Festîvala Fîlmên Kurdî ya ku cara ewil e li bajarê Zurih ê Swîsreyê tê lidarxistin, di 19’ê Mijdarê de dest pê kir. Di çarçoveya festîvala ku wê heya 22’yê Mijdarê berdewam bike de wê fîlmên metrajdirêj, belgesel, fîlmên kurt werin nîşandan û hevpeyvînên derhêneran û hin çalakiyên çandî werin lidarxistin.
Festîval, ji aliyê Komeleya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zurihê ve tê organîzekirin ku komeleya berbehs di Kanûna 2025’an de hate avakirin. Festîvala ku armanc dike dewlemendiya sînemeya Kurdî pêşkêşî temaşevanên navneteweyî bike, di hemen demê de armanc dike bi rêya fîlman têkiliya çandî û diyalogî jî pêş bixe.

JI SÎNEMEYA KURDÎ ÇÎROKÊN CUDA
Vekirina festîvalê, 19’ê Mijdarê roja Pêncşemê li gel nîşandana belgesela Hemen Khaledi ya bi navê Singing Wings (Strana Baskan) hate kirin.
Di bernameya festîvalê ya 20’ê Mijdarê roja Înê de jî çar fîlmên têkildarî bîra dîrokî ya gelê Kurd, nasnameya çandî, tecrûbeyên koçberiyê û aliyên cuda yên jiyana civakî tên nîşandan. Ev, belgesela Esîn Akgul ya bi navê Kî me Ez, fîlmê Mano Khalil yê bi navê Cînar, fîlmê Brwa Vahabpour ê bi navê My Uncle Jens û fîlmê Mûrat Firatoglû yê bi navê Yek ji Rojên Mirina Hemme ne.

JI ROJAVA HEYA ROJHILAT SÎNEMAYA KURDÎ
Di bernameya festîvalê ya 21’ê Mijdarê roja Şemiyê de jî fîlmên têkildarî şer, koçberî, têkoşîna jinan û jiyana gelê Kurd ya li erdnigariyên cuda werin nîşandan.
Wê di destpêkê de fîlmê Xavier Koller yê bi navê Reise der Hoffnung (Rêwitiya Ber Bi Hêviyê Ve) di saet 14.00’an de were nîşandan. Di saet 16.30’an de wê belgesela Hasan Oswald ya bi navê Mediha, di saet 18.00’an de belgesela Elîf Yîgît û Johannes Paech ya bi navê Arzela from Amed û di saet 18.30’an de jî fîlmê Negin Ahmadi yê bi navê Dream’s Gate werin nîşandan.
Di saet 20.00’an de jî wê belgesela Arash Rakhsha ya bi navê All the Mountains Give were nîşandan. Bername wê li gel nîşandana fîlmên Mehmet Ali Konar ya bi navê When the Walnut Leaves Turn Yellow û fîlmê Rosida Koyuncu ya bi navê Rêya Penaber bi dawî bibe.
Her wiha di çarçoveya festîvalê de wê li ser Komîna Fîlman a Rojava hevpeyvînek were kirin, civîna derhêneran, atolyeyên zarokan û hin çalakiyên çandî werin lidarxistin.
FESTÎVAL WÊ DI 22’YÊ MIJDARÊ DE BI DAWÎ BIBE
22’yê Mijdarê roja Yekşemê ku roja dawîn a festîvalê ye, wê fîlmên cuda yên ji sînemaya Kurdî werin nîşandan.

Di saet 11.30’an de wê belgesela bi navê Sînemaya Gerok a Zîlan Hemo, di saet 14.00’an de fîlmê Sevînaz Evidkê yê bi navê Berbû, di saet 16.00’an de belgesela Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş ya bi navê 30 Salên li gel Kardeş Turkuler û di heman saetê de wê fîlmê Kurdwin Ayub yê bi navê Paradies! Paradies! werin nîşandan.
Wê girtina festîvalê jî di saet 18.00’an de li gel nîşandana fîlmê Ghamkin Saleh ê bi navê The Last Word from Bavê Tayar (Gotina Dawî ya Bavê Teyar) were kirin.
Di çarçoveya festîvalê de ji bilî nîşandana fîlman wê hin atolye, civîn û hevpeyvînên derhêneran jî werin lidarxistin.
Temaşevan û kesên eleqedar dikarin bi rêya navnîşana https://kffzurich.ch xwe bigihînin agahiyên berfirehtir.

