YRK’ê ragihand ku artêşa Îranê bi dron û topxaneyan navçeya Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir. Hate ragihandin ku ziyanek mezin gihiştiya xwezayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êriş û helwestên rejîma Îranê ya li ser bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê agahî da.
YRK’ê ragihand ku rejîma Îranê careke din du dron cûreya Şahid, droneke bombebarkirî ya biçûk û hewanên 120 milîm navçeya Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kirin.
YRK’ê destnîşan kir ku êriş ji navenda leşkerî ya Gundê Derê û navendên derdorî wê hatiye pêkanîn.
Hate ragihandin ku di êrişê de zayan ber jîngeh, erdnîgarî, çavkaniyên xwezayî û lawirên kovî yên li herêmê ketiye.
YRK’ê eşkere kir ku ti ziyanên canî negihiştiye hêzên wan.
YRK’ê ragihand ku li gorî agahiyên hatine girtin, rejîma Îranê li Serdeştê xwe amade dike ji bo operasyoneke berfireh a leşkerî. Di vê çarçoveyê de rêgiriyê li hatin û çûna welatiyan digre. Tirs û fikaran belav dike li herêmê.
YRK’ê piştrast kir ku her êrişke ji aliyê rejîma Îranê ve li ser wan bê kirin, wê di çarçoveya ‘Parastina Rewa’ de bersiv bidin û ji bo hemû rewşê jî amade ne.

