Operasyona rizgarkirina bendav û bajarê Tebqayê, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de tê meşandin, dewam dike.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şerê ku duh danê nîvro dest pê kir heta danê vê sibehê dewam kir. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 3 ji wan li herêma di kontrola şervanan de man.
Wekî din, çeteyan duh êrîşî gundê Sahil El Xeşab kirin û ev êrîşa wan jî hat têkbirin. Di vî şerî de jî 5 çete hatin kuştin û cenazeyên 5 çeteyan tevî çekên wan ketin destê şervanan.