Ji bo Newroz Bozkurt ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê teşhîsa Losemiya Lîmfosîtîk a Kronîk (KLL) lê hatibû danîn, ji ber giranbûna nexweşiya wê di 12’yê Cotmehê de ji aliyê parêzerên wê ve serlêdana taloqkirina înfazê li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatibû kirin, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.
Tevî ku 40 roj li ser serlêdanê re derbas bûne jî, ji dozgeriyê tu bersiveke derbarê taloqkirina înfazê de nehatiye dayîn û dermankirina Newroz Bozkurt a ku di 14’ê Mijdarê de ji ber rîska jiyanî rakiribûn nexweşxaneyê, berdewam dike.

