Xisara li xwezayê ya ji ber avhewayê ya li Tirkiyeyê giran dibe. Li gorî dneyên Tarim Orman-Işê di nava deh salên dawî de li Tirkiyeyê qadeke ji 257 hezar hektarî tine bû.
Ziwabûna gelek golên xwezayî û veguherîna Tirkiyeyê ya weke cihekî ji bermahiyan, ziyana li hevsengiya ekolojîk zêdetir dike. Cudahiya navbera demsalan bi rengekî şênber kêm dibe, germahî zêde dibe, ziwatî berfireh dibe.
Endamê Koalîsyona Edaleta Avhewayê û dilxwazê Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan akademîsyen Metin V. Bayrak xisara li hawirdorê ya li Tirkiyeyê û encamên krîza avhewayê ji ajansa me re nirxand.
Bayrak diyar kir ku krîza avhewayê şêweyê şênber ê krîza şaristaniyê ya li ser xwezayê ye û got, “Em têkiliya ku bi Şoreşa Endustriyê re mirovah bi xwezayê re daniye weke serweriyê pênase dikin. Ji F. Bacon heta niha me ev agahî weke amûreke serweriya li ser xwezayê dît, xweza jî weke çavkanî dît. Ev nêrîn ji ber wê yekê bû ku mirov xwe li derveyî xwezayê didît. Hablûkî bi zindî û ne zindiyan hemû hebûn bi hev re ne; em hevjiyana gerstêrka xwe ne.
Em niha encamên şêweyê vî fikrî niha werdigirin. Ji ava ku em dikişînin nava xwe heta bi ava vedixwin, ji xwarina xwe heta bi stargeha xwe em li her qada jiyana xwe li encamên vê yekê rast tên. Lê belê çawa ku para me ya ji aliyê afirandina vê krîzê weke hev nîne, şêweyê ku em li encamên wê rast tên jî weke hev nîne. Lewma krîza avhewayê di heman demê de pirsgirêkeke edaletê ye.”
Bayrak destnîşan kir ku li gel bandorên krîza avhewayê ya li Tirkiyeyê pirsgirêkên hawirdorê jî hene ku bi polîtîkayên cemaweriyê kûr bûne û got, “Li Tirkiyeyê ya gelekî hesas tejaneya Derya Spî ye. Gelo rêveberên cemaweriyê bi vê agahiyê çi kir? Dehan saln in me mezinbûn, pêşveçûn daxistin asta avadaniyê û talanê. Me zeviyên çandiniyê pêşkêşî avadaniyê kir, rêgehên çem guhert, qadên şilî ziwa kir, daristanên xwe pêşkêşî madenkariyê kir.
Gelo çiqasî rast e ku mirov dewlemendiya welatekî bi bidestxistina hatineya ji çikandina hebûneyên wê bipîvin? Bi tinekirina daristanan hûn dibêjin ku nirxekî aboriyê hildiberînin. Gelo nirxê daristana ku hatiye tinekirin di nava vê hesabê de ye?”
‘LI HERÊMÊN KURDAN BI HINCETA EWLEKARIYÊ XWEZA TÊ TALANKIRIN’
Bayrak anî ziman ku talankirina ekolojîk a li rojavayê Tirkiyeyê bi hincetên aboriyê tê kirin, li cografya Kurdan bi polîtîkayên ewlekariyê tê meşandin û bal kişand ser birîna daran a li Şirnexê. Bayrak diyar kir ku birîna daran a li Cûdî, Gabar û Bestayê têkiliya navbera polîtîkayên ewlekariyê û hilweşîna ekolojiyê radixe pêş çavan û got, “Divê mirov di vir de têgîna ‘ewlekariyê’ weke pirsgirêkekê bibînin. Em qala ewlekariya kê û çi dikin? Bi talankirina cografya jiyanê ya gelekî hûn qala ewlekariya kê dikin?” Bayrak bi pirskirina van pirsan got, “Em qala cografyayeke welê dikin ku bi hinceta ‘ewlekariyê’ bendav lê têne çêkirin, li gel ku tê zanîn ku bendav ekolojiyê hildiweşîne. Ti hincet nîne ku ewlekarî, biryarên cemaweriyê li derveyî kontrola cemaweriyê bêne hiştin. Aştî jî aliyekî ekolojîk e. Heta ku têkiliya gelekî bi xaka lê dimîne neyê sererastkirin, mînak; heta ku çêrgeh neyên serbestkirin gelo hûn ê karibin aştiyeke civakî çêbikin?”
‘TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ E’
Metin V. Bayrak destnîşan kir ku têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke demdirêj e, têkoşînên xwecihî jî yek ji sparteyên herî girîng ên vê pêvajoyê ye û işaret bi girîngiya hevparekirina tecrûbeyên têkoşîna xwecihî kir.
Bayrak got, “Nêrîna hawirdorparêzî û nêrîna ekolojîk cuda ye. Dema ku qala hawirdorê tê kirin em mirov li navenda wê bi cih dikin, hebûneyên din jî li dora mirov bi cih dikin. Nêrîna bi rengê ekolojîk jî ew e ku mirov girêdana bi hev re ya hemû hebûyan bibîne, têgîna ‘hevjiyanê’ bibîne û fêhm bike.
Têkoşîna ekolojiyê ji bo rizgarkirina çem û daran e. Lê belê ji vê jî wêdetir e. Di heman demê de têkoşîna guhertina şêweyê me yê karkirinê, hilberînê, bikaranînê, rêvebirinê û jiyana bi hev re ye. Dîtina hevpariya têkoşînên cuda ye.”

