Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Zeynep Celaliyan: Jinên berxwedêr ber bi ronahiyê ve dimeşin
Jin

Zeynep Celaliyan: Jinên berxwedêr ber bi ronahiyê ve dimeşin

Zeynep Celaliyan bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: “Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî dimeşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan 17 sal in di zindanên Îranê de bi gefa darvekirinê re rû bi rû ye. Zeyneb Celaliyan a ku niha li Girtîgeha Yezdê tê ragirtin bi boneya 8’ê adarê nameyek ji girtîgehê şandiye ku gihîştiye destê me û em bi wêneyê wê ya herî nû diweşînin. Zeyneb Celaliyan bang li gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz kir ku li her derê daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bikin.

Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Ez destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Em îsal jî gihîştin 8’ê Adarê, Newroz û biharê. Di 8’ê Adarê de jinan ji ber bêedaletî û hovîtiyê û ji ber armancên xwe gelek berdêl dane û jiyana xwe ji dest dane, ew êdî beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê nabin. Bibîranîna wan îlhamê dide me û ew qet namirin. Gelek kes ji ber bêedaletî û zilmê di zindanan de ne. Ez ji vir 8’ê Adarê li wan pîroz dikim. Em jinên zindanîkirî, em li ku derê bin jî em ê 8’ê Adarê bi rêzdarî hembêz dikin. Em hewl didin cîhaneke wekhev biafirînin da ku her roj wek 8’ê Adarê roja jinan be, ne tenê yek roj. Em rastî dijwarî û zehmetiyan tên, lê belê em ê berdewam bin heta ku serkeftin tê bidestxistin.

JIN BI SERBILINDÎ LI BER XWE DIDIN

Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. 8’ê Adara sala par piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû û piştî wê gelek êrîş li dijî jinan hatin kirin. Bi gaz û madeyên kîmyayî êrîşî jinan kirin û bi girtin û zindanîkirinê ji wan xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava ku jinan şerê DAÎŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrîşên taybet ku hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan êrîşan dikir. Lê belê hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin. Her wiha hin azadîxwaz hatin bidarvekirin û li hin azadîxwazan jî cezayên zindanîkirinê li wan hatin birîn. Tu yekî ji wan jî qebûl nekir ku li hemberî zilm û çewisandinê teslîmiyetê qebûl bikin. Lewma girîngiyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Ji ber ku saleke tijî berxwedan e.

RÊBER APO NÛNERÊ AZADIYÊ YE

Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Komployeke Navneteweyî hate revandin û 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Tevî piştgirîkirin û beşdarbûna xwe, daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya Rêber Apo bikin û daxwaza azadiya wî bikin. Bêguman Rêber Apo nûnerê azadiyê ye di zindanê de ye. Ev 25 sal in li dijî Tirkiye û NATO’yê li ber xwe dide. Ew nûnertiya fikir û ramaneke gerdûnî dike. Lewra hêjayî piştgirîkirinê ye. Ev berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiyê ya girtiyên nav zindanan. Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.

Ez dîsan hatina 8’ê Adarê li jinên têkoşer û li hemû gelan pîroz dikim. Wekî ku min berî niha got: Ez ê di jiyana xwe de hewl bidim ku xwîna azadîxwazan neyê rijandin û ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

8’ê Adarê li we hemûyan pîroz be! Bijî jinên azad. Jin, Jiyan, Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kevneşopiya civaka Kurd pêş dixe
Nûçeya Pişt re Mehekê herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Profesor Eva IIIouz: Ocalan ne şer, aştî hilbijart

Profesora Civaknasiyê Eva IIIouz got, “Ocalan pêngaveke mezin ku taybetmendiya rêberên mezin in avêt. Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên HTŞ’ê li Şamê êrîş birin ser Kurdan

Hêzên HTŞ'ê dor li taxa Zorava ya Şamê girtin û êrîş birin ser malên Kurdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas

Yekîtiya Jinên Suryanî ku sala 2013'an ava bû, bi piştevaniya jinên Ereb, Kurd û Suryanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Eyşe Efendî: Ez ê têkoşîna şehîd Salih Muslim dewam bikim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Salih Muslim ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Etiyopya lehî û hezaz: Herî kêm 48 kes mirin, 95 kes jî winda bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?