În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’
Jin

‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

Seroka Desteya Yasayî ya Tora 8’ê Adarê Dr. Razaw Gulî Mahmood, bal kişand ser rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, zêdebûna kuştina jinan û darvekirina çalakvanan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya nirxandina Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Seroka Desteya Yasayî ya Tora 8’ê Adarê di hevpeyvîneke taybet de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Dr. Razaw Gulî Mahmood, di axaftina xwe de li ser rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kuştina jinan, darvekirina çalakvan û azadîxwazan, her wiha girîngiya yekîtiya jinan rawestiya.

 

Dr. Razaw Gulî Mahmood, diyar kir ku kuştina jinan û hemû cureyên tundûtûjiyê yên li dijî wan, bingeha xwe ji pirsgirêkên kûr ên civakê digire. Dr. Razaw Gulî Mahmood, da zanîn ku, civakên di bin bandora hişmendiya paşverû de mane, bi hêsanî nikarin ji vê rewşê rizgar bibin. Dr. Razaw Gulî Mahmood, got ku tiştên ku îro li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Kurdistanê diqewimin, ji bo civakê ne nû ne; lê belê berdewamkirina wan bûye sedema fikarên cidî û pêdiviya çareseriyên bingehîn derxistiye holê.

DI NAVA 11 MEHAN DE 691 KES LI ÎRANÊ HATIN DARVEKIRIN

Dr. Razaw Gulî Mahmood, bal kişand ser rewşa civakî, siyasî û aborî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got ku 11 mehên borî bi krîz û aloziyên giran derbas bûne.

Dr. Razaw Gulî Mahmood, ragihand ku di vê heyamê de 691 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û wiha axivî: “Di 11 mehên borî de 691 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Ev yek di asta cîhanê de jî sûcekî mezin e.” Dr. Razaw Gulî Mahmood, her wiha got ku tevî krîza aborî ya giran, rejîma Îranê darvekirin û cezayên giran li dijî çalakvanên azadiyê, yên wekheviyê û kesayetên şoreşger didomîne.

DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BÛYE PEYAMA CÎHANÎ

Dr. Razaw Gulî Mahmood, destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li gelek welatên cîhanê jî bandoreke mezin çêkiriye û bûye sedema piştgiriyeke navneteweyî ji bo têkoşîna jinan.

Dr. Razaw Gulî Mahmood, got ku wekî Platforma Jinên Neteweyî ya Kurd û Tora 8’ê Adarê, di civîn û çalakiyên xwe de her tim behsa girîngiya derxistina rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê li pêş û derneketina bêdengiyê li hember tundûtûjiyê teqez kirine. Dr. Razaw Gulî Mahmood, anî ziman ku pirsgirêka jinan divê ne tenê wekî pirsgirêkeke civakî, di heman demê de wekî mijarek bingehîn di polîtîkayên rêveberiya dewletê de were dîtin.

ZILAMSALARÎ Û NEBÛNA QANÛNÊN WEKHEV MAFÊN JINAN DIXE XETEREYÊ

Dr. Razaw Gulî Mahmood, li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê rawestiya û bal kişand ser girîngiya parastina statuya Herêma Federal a Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên navbera aliyan bi rêya diyalogê. Her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina mafên jin û zarokan pêwîstî bi qanûnên wekhev û mekanîzmayên qanûnî heye.

Dr. Razaw Gulî Mahmood wiha got: “Heta ku jin azad nebin, civakeke me ya azad pêk nayê. Pêwîstiya me bi qanûnekê heye ku jin û mêr wek mirovên wekhev bibîne û di bingeha zayendî de cudahiyê di navbera wan de çêneke.”

JI BO ÇALAKIYÊN HEVPAR ÊN LI DIJÎ KUŞTINA JINAN BANG HAT KIRIN

Dr. Razaw Gulî Mahmood, ragihand ku di çarçoveya 16 Rojên Çalakiyê yên li Dijî Tundiya li ser Jinan û di tevahiya salê de, ew ê bi rêya kampanyayên hişyariyê, medyaya civakî, çalakiyên hunerî û medyayî piştgiriyê bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên Kurdistanê. Dr. Razaw Gulî Mahmood got: “Em ê di 26’ê Mijdarê de li Silêmanî, Hewlêr û bajarên din dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan bikin da ku li dijî kuştin û xwekuştina bi şewatê ya jinan dengê xwe bilind bikin.”

Dr. Razaw Gulî Mahmood, di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ji bo parastina jin û keçan li hember tundûtûjiyê, pêwîstî bi avakirina mekanîzmayên mirovî û yasayî heye. Dr. Razaw Gulî Mahmood, her wiha bang li civaka navneteweyî û hêzên navxweyî kir ku zextê zêde bikin da ku kuştina jinan û darvekirin bên rawestandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANIYE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 27’ê Mijdarê ji gelê Kurd re ronahiyek pêket
Nûçeya Pişt re Li Sudanê êrişa bi droneyê: 11 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Dewleta Tirk rojê bi sedan car êrîşî sivîlan dike’

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şevê li gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê maleke…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê çalakiya li dijî dagirkeran

Yekîneyên çalakiyê yên jinê diyar kir ku li Geverê li du deverên cuda çalakî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Wanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî dan û meşiyan

TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de di hevdîtina jinan ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?