Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Em qala aştiyeke bi rûmet dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
Jin

Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daketin qadan; banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezatiyê û newekheviyê kirin. Jinan daxwaza azadî, wekhevî û aştiyê anîn ziman. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li gelek bajaran daketin qadan, bertek nîşanî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezatiyê û qetlîamên jinan dan. Jinên ku meş û daxuyaniyên çapemeniyê li dar xistin, banga parastina mafên hatine bidestxistin, misogerkirina mafê jiyanê yê jinan û avakirina jiyaneke wekhev û azad kirin.

ŞIRNEX

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê li ber Edliyeya Cizîrê daxuyanî dan. Jinên ku qordelayên mor bi xwe ve kiribûn, pankarta “Em li dijî tundiyê bêdeng namînin, em mafê jiyanê yê jinan diparêzin” vekirin.

Endama Lijneya Rêveber a Baroya Şirnexê Edîbe Burcu Mungan diyar kir ku tundiya li ser jinan binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye û destnîşan kir ku bêcezatî nayê qebûlkirin û ew ê ji bo jinan jiyaneke wekhev, azad û bê tundî têbikoşin. Daxuyanî ji aliyê parêzer Guneş Ozlem Demîr ve hat xwendin. Piştre jinan destên xwe bi rengê mor boyax kirin, şopên destên xwe li ser tuwalê hiştin û çalakiya bêdengiyê li dar xistin.

BI PÊŞENGIYA TJA’YÊ MEŞ

Li Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jî meşek hat lidarxistin. Jinên ku li Qada Omer Kabak hatin cem hev, bi çepik û tilîliyan ber bi Qada Komarê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmeyên derbarê azadiya jinan de hatin berzkirin.

Piştî meşê aktîvîsta TJA’yê Nafiye Geçgel daxuyaniya çapemeniyê xwend. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo azadiya jinan. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pêvajo tenê wekî bêdengkirina çekan û bidawîbûna pevçûnan neyê nirxandin û got ku divê azadî, ked û wekheviya jinan bê misogerkirin. Newroz Uysal Aslan bal kişand ser nêzîkatiya Rêber Apo ya derbarê azadiya jinan de jî û li ser navê jinên Şirnexî silavên xwe şandin.

DAXUYANIYA MECLISA JINAN A KESK’Ê

Meclisa Jinan a Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê jî li ber avahiya nûnertiyê ya li Cizîrê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Em li malê, li kolanê, li cihê kar ne ewle ne, werin em xwe birêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin” hat vekirin de, Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Şirnexê Gulistan Mîrzaoglu axivî. Gulistan Mîrzaoglu diyar kir ku xizanî, bêkarî, cudakarî, mobbîng, zextên siyasî û xespkirina mafan jî şêweyên cuda yên tundiyê ne. Gulistan Mîrzaoglu got ku ew ê bi rêxistinbûnê têkoşîna wekhevî, azadî, ked û aştiyê ya jinan mezin bikin.

SEMSÛR

Platforma Jinan a Semsûrê ji Parka Koşûyolû ber bi Qada Newrozê ve meşek li dar xist. Jinên ku wêneyên jinên di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, daxwaza edalet û azadiyê anîn ziman.

Li ser navê jinan Asli Dede axivî û diyar kir ku ew ê rêxistinbûna xweser a jinan, îradeya azad û xweparastinê xurt bikin. Asli Dede anî ziman ku divê di her qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin bibin kirdeyên wekhev, damezrîner û biryardar û got ku ew ê dest ji têkoşîna mafê jiyanê, azadî, wekhevî û aştiyê bernedin.

EDENE

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê rapora qetlîamên jinan û mirinên biguman ên jinan a 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê li Edeneyê 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 4 jinan jî wekî biguman derbasî qeydan bû. Li seranserê welat jî 245 jin hatin qetilkirin û mirina 258 jinan wekî biguman hat dîtin.

Komîsyona Jinan di serî de ji nû ve îmzekirin û bicihanîna bi bandor a Peymana Stenbolê, bicihanîna bêkêmasî ya Qanûna hejmar 6284’an, bidawîkirina zextên li ser rêxistinên jinan, zêdekirina stargehên jinan û piştgirîkirina serxwebûna aborî ya jinan, pêşniyareke ji neh xalan pêk tê pêşkêş kir.

MÊRSÎN

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê li Baxçeyê Edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku Platforma Jinan a Mêrsînê jî piştgirî dayê de, endama ÎHD’ê Fatoş Sarikaya axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa pêvajoyên pevçûnan û polîtîkayên zordar ên dewletê.

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Melek Şaraldi jdiyar kir ku rêxistinbûna xweser a jinan, destketiyên hevserokatî û nûnertiya wekhev têgihiştineke alternatîf a jiyan û rêveberiyê derdixe holê û got: “Em ê ne temaşevanên aştiyê bin, em ê bibin muzakerevan, biryardar û kirdeyên damezrîner ên aştiyê.”

STENBOL

Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Navendê Ozlem Ozkan ku daxuyanî xwend û diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundiya mêran, kedxwarî û newekheviyê ye.

Ozlem Ozkan ragihand ku di 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an de 245 jin hatine qetilkirin û 274 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û got ku mirinên jinan û tundiya sîstematîk her ku diçe zêde dibin. Ozlem Ozkan anî ziman ku divê mekanîzmayên parastina jiyana jinan bên xebitandin û hemû beşên civakê beşdarî têkoşînê bibin.

SÊRT

Li Sêrtê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji ber avahiya partiyê ber bi Dibistana Navîn a Sancaklarê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin de, jinan dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.

Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan polîtîkaya sîstema serdest a mêr e û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku tu cînayetên jinan bên jibîrkirin û tu mirin di tariyê de bimînin. Revşan Arslan diyar kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin bibin kirdeyên damezrîner û banga têkoşîna birêxistinkirî kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê, baviksalarî, qirkirina jinan, xizanî û newekheviyê têdikoşin. Saritaş anî ziman ku jin ne tenê ji bo bibîranîna kesên hatine qetilkirin, ji bo parastina paşeroja xwe jî li qadan in.

DAXUYANIYA ÎHD’Ê

Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê jî li pêşiya Avahiya Kargeha Îdareya Taybet daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zozan Akdogan Nas diyar kir ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê zemîn ji zêdebûna tundiya li ser jinan û cînayetên jinan re amade kiriye. Zozan Akdogan Nas daxuyand ku di 10 mehên destpêkê yên 2026’an de 242 jin hatine qetilkirin, 492 jin rastî tundiyê hatine û 167 jin rastî tacîzê hatine.

QERS

Li Qersê rêxistinên jinan û nûnerên sendîkayan li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî dan. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Yapi-Yol Senê ya KESK’ê Pinar Aydin daxuyanî xwend.  Pinar Aydin diyar kir ku nirxên serdest ên mêr, mîlîtarîst û feodal bi îdeolojiya fermî ya dewletê re bûne yek û jinan dikin hedef. Pinar Aydin diyar kir ku jin barê herî giran ê qetlîam, tundî û êşên civakî yên tên jiyîn hildigirin.

COLEMÊRG

TJA’yê ji xaçerêya Otela Şenlerê ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşek li dar xist. Jinan di meşê de li dijî tundiya mêran û polîtîkayên dijminatiya jinan dirûşme berz kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin ku di meşê de axivî, diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet berdewam dikin. Oznur Bartin doza destdirêjiya zarokeke 13 salî ya li Geverê bi bîr xist û got ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser jin û zarokan bidomînin.

ÎDIR

Li Îdirê jin ji Kolana Prz. Îbrahîm Bozyel ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan. Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di meşê de axivî, diyar kir ku civakeke ku jin tê de ne azad bin, azad nabe û got ku ew ê parastina azadiya jinan û mafê jiyanê bidomînin.

AGIRÎ

Li Agiriyê bi pêşengiya TJA’yê meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Di meşa ku rêxistinên demokratîk jî beşdar bûn de, wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Başboga daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan.

MÛŞ

Jinên ku bi pêşengiya TJA’yê li pêşiya Şitilgeha Yeşîlceyê hatin cem hev, meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin, jinan daxwaza têkoşîna birêxistinkirî û azadiya jinan anîn ziman.

Polîsan xwest ku wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin bên rakirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş bertek nîşanî polîsan da. Jinên din jî bi çepikan hewldana polîsan protesto kirin.

Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag ve hat xwendin. Piştre aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û diyar kir ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji ber têkoşîna azadiya jinan û helwesta wan a li dijî sîstema serdest a mêr hatine qetilkirin. Çaglar Demîrel êşkence û tazîkirina bedena Ekîn Wan bi bîr xist û anî ziman ku îradeya jinan bi van êrîşan nayê şikandin.

ERZIROM

Li navçeya Qereçoban a Erziromê jin ji ber DEM Partiyê kom bûn  û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Di meşa bi pêşengiya TJA’yê hat lidarxistin de jinan dowîzên “Unîforma nabe ji sûc re bibe mertal” hilgirtin.

Piştî meşê Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî axivî û bertek nîşanî bêdengiya li hemberî qetlîamên jinan da. Berîvan Bahçecî bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên di girtîgehan de û xwest ku girtî bên berdan.

BEDLÎS

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi pêşengiya TJA’yê ji Rawestgeha Xîzanê ber bi birca saetê ve meşek hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk axivî û bertek nîşanî cezanekirina kiryarê dosyaya Ayşe Înceyol da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp jî diyar kir ku jinên hatine qetilkirin ne tenê hejmar in û got ku di civakeke ku jin tê de ne azad bin de wekhevî ne pêkan e.

RIHA

Jinên ku bi banga Platforma Jinan a Rihayê li ber AVM’ya Novada Park a li navçeya Xelîliyê hatin cem hev, ber bi Qada Topçûyê ve meşiyan. Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, daxwazên azadiya jinan, edalet û têkoşîna birêxistinkirî anîn ziman.

Berdevka Demê ya Platformê Arjen Uluba daxuyanî xwend û diyar kir ku divê saziyên ku bi parastina jiyana jinan berpirsyar in erkên xwe bi cih bînin. 

DÎLOK

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li navçeya Şahînbeyê meşek hat lidarxistin. Jinên ku li Parka Kirkayakê hatin cem hev, peyamên têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê dan û ber bi Parka Balikliyê ve meşiyan.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiyê de axivî û bal kişand ser dosyayên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş û xwest hesab ji rayedaran bê pirsî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku jin li dijî îstîsmarkirina zarokan, cînayetên jinan û polîtîkayên şerê taybet têdikoşin û got: “Li cihê ku jin ne azad bin tu kes ne azad e.”

Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bal kişand ser hêza birêxistinkirî ya têkoşîna jinan.

TRABZON

Platforma Jinan a Demokratîk a Trabzonê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku ji Kolana Maraşê ber bi Parka Meydanê ve meşiyan, bertek nîşanî tundiya li ser jinan, polîtîkayên bêcezatiyê û newekheviya aborî dan. Jinan banga bicihanîna qanûnên parastinê yên bi bandor û misogerkirina îstîhdama mayînde kirin.

DERSIM

Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kolana Hunerê hatin cem hev, ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de banga edaletê ya li dijî polîtîkayên bêcezatiyê û têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî tundiyê hat kirin.

Li ser navê platformê Duygu Kurban axivî û xwest ku aqûbeta Gulistan Doku bê eşkerekirin. Duygu Kurban diyar kir ku aştî ne tenê tê wateya bêdengbûna çekan û got ku divê jinên ku wêrankariya şer jiyane di pêvajoyên aştiyê de bibin kirdeyên biryardar û damezrîner. Duygu Kurban diyar kir ku di serî de Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Şule Çet ew ê dest ji têkoşîna edaletê ya ji bo jinên hatine qetilkirin bernedin.

XARPÊT

Li Xarpêtê jinên ku li Qada PTT’ê hatin cem hev, ber bi Mala Mamosteyan ve meşiyan. Di meşê de dowîzên “Budçe ne ji bo şer, ji bo jinan”, “6284’anbi cih bîne” û “Neparêze, pak neke, bidarizîne” hatin hilgirtin. Li ser navê Platforma Jinan a Xarpêtê Irmak Oztan daxuyanî xwend û banga têkoşîna li dijî qetlîamên jinan û polîtîkayên dijminatiya jinan kir.

DEP

Meclîsa Jinan a Şaredariya Depê bi beşdariya Hevşaredar Eda Durmuş li ber şaredariyê daxuyanî da. Piştî daxuyaniya ku bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, portreyên jinên hatine qetilkirin li darekê hatin daliqandin.

ÇEWLÎG

Li Çewlîgê jinên ku ji Parka Bajêr ber bi pêşiya AVM’ya Kaliumê ve meşiyan, li dijî qetlîamên jinan û tundiya mêran dirûşme berz kirin. Di çalakiyê de navên jinên hatine qetilkirin yek bi yek hatin xwendin.

Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Çewlîgê Gamze Nur Arslan daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî qetlîamên jinan. 

ENQERE

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê ji Kolana Yukselê ber bi Kolana Sakaryayê ve meşek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdarî meşê bûn.

Di daxuyaniyê de cînayetên jinan, polîtîkayên bêcezatiyê, dosyayên Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Îpek Er, cudakariya ku jinên astengdar dijîn û kedxwariya keda jinan hatin rojevê. Jinan bertek nîşanî kêmbûna çavkaniya ku di budçeya 2027’an de ji bo parastina ji tundiyê hatiye veqetandin dan û xwestin ku girtiyên siyasî yên jin bên berdan.

ÊLIH

Meclisên Jinan ên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji xaçerê ber bi Qada Pêşangehê ya Yilmaz Guney ve meşek li dar xistin. Jinên ku dowîzên “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne, tundiyê asayî nekin” û “Qetilkirina jinan polîtîk in” hilgirtin, banga têkoşîna birêxistinkirî kirin.

Piştî meşê Sekretera Jinan a Tum Bel-Senê Amîne Evîn Tuzun axivî û diyar kir ku jin bi piranî ji aliyê mêrên ku nas dikin û herî nêzî wan in ve rastî tundiyê tên.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameyên çalakgerê fedaî Rojger Hêlîn

Yek ji du gerîlayên ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin Rojger Hêlîn beriya çalakiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û terorê, “berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?