Televîzyona fermî ya Îranê li gorî agahiyên ji Artêşa Pasdaran ya rejîma Îranê girtî, ragihand ku bi rêya sîstemeke nû ya parastina asmanî, droneyek DYE’yê li Tengava Hurmizê kirine armanc û xistine xwarê.
Hate diyarkirin ku ji destpêka şer ve 58 droneyên Emerîkî yên ji cureyê MQ-9 ji aliyê hêzên wan ve hatine xistin û got: “Her ku Emerîka li ser çêkirina tevilhevî û pirsgirêkan li derdora Îranê berdewam bike, emê hîn bêhtir alav û çekên Emerîkî têk bibin.”

