Li Dibistana Polîsan a navçeya Dîlovasiya Kocaeliyê komek zarokên ku 12-13 salî ne di sohbeta di navbera xwe de gotine Kurdistan mamoste li gerînendeyê dibistanê giliyê zarokan kir. Gerînendeyê dibistanê jî 8 zarokên ku temenê wan 12-13 salî de ne li odeya xwe kom kiriye û gilî li polîsan kiriye. Polîsan jî 2 zarokan binçav kir. Polîs 2 zarokan birin Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Emniyeta Kocaliyê.
Her du zarok piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan.

