Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), derbarê geşedanên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de, diyar kir ku armancgirtina destkeftiyên siyasî û civakî ku di encama têkoşîna gelê Kurd a salên dirêj de hatine bidestxistin, nayê qebûlkirin. Hate destnîşankirin ku destkeftî ne tenê bi statuya siyasî ya heyî re sînordar e, parçeyeke girîng a hebûn, îrade û pêşeroja gelê Kurd pêk tînin.
Di daxuyaniya CÎK’ê de wiha hate gotin, “Parastina maf û hiqûqa gelê Kurd, parçeyek nebe nabe ya lêgerîna azadiyê û têkoşîna dîrokî ya gelê me ye. Destkeftiyên ku li Başûrê Kurdistanê hatin bidestxistin, encama têkoşîna hevpar a tevahiya gelê Kurd e. Em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê dikin ku rêzê li mafên gelê Kurd bigre û dev ji polîtîkayên ku zirarê bide statu û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê berde.
Em bang li tevahiya gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û çar aliyên cîhanê dijîn dikin ku li hemberî geşedanên li Başûrê Kurdistanê helwestekî hevpar bigrin û yekîtiya neteweyî û piştevaniyê xurt bikin. Fikrên siyasî ji hev cuda jî bin, dema ku mijar bibe destkeftî û pêşeroja gelê Kurd, divê li dora têkoşîn û îradeyek hevpar li hev bicivin. Yekîtiya gelê Kurd mîsogeriya herî mezin a parastina destkeftiyên me û pêşeroja me ya azad e.”

