Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakçî: Ji bo aştiyê divê rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo vegera koçberên Êzidî banga pêkanîna şert û mercan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8 û 21’ê Adarê
Jin

Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8 û 21’ê Adarê

Rojnameya Jinê Newaya Jin bi wesîleya 8'ê Adarê û Newrozê giranî da ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê dixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya 228’an bi manşeta “Cejn biharbûna jiyanê ye” çap kir.

Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Adara 1996’an hatin berhevkirin û cih ji van gotinan re hate dayin, “Bi nêzîkbûna Newrozê re hest û fikir bi rastî jî ji her demê mezintir li her qada civakê belav dibin û vediguherin hêzeke madî. Cihê kêfxweşiyê ye ji bo yên ku bûne xwedî meşeke bi vî rengî.”

GELÊN ŞOREŞÊ Û 8’Ê ADARÊ

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat bi 8’ê Adarê re bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê xistiye. Samsat got, “Jin dînamîka bingehîn a serdema şoreşa demokratîk a civakî û hêza formasyona îdeolojîk e. Cografya navendî ya vê hêzê Kurdistan e. Bêguman ev yek encama têkoşîna nîv sed salê ya bi zor û zehmetî hate meşandin, encama hişmend, rêxistinî û danheviya çandî ya vê yekê ye.”

YÊN KU BÛN PIR DI NAVBERA 8’Ê ADARÊ Û 21’Ê ADARÊ DE

Nivîsa Denîz Nûrhak jî li ser şehîdên meha Adarê ye. Di nivîsa xwe ya bi sernavê “Jinên ku di navbera 8 û 21’ê Adarê de bûn pir” qala têkoşîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî û Sema Yuceyan kir.

Di rûpelên Kurdî de jî Berjîn Têkoşer qala jiyana têkoşînê û portreya Sema Yuce kir.

SEBAHAT TÛNCEL: WÊREKIYA JI BO AZADIYÊ

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel ku ji sala 2016’an û vir ve dîl hatiye girtin ji bo Newaya Jin gotarek nivîsî. Tûncel bal kişand ser 8’ê Adarê û têkoşîna jinê û got, “Em ‘yên ku ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin’, li dijî sîstema ku jinê dikuje bi hêrs in, xurt in. Gelo dem nehatiye ku em têkiliya xwe ya bi serweriya mêr bibirin û jiyaneke azad ava bikin? Bi dîtina min dema wê hatiye. Pêwîstiya me tenê bi liv û tevgerê heye, ew wêrekî jî bi jinan re heye. Tenê em bi vê hêzê bihesin.”

EM LI KU DEVERA VEGUHERÎNÊ NE?

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya ji bo bîranîna Zelal Zagros a li Kerkûkê di meha Çileyê de bi sûîqestê hate qetilkirin li ser şoreşa jinê ya li Başûrê Kurdistanê, Havîn Guneşer jî ber bi 8’ê Adarê ve li ser bersiva ji bo pirsa ‘Em li ku devera veguherînê ne’ nivîsîn.

BI RUHÊ ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BER BI 8’Ê ADARÊ VE

Roza Metîna têkildarî têkoşîna jinê ya li Bakurê Kurdistanê û 8’ê Adarê bi namzeta Hevşaredariyê ya Qoserê Hamdiye Bîlek û endama TJA’yê Xecê Şen re axivî. H erdu siyasetmedaran diyar kirin ku pêngava TJA’yê wê bi 8’ê Adarê re bigihêje asta herî bilind.

Zîlan Vejîn di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi 8’ê Adarê ve’ diyar kir ku dewleta Îranê ji ber tirsa ji pêla serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ darvekirina jinan zêde kir. Vejîn diyar kir ku zext bû sedem ku têkoşîna jinê hîn bêhtir xurt bibe.

HEVPEYMANA CIVAKÎ

Hevpeymana Civakî ku beriya çend mehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate qebûlkirin bi Tirkî ji aliyê Zeynep Kizilirmak, bi Kurdî ji aliyê Şervîn Nûdem ve hate nirxandin. Herdu nivîskaran hevpeyman ji bo mayindekirina şoreşa jinê weke nîşaneyek ji bo israra radîkal a li ser xeta azadiya jinê pênase kirin.

BER BI BAJARÊN JINÊ VE

Rojnameyê cih da hilbijartinên xwecihî yên ku 31’ê Adarê bêne lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bersiv da pirsên rojnamevan Nezahat Dogan û got, “Em ê bi jinan bi rê ve bibin.” Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî li ser mijarê bi Kurdî nivîsî û got, “Hevserokatî modelkee veguherîna civakî ye.” Ji nivîskarên rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî di gotara xwe ya vê mehê de li ser feraseta bajêr a bi rengê jinê, rola jinê ya di rêveberiyên xwecihî de rawestiya.

TÊKOŞÎNA JINÊ Û EKOLOJIYÊ YEKPARE YE

Nivîsên ekolojiyê yên rojnameyê di çarçoveya 8’ê Adarê de hatin amadekirin. Guler Yildiz têkildarî têkoşîna jinê û mêtingeriya li ser xweza û jinê rawestiya. Li rûpelên Kurdî jî gotara Dengîr Guneş a li ser têkiliya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ekolojiyê re hate weşandin.

Fîdan Yildirim portreya Daphne Carûana Galîzîa amade kir ku li Maltayê bi sûîqestê hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Nûjiyan Erhan a ku sala 2017’an meha Adarê li Şengalê hate qetilkirin, nivîseke Erhan a beriya şehîd bikeve li ser Şengalê amade kiribû, di rojnameyê de hate weşandin.

Hejmara vê mehê ya rojnameyê li navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malên Jinê yên li her kantonê -II
Nûçeya Pişt re KJK: Em 8’ê Adarê cîhanê bikin warê serhildanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Senfoniya taybet a ji bo salvegera pêngava 15’ê Tebaxê: Dengvedan

Di senfoniya ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de koroyeke Kurdistanî ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Ocalan nûnerê çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn e’

Endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên anî ziman ku Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

Hate ragihandin ku endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Zerdeşt Êzidî: Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?