Bi wesîleya salvegera 48’an a damezirandina PKK’ê (27 Mijdar) li herêmên Cizîrê û Kobanê çalakî hatin lidarxistin.
Şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên herêma Cizîrê şahiyek li Navenda Parastina Cewherî li dar xist.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Cemîl ev bone li gelê Kurd û malbatên şehîdan pîroz kir. Cemîl anî ziman ku PKK’ê ji bo aştî, azadî û mafên gelên bidest ava bû.
Piştre hunermend Wail Haco, Koma Alanya û Koma Serhildan stranên şoreşgerî gotin. Li ber stranan jî xelekên govendê hatin gerandin.
Ciwanên Kobanê jî bi heman boneyê meşek li dar xist.
Ciwanan bi hildana alên PKK û wêneyên Rêber Apo, ligel berzkirina dirûşman ji navenda bajêr heya girê Miştenûrê meşiyan. Li ser gir jî bi tîpên ji agir navê PKK’ê nivîsandin û li ber stranan govend gerandin.
Her wiha şêniyên Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Tirbespiyê û Qamişloyê serdana pakrewangehan kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
Li aliyekî din jî şêniyên Dêrik û herêma Koçeratê bi rakirina meşaleya ber bi çiyayê Qereçoxê ve meşiyan.
Li çiyayê Qereçoxê daxuyaniyek ji aliyê Stêrvan Ehmed ve hat xwendin. Di dawiyê de 27’ê Mijdarê li malbatên şehîdan û Rêber Apo hat pîrozkirin. Hate gotin PKK’ê ku ji 48 salan ve ji bo azadî, aştî, demokrasî û parastina destkeftiyên gelê Kurd tê dikoşe.

