Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma 25ê Mijdarê ya Jinan, bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî, bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” meşek li dar xist. Jin li ber Tunela Taksîmê kom bûn. Jin xwestin bimeşin Qada Taksîme lê polîsan meşa jinan bi toma û dorpeçê asteng kir. Lê jinan li ber xwe dan û meşek li dar xistin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoğlu, Hevberdeka giştî ya HDK’ê Meral Daniş Beştaş, rêveber û endamên partiyên siyasî, Aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn. Di meşê de jinan dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin û dovîzên “Kuştina jinan polîtîk e ”, “Jin bi tekoşînê azad dibin”û wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hilgirtin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Dema Jinan Lavîn Bîlge Kardaş ve hat xwendin
Lavîn Kardaş anî ziman ku her roj ew bi kuştineke din a jinan şiyar dibin û got: ”Jin winda dibin, ji hêla mêrên ku wan gelek caran gilî kirine têne kuştin û mirina wan biguman tê nîşandan. Biryarên dûrxistinê û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicîhanîn. Hêzên qanûnê û darazê mêran diparêzin û bi sûcdarên mêr ên tundiyê re hevkariyê dikin. Mêrên ku jinan dikujin bi bêcezatiyê têne xelat kirin. Daraz jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin ceza dike. Jinên ku dixwazin dev ji mêrên ku bi salan e rastî tundiya wan hatine berdin, ku daxwazên wan ên parastinê tevî serî li hêzên ewlehiyê dane jî hatine redkirin.
Lavîn Kardaş diyar kir ku pêrgala mêr-serdest bi polîtîkayên xwe yên şer jiyana jinan dike armanc û got: ”Li bajarên Kurdan, dewlet bi danîna mêrên biûnîfomeyan; polîtîkayên şerê taybet li dijî jinan pêk tîne. Çeka dewletê vediguhere tundiya zayendî li dijî jinan. Em mafên xwe, jiyana xwe û kolanên ku hûn hewl didin ji me re teng bikin diparêzin. Em hêrs û dengê xwe dikin yek; em piştgiriya xwe û têkoşîna xwe xurt dikin.”
Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

