrêyên me Çalak, Simko, Masîro, Mêrxas û Rizgar li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê di eniyên berxwedanê de cih girtin û rûmeta gelê me parastin. Di dîroka me ya têkoşînê de şopên ku nayên jêbirin, hiştin. Bi şehadeta xwe ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me hinceteke têkoşînê ya nû hiştin. Ev fedakarî di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bû pisûla û meşaleyeke ku navemire.

Em ê ji bo zindîbûna xeta Apoyî ala têkoşînê ya hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin, li ser vê bingehê em ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û malbata hêja û welatparêz a şehîdên xwe yên tevlî karwanê nemiran bûne sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Çalak Ciwanro
Nav û Paşnav: Ferît Şerîfî
Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro
Navê Dayik – Bav: Nesrîn – Şerîf
Cih û Dîroka Şehadetê: 7 Mijdar 2018 / Zap

Çalak Ciwanro – Ferît Şerîfî

Nasnav: Simko Dalaho
Nav û Paşnav: Behruz Weysî
Cihê Jidayikbûnê: Kirmaşan
Navê Dayik – Bav: Betul – Semîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Gulan 2017 / Serdeşt

Simko Dalaho – Behruz Weysî

Nasnav: Masîro Dalaho
Nav û Paşnav: Îhsan Sadiq Pûr
Cihê Jidayikbûnê: Serpol
Navê Dayik – Bav: Perî – Brahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Gulan 2020 / Xakurkê

Masîro Dalaho – Îhsan Sadiq Pûr

Nasnav: Mêrxas Şaho
Nav û Paşnav: Mehdî Mihemedî
Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro
Navê Dayik – Bav: Ayşe – Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tebax 2022 / Xakurkê

Mêrxas Şaho – Mehdî Mihemedî

Nasnav: Rizgar Pejmîn
Nav û Paşnav: Elî Riza Mihemedzade
Cihê Jidayikbûnê: Îlam
Navê Dayik – Bav: Mahiye – Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 10 Îlon 2022 / Qendîl

Rizgar Pejmîn – Elî Riza Mihemedzade

 

ÇALAK CIWANRO

 

Hevrêyê me Çalak Ciwanro li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra qedîm a Caf de hate dinê. Hevrêyê me bi mîrateya berxwedana bi kok a eşîra Caf li ser vê xaka ku çanda sedsalê ya Rojhilat lê kom bûye, mezin bû. Hîna ji zarokatiya xwe bûyerên li derdora xwe lêpirsîn dikir. Dilsoziya malbata wî ya bi nirxên Kurdî re û çanda qedîm a Kurd a di dilê hevrêyê me de, di kesayeta wî de weke sekneke girêdayî cewherê xwe şêwe girt. Hevrêyê me hîna ji zarokatiya xwe ve bûyerên li derdor çavdêr dikir, rastiya civakî ya di nav de mezin bûyî di temenekî zû de fêm kir. Ev helwesta lêpirsînker zemîn amade kir ku hevrê Çalak di demê pêş de têkoşîna azadiyê nas bike. Hevrêyê me Çalak ê ku 10 salan li dibistanên Îranê xwend, di tevahiya jiyana xwe ya dibistanê de kesayeteke ku bûyerên li derdor ji nêz ve dişopîne raber kir. Beriya tevlîbûna xwe jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karan de xebitî û kesayeteke kedkar ava kir. Hevrê Çalak bi dirûstî û xebatkariya xwe li derdora xwe rêz dît.

 

Sala 2012’an di jiyana hevrê Çalak de bû xaleke werçerxê. Di van salan de hevrêyê me derfet dît ku Tevgera Apoyî nas bike û çîrokên lehengiyê yên di Şerê Gel ê Şoreşgerî de yê ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve li Bakurê Kurdistanê destpê kirî guhdar kir. Hevrêyê me bû heyranê berxwedana ku gerîla bi derfetên kêm li hemberî dijmin raber kirî. Ciwanên ku ji bo azadiya gelekî derketine serê çiyê li dijî artêşeke ku xwe spartî hemû derfetên sîstema cîhanê têkoşîn meşandin. Heqîqeta vê têkoşînê di dilê hevrê Çalak de şopeke kûr hişt. Ev yek ji bo wî bû destpêka lêgerîneke têkildarî jiyanê. Êdî zanî ka têkoşîn li kuderê disekine û ayîdê kuderê ye.

Hevrêyê me Çalak piştî vê kûrbûnê biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Sala 2014’an ji Pêncewînê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li pey xeyalê xwe yê zarokatiyê meşiya. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Qendîlê dît. Dixwest her tiştê nû fêr bûye demildest bixe pratîkê. Hevrêyê me li dijî şert û mercên zehmet ên çiyê di nava demek kurt de motîve bû û bi lez fêrî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Çalak hewl da ku perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî di pratîkê de temsîl bike. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi serketî qedand, derbasî yekîneyên leşkerî bû û bi aktîf tevlî têkoşînê bû.

Hevrêyê me tevî ku gerîlayeke nû jî bû, li her qadê berpirsyarî girt ser xwe û di nava demek kurt de baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Çalak piştre derbasî qada Zapê bû û li vir di şert û mercên herî dijwar ên têkoşînê de ked da. Komkujiyên ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurdistanê pêk anî, êrîşên dijwar ên li ser qadên gerîla û zilma li ser gelê me hêrsa di dilê hevrêyê me de roj bi roj mezin kir. Hevrêyê me ev hêrs kir hinceteke mezinkirina têkoşîna xwe. Di qonaxa amadekariya li dijî operasyoneke muhtemel de bi roleke aktîf rabû. Hevrêyê me Çalak bi qabiliyeta xwe ya leşkerî, israra xwe ya ji bo derbe li dijmin bixe û hevrêtiya xwe ya xurt di dîroka me ya têkoşînê de cihekî ku nayê jibîrkirin, girt. 7’ê Mijdara 2018’an li qada Şehîd Rustem a Zapê şehîd bû.

Hevrêyê me ji roja ewilî û şûn de derblêdana dijmin weke wezîfeyeke şoreşgerî zanî. Ji bo vê yekê her kêliya xwe veguherand pêvajoyeke amadekariyê, qabiliyeta xwe ya leşkerî ji bo xizmeta vê armancê bi kar anî. Hevrê Çalak bû îfadeyeke şênber a israra li ser xeta milîtaniya Apoyî. Weke hevrêyên wî, em ê mîrateya wî ya têkoşînê bilind bikin û hêrsa wî ya li hemberî dijmin bigihînin serketinê, ev yek deynê me ye. Li ser vê bingehê, di serî de malbata hêja ya hevrê Çalak em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

SIMKO DALAHO

 

Bajarê Kirmaşan ê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê bi tevkariyên xwe yên mezin ên ji bo çanda Kurdî û gelek berxwedanên gelê me yên di dîrokê de, tê naskirin. Gelê me Kirmaşan çanda xwe ya berxwedanê her tim di plana pêş de girt, tevî êrîşên mêtingeran jî ziman û çanda xwe parast û gihand roja îro. Ji bo jiyana azad bûye xwedî israreke xurt. Berxwedana PKK’ê ya ji bo gelê me yê li ber pencê qirkirinê, hêviya azadiyê afirand. Ev berxwedan ji aliyê gelê me yê Kirmaşan ve bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin. Gelê me bi sedan ewladên xwe yên wêrek şand nava refên têkoşînê, hêz da berxwedanê û bi ruhê berxwedanê yê PKK’ê re bûye yek.

Hevrêyê me Simko li Kirmaşanê di nava malbateke dilsozê nirxên Kurdistanê, ji nirxên Kurdistanî û xeta welatparêziyê tawîz nade de hate dinê. Ji xizmên wî yên nêz û derdora wî tevlîbûn ji bo refên têkoşînê çêbûn. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Simko jî ji zarokatiyê û şûnve têkoşîna me ya azadiyê nas bike. Bi kesayeta xwe ya bi hestiyar li dijî zextên mêtingeran û êşên gelê me her tim bû xwedî sekin. Ji ber ku li dibistanên sîstemê, nedikarî bi zimanê xwe baxive, ket nava nakokiyan. Bawer kir ku gelê me divê bi ziman û çanda xwe azad bijî û kete nava lêgerîna têkoşînê. Ferzad Kemanger ê dibêje, “Bihêlin ku dilê min di singê zarokekî de lêbide da ku siharekê bi dengekî bilind û bi zimanê xwe yê dayikê – Kurdî – biqêrim”, Şîrîn Elemhûrî ya dibêje, “Ez weke Kurdekî ji dayik bûm û ji ber ku ez Kurd im min evqasê zext û êşkence dît”, Alî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan 10’ê Gulana 2010’an ji aliyê mêtingeran ve hatin şehîdkirin. Ev yek di jiyana hevrê Simko de bû kêliya herî diyarker. Hevrêyê me yê ku bi rengekî xurt dilsozê çand û zimanê xwe ye, fikirî ku divê teqez tola pêşengên ku ji bo siberoja azad a gelê me bêyî dudilî ber bi şehadetê ve meşiyane, hilîne. Êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengal, Mexmûr û Rojava pêk anî, ji bo hevrê Simko bû nuqteya dawî. Hevrêyê me dizanî ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê gelê me bibe siberojên azad. Sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Simko li çiyayên Kurdistanê tevlî refên gerîla bû û di jiyana xwe de rûpelekî nû vekir. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û dest bi perwerdeya esas a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Simko bi coş û moralê xwe bal kişand. Hem di qada îdeolojîk, hem jî leşkerî de kete nava lêhêrbûnên kûr û bi lez fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li hemberî hunera gerîla xwedî eleqeyeke mezin bû, di taktîkên gerîla û çekan de bû pispor, bi serketî perwerdeya xwe qedand û derbasî qada pratîkê bû. Hevrêyê me Simko bi sekna xwe ya milîtanî bal kişand, di her kêliya jiyanê de û li her qadê xwe berpirsyar hîs kir. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredut, pir zû bû pêşeng û berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me bi zanebûn û cidiyeteke kûr nêzî her wezîfeya partiya me bû. Her zehmetî bi kesayeta xwe ya xurt û têkoşer derbas kir û wezîfeyên xwe ber bi encamê ve bir. Hevrê Simko esas girt ku xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de kûr bike, parêzname û dahûrandinên Rêbertî di her firsendê de xwend, li ser lêhêrbûn kir û derbasî pratîkê kir. Bi saya lêhêrbûnên xwe yên kûr, di kesayeta xwe de guhertin û veguhertinên girîng ava kir. Hevrêyê me li dijî êrîşên qirkirinê yên ku mêtingeran li hemberî gelê me pêk anî, bû xwedî hêrseke mezin. Xwe di tarz û taktîkên gerîla de pêş xist û ji bo çeperê pêş xwe amade kir. Hevrê Simko bi keda xwe ya bênavber hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya fedakar û sekna xwe ya milîtan, bawerî da hevrêyên xwe. Tempoya xwe ya têkoşînê her roja borî zêde kir. Di xebatên xweparastinê de cih girt û ji bo gelê me bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze, hewldaneke zêde raber kir û encamên bi bandor bi dest xist. Hevrêyê me Simko ti carî xwe bes nedît û her tim kete nava lêgerînê ku hîn zêdetir xizmeta gelê me bike.

25’ê Gulana 2017’an dema li ser wezîfeya xwe, di kemîna mêtingeran de bi fedayiyane şer kir û şehîd bû. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku ti carî nayê jibîrkirin, hişt. Weke hevrêyên hevrê Simko em soz didin ku xwedî li mîrateya wî ya têkoşînê derbikevin û teqez bigihînin serketinê.

MASÎRO DALAHO

 

Hevrêyê me Masîro Dalaho, li bajarê Serpol ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên xwe de hate dinê. Malbata wî bi çandiniyê re mijûl bû û jiyaneke dilsozê axê meşand. Vê yekê di kesayeta hevrê Masîro de kesayeteke kedkar û girêdayî cewherê xwe afirand. Hevrêyê me yê li cihekî mîna Serpol a ku çanda Rojhilat lê kom bûye, mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve rastiya civakî ya li derdora xwe ji nêz ve şopand. Endamê eşîra Bavêcanî ya qedîm e. Dilsoziya wî ya bi vê kokê bingehê wê yekê danî ku siberojê dema têkoşîna azadiyê nas kir wê bizane ka di kîjan refê de cih bigire.

 

Hevrêyê me Masîro 12 salan li dibistanên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de ji xeynî Farisî fêrî zimanê Kelhurî jî bû. Hevrêyê me di tevahiya jiyana xwe ya dibistanê de bûyerên li derdor ji nêz ve şopand û lêpirsîn kir. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me yê di nava têkoşîna kedê de mezin bû, bi dirûstî û kedkariya xwe li derdora xwe hurmet dît. Hevrê Masîro tevî temenê xwe yê ciwan jî şerê li Kurdistanê û jiyana ku netew dewletan li gelê me ferz kirî, qebûl nekir. Guhdarî çîrokên lehengiyê yên gerîlayan kir û mezin bû. Tiştên ku gelê me jiyan kiriye û tecrîda giran a li hemberî Rêber Apo hatî domandin, di dilê hevrêyê me de hêrseke kûr afirand. Hevrêyê me hîs kir ku divê vê hêrsê veguherîne bersivekê. Ferq kir ku bersiva herî baş a li dijî sîstema netew dewletê, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Ev kûrbûn tê wê wateyê ku hevrê Masîro bi rengekî zelal bibîne ka li kudera têkoşînê bisekine. Hevrêyê me piştî biryara xwe da, bêyî paşde gav bavêje sala 2016’an ji Baneyê tevlî refên gerîla bû. Hem xeyalê xwe yê zarokatiyê pêk anî, hem jî bû milîtanekî ku berpirsyariya xwe ya li hemberî gel pêk anî.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên gerîla, hêrsa hevrêyê me Masîro ya li hemberî dijmin hîn mezintir kir. Hevrêyê me tevlî perwerdeyên bingehîn ên gerîla bû û di demeke kurt de hînî jiyana çiyê bû. Xwesteka wî ya hînbûnê ya di dersan de, tevlîbûna wî ya bi coş û keda wî, di pêvajoya perwerdeyê de bala hevrêyên wî kişand. Hevrêyê me Masîro bi saya lêhûrbûnên xwe ya di dersên îdeolojîk û leşkerî de di demeke kurt de pêş ket û bû mîlîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me yê ku her kêliya jiyanê wekî derfeteke hînbûnê girt dest, hem di dilê hevrêyên xwe cih girt, hem jî piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, derbasî herêma pratîkê bû û têkoşîna xwe li wir domand. Li herêma pratîkê jî ji ezmûnên hevrêyên xwe yên xurt sûd wergirt û bi tiştên ku li çiyê hîn bûne re têkoşîna xwe jî berfirehtir kir.

Hevrêyê me Masîro piştre derbasî herêma Xakurkê bû û li vir li hemberî teknîka giran a dewleta Tirk a dagirker, di pêkanîna taktîkên demê de bi israr bû. Hevrêyê me ji bo ku hunera şerê gerîla yê dema nû bixe meriyetê her kêliya dema xwe nirxand û her erka ku girt ser milên xwe bi rengekî layiqî pêk anî. Hevrêyê me Masîro bi hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya dilpak û dirust di dilê hemû hevrêyên ku pê re têkoşiyan de cihekî ku neyê jibîrkirin girt û di 28’ê Gulana 2020’an de li herêma Xakurkê di êrîşeke hewayî ya dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.

Li hemberî serdestiya teknîkî ya dijmin, li herêmeke ku her metreyê wê ji bo parastina destkeftiyên gerîla girîng bû, wekî mîlîtanekî ku giraniya hevrêtiyê û fêmkirina demê li ser milên wî bû, derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Ev rêwîtiya ku ji eşîra Bavêcanî ya ji Serpolê dest pê kir û li herêma pîroz a Xakurkê gihîşt lûtkeyê, bû îsbata şênber a ku kesayetekî bi cewher û gotina xwe ve girêdayî çawa vediguhere hêzeke têkoşînê. Hevrêyê me ku bi dilpakî û dirûstbûna xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt, dê her tim di têkoşîna me de bijî. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Masîro re û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

MÊRXAS ŞAHO

 

Hevrêyê me Mêrxas Şaho li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ku bi nirxên xwe ve girêdayî bû, hat dinyayê. Ji ber ku ji eşîra Caf bû, ew bibû parçeyek ji tevna civakî ya bi kok a Ciwanroyê. Hevrêyê me li ser vê xaka ku mîrateya berxwedanê ya eşîra Caf û dewlemendiya çandî ya sedsalan a Rojhilat tê de digihîjin hev mezin bû, hîn ji zarokatiya xwe ve derfeta naskirina rastiya civakî ya derdora xwe dît. Girêdana xurt a malbata wî ya bi nirxên Kurdîtiyê ve, di kesayeta hevrêyê me Mêrxas de wekî helwesteke bi cewherê xwe ve girêdayî şêwe girt. Vê girêdana bi kokan re, bingeha wê yekê jî danî ku di siberojê de têkoşîna azadiyê nas bike, bizanibe dê di kîjan refan de cih bigire. Hevrêyê me neh salan li dibistanên Îranê xwend û di tevahiya jiyana xwe ya dibistanê de kesayeteke wisa nîşan da ku bi baldarî li bûyerên derdora xwe dinêrî. Hevrêyê me Mêrxas ji bo tevkariya debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî û bi kesayeta xwe ya dirust û kedkar ji aliyê hewirdor ve hat rêzgirtin. Hevrêyê me li her cihê ku lê dixebitî bawerî dida û di çavê malbat û derdora xwe de bû ciwanekî mînak. Sala 2016’an di jiyana hevrêyê me Mêrxas de bû sala zelalbûnê. Di van salan de hevrêyê me derfet dît ku Tevgera Apoyî nas bike û di heman demê de bû şahidê demeke ku li Kurdistanê şerekî giran diqewimî. Hevrêyê me berpirsiyariya xwe ya li hemberî gelê xwe bi kûrahî hîs kir û piştî ku biryara tevlîbûna têkoşînê da, ket nav lêgerînan.

 

Hevrêyê me Mêrxas di heman salê de di ser Pêncewînê re tevlî nava refên gerîla bû. Bi vê tevlîbûnê re ew ne tenê li pey xeyala xwe ya zarokatiyê meşiya, di heman demê de ket ser rêya ku bibe mîlîtanekî ku berpirsiyariya gelê xwe girtiye ser milên xwe. Bi perwerdeya bingehîn a ku dît re, hewl da Partiya me û Rêbertiya me baştir fêm bike û bi lêhûrbûnên xwe re kêmasiyên ku pergalê di kesayeta wî de afirandibûn baştir dît. Tevî ku şervanekî nû bû jî, bi saya tevlîbûna xwe ya bi moral û kesayeta xwe ya gihîştî bû mîlîtanekî ku bê hezkirin.

Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, li qadên pratîkê tevlî xebatan bû û bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî re derfeta pêşxistina xwe dît. Hevrêyê me lêhûrbûnên kûr jiyan û hewl da felsefeya Apoyî di jiyana xwe de temsîl bike. Ji ber eleqeya xwe ya xurt a ji bo perwerdeyên leşkerî û xwesteka kûrkirina lêhûrbûnên xwe yên li ser taktîkên demê, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Brûsk perwerde dît. Hilgirtina navê hevrêyekî şehîd ji aliyê vê dibistanê ve, careke din giraniya berpirsiyariya ku ketibû ser milên hevrêyê me Mêrxas bi bîr xist.

Hevrêyê me bi perwerdeya ku wergirtî re di hunera şerê gerîla yê dema nû de bû pispor û ji bo ku taktîkên hîn bûye li qadê bi pratîk bike, bêsebir bû. Piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî herêma Xakurkê bû. Hevrêyê me hewl dida felsefeya Apoyî ne tenê bi gotinê, di her aliyê jiyanê de temsîl bike û bi sekn û helwesta xwe ya gihîştî û bi moral ji hevrêyên xwe yên ciwan ên nû tevlî bibûn re jî bû mînak.

Hevrêyê me li herêma Xakurkê di gelek xebatan de bi awayekî çalak cih girt û hemû erk û berpirsiyariyên ku girtin ser milên xwe bi rengekî serkeftî pêk anîn. Hevrêyê me Mêrxas bi tevlîbûna xwe ya çalak a di jiyanê de û sekna xwe ya biryardar hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û di dilê hemû hevrêyên ku pê re têkoşiyan de cihekî ku neyê jibîrkirin girt. Hevrêyê me ku di 12’yê Tebaxa 2022’yan de li qada Şîlo ya Herêma Xakurkê gihîşt şehadetê, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku neyê jibîrkirin hişt. Hevrêyê me Mêrxas ku mîrateya berxwedanê ya bi kok a ji eşîra Caf a xaka Ciwanroyê wergirtiye û bi îdiaya mîlîtaniya Apoyî  li herêma pîroz a Xakurkê gihand hev, şopeke kurt lê kûr li pey xwe hişt. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Mêrxas re û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

RIZGAR PEJMÎN

 

Hevrêyê me Rizgar Pejmîn li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz ku bi nirxên Kurdewarî ve girêdayî de hat dinyayê. Hevrêyê me ku ji eşîra Melîkşah bû, bi perwerde, terbiye û exlaqê ku ji malbata xwe wergirt re mezin bû. Hevrêyê me Rizgar li ser vê xaka ku tevna civakî ya bi kok a eşîra Melîkşah û erdnîgariya dijwar a Îlamê tê de digihîjin hev mezin bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me bû xwedî kesayetek dirust û kedkar ku ji aliyê derdor ve dihat rêzgirtin. Hevrêyê me ji temenê xwe yê biçûk ve ji Tevgera me hez dikir û ev yek hişmendiyeke wisa pêş xist ku bûyerên derdora xwe lêpirsîn dikir. Hevrêyê me Rizgar di salên xwe yên zanîngehê de lêgerînên xwe kûrtir kirin, bi bandora pirtûkên ku dixwendin û nîqaşên ku dimeşandin, baştir fêm kir ku modernîteya kapîtalîst mirov bêîrade dike û dike amûrekî ya pergalê. Hevrêyê me ji aliyekî ve pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û pêvajoya şerê giran a li Rojava ji nêz ve dişopand û ji aliyê din ve jî ji bo ku rastiya têkoşîna me bi gelek aliyan ve nas bike di nav hewldanê de bû. Ev hewldan ji bo wî ne tenê pêvajoyeke bidestxistina agahiyan bû, di heman demê de derbarê jiyana xwe de pêvajoya gihîştina biryarekê bû. Hevrêyê me Rizgar di sala 2018’an de derfet dît ku Tevgera Apoyî nas bike û fêm kir ku ev tevger hemû gelên bindest temsîl dike û jiyaneke alternatîf e. Hevrêyê me têgihîşt ku Tevgera Apoyî paradîgmayek e ku dê dewlemendiya hezar salan a mirovahiyê ji nû ve şîn bike û êdî bi zelalî dît ku divê di kîjan cihê têkoşînê de bisekine. Hevrêyê me ji bo tevlîbûnê ket nav lêgerînan, dev ji zanîngeha ku dixwend berda û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ev biryar ji bo wî hebûneke berevajî pergalê bû. Hevrêyê me bawer kir ku derbaskirina kêmasiyên ku modernîteya kapîtalîst di mirov de afirandine tenê di nava refên gerîla de pêkan e. Hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gav avêt nava jiyana ku xeyal dikir.

Hevrêyê me Rizgar di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bi coşeke mezin di nav jiyanê de cihê xwe girt. Hevrê Rizgar yekem perwerdeya xwe ya gerîlabûnê li herêma Qendîlê dît. Hevrêyê me di pêvajoyeke zehmet a perwerdeyê re derbas bû û bi saya materyalên partiyê yên ku dixwendin derfet dît ku Tevgera me baştir fêm bike. Hevrêyê me di warê şêwazê jiyana komînal, rêkûpêkî û dîsîplînê de di demeke kurt de hînî hawirdorê bû û piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, li herêma Qendîlê tevlî xebatên pratîk bû. Hevrêyê me tevî ku gerîlayekî nû bû jî, bi xwesteka xwe ya cih girtina di nava gelek xebatan de û tevlîbûna xwe ya bi moral hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û her kêliya xwe ji bo perwerdekirina xwe nirxand. Hevrêyê me ji bo ku aliyên paşverû yên pergalê ji ser xwe biavêje di nav hewldaneke mezin de bû. Hevrê Rizgar bi şêwazê jiyana xwe ya sade, kesayeta xwe ya gihîştî û têkiliyên xwe yên kûr ên hevrêtiyê, nûnertiya mîlîtaniya Apoyî di kesayeta de ava kir.

Hevrêyê me Rizgar li herêma Qendîlê di gelek xebatan de ked da û di xebatên ku hesasiyeteke mezin dixwestin de jî cih girt. Hevrêyê me heqê her xebata ku girt ser milên xwe da û mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin ji me re hişt û di 10’ê Îlona 2020’an de li herêma Qendîlê di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.

Ew “jiyana alternatîf” a ku dema dev ji zanîngehê berda û gav avêt Qendîlê xeyal dikir, bi kesayeta wî ya sade, gihîştî û kûr a ku ew li herêmê nûnertiya wê kir, şênber bû. Hevrêyê me ku ji erdnîgariya dijwar a Îlamê derket rê û gihîşt lûtkeyên Qendîlê, bi baldariya xwe ya di nava xebatên hesas de jî di bîra hevrêyên xwe de ma. Hevrêyê me ku jiyana xwe wekî îdiayekê bi rêxistin kir û her kêliya wê kir derfeteke pêşketinê, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku tu carî nayê jibîrkirin û hevrêtiyeke hêja ya ku dê her tim bê bîranîn hişt. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Rizgar re û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên li dibîstanan li pêşiya çanda aştiyê asteng e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK: Parastina ziman tê wateya parastina azadiyê

PJAK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da û got: “Divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtinên wan ên bi girtiyên siyasî re yên li girtîgehên Herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê dayik di eniyên berxwedanê de ne: Ev bajar wê nekeve

Li Kobanê, berxwedana li dijî dorpêç û êrîşan mezin dibe. Dayikên ku zarokên xwe li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?