Şemî, 28 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahir Elçî hate bîranîn: Bêyî edaletê aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partî Mazlûm e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkenceya kelemçeyê li girtiya nexweş Şefîka Kandar a ku milê wê şikestiye hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Faîk Bulut: ‘7 avhewa, 7 Herêm’ di pirsgirêka Kurd de gava yekem a çareseriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şîndar Botan: Şehîdên PKK’ê mîrateya herî mezin a têkoşîna Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roj Şîndar: Gelê Kurd bi avabûna PKK’ê ve hîn bêhtir wate qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundirîn da
Rojane

Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundirîn da

Dayik/Mirovên Şemiyê li hemberî bersiva Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî ya derbarê pêşnûmepirsa li ser Fehmî Tosûn, Hayrettîn Eren û Hesen Ocak de nerazîbûn nîşan dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 131’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidarxistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 131’emîn de bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dan ku wezîr îdia kiribû ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Stenbolê Sebla Arcan xwend.

Sebla Arcan, anî ziman ku di hefteya hezar û 131’emîn de ji bo heqîqet û edaletê li vir in û wiha got: “Şahîd, delîl, raporên TBMM’ê û biryarên dadgehên Ewropayê hene, lê ji bo derxistina heqîqetê tu gavên pêwîst nehatine avêtin. Ji roja ku windayên me hatine binçavkirin ve em bi înkarê re rû bi rû ne. Ev jî pêşiya lêpirsînan digire. Bêbandorkirina lêpirsînan jî polîtîkayên bêcezahiştinê derdixe pêş. Înkarkirina binçavkirina Hasan Ocak û Hayrettîn Eren û vekirina lêpirsînê derbarê Fehmî Tosûn de piştî 29 salan, ev tevahî girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn li Komîsyona Meclîsê hatin guhdarkirin. Paşê parlamenterê Yenî Partiyê Okan Konûralp ji Wezaretê Karên Hundirîn re pêşnûmepirs da. Wezaretê got ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin û derbarê Fehmî Tosûn de jî piştî 29 salan bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev bersiv ne rast e, em van wekî polîtîkayên înkarê dibînin.”

Sebla Arcan destnîşan kir ku ew ji Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dipirsin çima windayên xwe digerin û ev tişt anî ziman: “Çima em bi salan e li ber deriyê dadgehan in? Dema ku Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn hatin binçavkirin şahid hebûn. Biryarên DMME’yê hene ku derbarê mijarê de lêpirsînek baş nehatiyekirin. Lê çima hûn lêkolînek baş nameşînin? Çima li şûna ku hûn derbarê windayên me de lêkolîn bikin, berpirsiyariya xwe ji holê radikin? Em vê gotina wan a ne rast qebûl nakin. Dawî li polîtîkayên înkarê bînin. Ji destpêka doza Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn û tevahî dozan de lêpirsînek baş bikin. Çarenivîsa windayên me eşkere bikin. Kiryar û faîlan diyar bikin. Çend sal derbas bibe jî em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin.”

Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn jî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn dan û diyar kirin ku heta rastî derkevin holê ew ê têbikoşin.

Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di teqîna li Efganistanê de 25 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

6 rojnamevan hatin girtin

6 rojnamevanên ku 17’ê Çileyê di serdegirtinên malan de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye

Senarîst Onder Çakar ê ku li Komuna Fîlman a Rojava perwerdehiyê dide diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

Koordînasyona PAJK’ê got, “Li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tahir Elçî hate bîranîn: Bêyî edaletê aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Partî Mazlûm e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êşkenceya kelemçeyê li girtiya nexweş Şefîka Kandar a ku milê wê şikestiye hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?