Şemî, 2 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Avşar bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema peywirê ya qeyimê Mêrdînê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Gulanê ya Komînalê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Komxebata ‘Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê’ li Tebqayê hat lidarxistin
Rojava

Komxebata ‘Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê’ li Tebqayê hat lidarxistin

Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist. Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin. Zêdeyî 200 jin ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî komxebata bi zimanê Erebî bûn. Di komxebatê de pirtûka tezên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi zimanê Erebî hatiye amadekirin û broşurên li ser jiyana Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di komxebatê de sînevîzyona şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêznameyên xwe nivîsandine, qada parastinê û pergala êşkenceya Îmraliyê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin.

Di komxebatê de çar tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê ji aliyê endamên Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji beşdaran re hatin vegotin.

Di komxebatê de li ser encamên lêkolîn û nîqaşên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Heleb-Şehbayê, bi pêşkêşiya Zehrîban Hisên hate kirin. Hisên, rêbaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokê û nêzîkatiya wî ya li ser dîroka jinê vegot û girêdana dîrok û rastiya sosyolojîk û pêwîstiya şîrovekirina dîrokê bi perspektîfa jinê anî ziman.

Piştre li zer zayendperestiyê ji aliyê endama Akademiya Rêbertî ya Zanistên Mirovî ya Dêrik û Hesekê Eylûl Rizgar ve hat xwendin. Eylûl got: “Destanên olî û efsanewî, felsefî û zanîstî berhema hişmendiya zilaman a desthilatdaran e. Ji bo rizgariya jinan pêwîst e jin tê bikoşin û zilaman biguherînin.” Eylûl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev yek wek kuştina zilamperestiya hegemonîk bi nav kir û ev jî pêwîst e ji armancên şoreşa jinan be.

Mijara sêyemîn a li ser jinan û malbatê ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Minbicê Mêrvet Mehmûd ve hat xwendin. Mêrvet di vê mijarê de got: “Bêyî jinan stûn û banî hildiweşin. Jin rêbaza yekane ku dikare malbateke şad ava bike. Rola wê di îstîqrara derûnî de mezin e.”

Mijara çaremîn jî ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Tebqayê Mariya El Meter ve hat xwendin. Mariya El Meter got: “Hevjiyana azad li ser wekheviya di navbera herdu zayendan de ava dibe û dûrî koletî û bindestiya herdu aliyan. Hevjiyana azad têkoşîna azadî û wekheviyê li dijî hemû cûreyên koletiyê ye. Pêwîstiya wê bi pêşxistina nirxên bingehîn ên civakê heye.”

Piştî axaftinan li ser pêşniyar û nêrînan encamnameya komxebatê hate xwendin. Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku divê bê armanckirin ku tezên azadiyê veguherînin peymana civakî ya jinan, tezên azadiyê bigihînin hemû gelên komun û meclîsan û ev lêkolîn bên belavkirin.

Komxebat bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TEBQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn
Nûçeya Pişt re Li Cizîrê Şêx Murşid serdana Mala Êzidiyan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tuncer Bakirhan serdana Nobeda Jiyanê kir 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re serdana "Nobeda Jiyanê" ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya nû ya êrîşên li Siwêdayê: Zêdetirî 2 hezar kes mirine

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên li ser bajarê Siwêdayê ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dema nû, destpêka nû: Komînal

Rojnameya Komînal bi 'Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk' a Rêber Apo dest bi weşana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sîpan Hemo: Qonaxa bê li ser yekkirina artêşê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welatiyekî Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Babê dewleta Tirk hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?