Piştî ku civîna şandeyên YNK û Tevgera Nifşê Nû ya li navenda giştî ya Tevgera Nifşê Nû ya li Silêmaniyê bidawî bû, her du aliyan civîneke hevpar ya çapemeniyê lidar xist.
Di civîna çapemeniyê de destpêkê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê û serokê şandeya YNK’ê Şalaw Kosret Resûl axivî û wiha axivî; “Îro şandeya me ji bo ku rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêk û krîzên ku derketine holê nîqaş bikin bi şandeya PDK’ê re civiya.
Armanca me ya vê hevdîtinê ewe ji bo ku welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji van pirsgirêk û krîzan xilas bibin, di mijarên şefafiyet, jiyan, xizmetguzarî, debara jiyanê û mûçeyan de helwestek hevpar bigirin û gavên zelal bavêjin.”
Her wisa Berdevkê Tevgera Nifşê Nû, Hîmdad Şahîn jî axivî û da zanîn ku hevdîtina wan bi armanca nîqaşkirina hevdîtinên wan yên bi YNK’ê re bû û got; “Emê nebin beşek ji rewş û krîzên ku jiyan, debara jiyanê û pêşeroja gel xistine xeterê. Belkû, peymana me ya bi YNK’ê re li ser wê yekê ye ku debara jiyana welatiyan baştir bikin, xizmet ji gel re bikin û hevsengiyê li ser bingeha prensîba xizmetê ava bikin.”
Têkildarî serdana PDK’ê jî Hîmdad Şahîn wiha got; “Li gorî me girîngiyeke ew qas zêde ya serdana PDK’ê nîne. Ji ber ku gel bi salane daxwaza avakirina hikûmetek li gorî berjewendiya gel dike. Niha, di demek ku berjewendî û çavkaniyên dahatê di xeteriyê de ne, şandeya PDK’ê bi lez û bez hate Silêmaniyê.”

