Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan xwepêşandaneke girseyî li Kobanê pêk hat.
Bi dehan jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî û çandî li Qada Şehîd Egîd li hev kom bûn û bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan.
Meşê heta Qada Jin a Azad dewam kir.
Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Neda Şahîn axivî. Neda Şahîn got, “Em vê rojê li tevahiya jinê cîhanê û bi taybetî jî li jinên ku ji bo azadiyê di nava çiyayên azad têkoşîn dikin pîroz dikin”.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.