25 koçberên ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatin dersînorkirin, êvara Înê gihîştin Liberyayê. Li gorî agahiyên ku rayedarekî Komîsyona Entegrasyon, Jinûve Bicihkirin û Vegerandinê ya Liberyayê da AFP’ê, piraniya koçberan ku du ji wan jin e ji welatên Emerîkaya Başûr hatine.
Bi vê yekê re Liberyayê ji meha Tebaxê û vir ve koma sêyemîn a koçberên ji DYE’yê hatin dersînorkirin, qebûl kir. Vî welatî 20’ê Tebaxê 20, 25’ê heman mehê jî 15 koçber qebûl kiribû.
Şandina koçberan ji welatekî sêyemîn re weke parçeyek ji polîtîkayên rêveberiya Serokê DYE’yên Donald Trump ên têkoşîna li dijî koçberiyê tê meşandin. Di çarçoveya bernameyê de bû cihê nîqaşan, Liberyayê ragihandibû ku wê di nava salekê de heta 1.200 biyaniyan qebûl bike.
Liberya ku yek ji welatên xizan ên Efrîkaya Rojava ye, tevlî wan welatên Efrîkayê bû ku mehên dawî kesên ji DYE’yê hatin dersînorkirin qebûl kirin. Sierra Leone, Gineya Ekvatorê, Gana, Ruanda, Sudan a Başûr, Kamerun, Esvatini û Komara Kongo ya Demokratîk jî tevlî peymanên bi heman rengî bûn. Piraniya van peymanan di berdêla piştgiriya lojîstîkî û malî ya DYE’yê ve hatin kirin.
Hikumeta Liberyayê meha Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di berdêla tevlîbûna li bernameyê de tazmînat nexwestiye, yan jî sozeke xelatê wernegirtiye. Lê belê li gorî nûçeyeke New York Timesê ku agahiyên xwe dispart belgeyên fermî, DYE’yê 5 milyon dolar (4,2 milyon Euro) daye Liberyayê.

