Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlonê ya kovara Ozgur Halkê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana goristanan kir: ‘Berpirsyariya bingehîn a siyasetê afirandina aştiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê em bi ruhê hevrê Çiyager xweparastina gelê xwe pêş bixin’
Kurdistan

‘Divê em bi ruhê hevrê Çiyager xweparastina gelê xwe pêş bixin’

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê got, "Ji bo vala derxistina êrîşên qirkirinê û serketina şerê gel ê şoreşgerî, divê em bi ruhê Hevrê Çiyager Hêvî re xweparastina gelê xwe li her qadê pêş bixin û xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona YPS/YPS-JIN’ê got, “Em hevrê Çiyager Hêvî şopdarê fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û her wiha yek ji fermandarên fedaî yên berxwedana xwerêveberiyê ya ku li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêş ket di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de birêzdarî bibîr tînin û di şexsê şehîd Çiyager Hêvî de em soza girêdanbûna xwe bi hemû şehîdan re dubare dikin.”

Di daxuyaniya Koordînasyona YPS/YPS-JIN’ê de wiha hat gotin:

“Li dijî ‘Plana Hilweşînê’ ya ku dewleta Tirk li ser esasê qirkirina gelê Kurd daye destpêkirin, bi pêşengiya Çiyager Hêvî, Nûcan, Zeryan û Xebatkaran gelê me berxwedaneke dîrokî raber kir û mohra xwe li dîrokê da. Vê berxwedana bi rûmet pêşî li van planên dijmin girt û gelê me yê berxwedêr nîşan da ku asta êrîşê çi dibe bila bibe ew ê serî netewînin û teslîm nebin. Dewleta Tirk a mêtinger ji pêvajoyên berxwedanên xwerêveberiyê heta roja îro êrîş dike û dixwaze encamê bidest bixe. Bi desteka sermayeya gerdûnî, NATO, hevkarên herêmî û xayinan armanc kir ku tevger, rêxistin, destkeftiyên gelê Kurd û hebûna gelê Kurd bi tevahî tasfiye bike. Ji bo vê jî ji her hêlê ve êrîş bir ser hemû nirxên gelê Kurd. Ev êrîş heta roja me ya îro jî dewam dikin. Di pêşengtiya Rêber Apo de têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd zêdeyî pêncî salan bi taybetî di van 9 salên dawî de bi awayekî bê navber û bi tempoyeke bilind berdewam dike. Mîna beriya 8 salan çawa li Sûr, Cizîr, Şirnex, Hezex û Geverê pêk hat, îro jî li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê bi pêşengiya gerîla ev berxwedana bi rûmet dewam dike.

Hevrê Çiyager Hêvî fermandarê berxwedana Sûrê ya bi rûmet, li dijî êrîşên tinekirinê yên dijmin, li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi bawerî, biryardarî û israreke mezin pêşengî ji berxwedana Sûrê re kir. Hestên girêdana wî ya bi Rêber Apo re û hêviyên wî, mezinbûn û xurtbûna berxwedanê diyar kir. Wî her kêlî bêdudilî û bê guman li dijî her cure êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî şer kiriye. Hemû taybetmendiyên ku pêş xistiye û di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin, wekî fermandarekî hînê şervanên xwe jî kir. Ev vîna xurt û bibawer ku bi pêşengiya hevrê Çiyager Hêvî derkete holê, li dijî teknolojiyên pêşketî û çeteyên faşîzma AKP-MHP’ê berxwedaneke serdemê raber kirine. Bi gotina berxwedêrên Sûrê, Komuna Parîsê ya dîrokî hatiye derbas kirin û bi vê berxwedanê re li Sûrê rûpeleke nû ya dîrokê hat vekirin. Ne tenê derbên stratejîk ên giran li keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê xistine, di heman demê de ruh û vîna serdemê ji bo gelê Kurd derxist holê. Ruh û vîna ku divê li hemberî êrîşên faşîzan bê nîşandan, derxist holê. Di heman demê de hatiye îspatkirin ku li hemberî êrîşên topyekûn ên tinekirinê yekane vebijêrk berxwedan e.

Hevrê Kemal Pîr ku yek ji pêşengên têkoşîna me ye, sala 1982’an li dijî hemû êrîşên giran ên li zindanên faşîzmê gotibû, ‘Ez serketinê di nava vê tevgerê de dibînim’. Hevrê Çiyager ku di sala 1982’an çavê xwe li dinyayê vekir, di berxwedana Sûrê de li dijî hemû êrîşên faşîzmê bi gotina ‘dawî wê bi heybet be’ ev kevneşopî domand. Hevrê Çiyager jî mîna hevrê Kemal Pîr xwedî hêvî, bawerî, biryardarî û girêdana bi xeyalên xwe yên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û jiyana azad bû.

Peywira sereke ya li pêşiya me ew e ku em şerê gel ê şoreşgerî ku rêya pêkanîna armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana azad û jiyana azad e ku xeyala me hemûyan e, xurtir bikin. Di vê pêvajoyê de divê tekane armanc û peywira me hemûyan, berxwedana bi heybet a ku li Îmraliyê bi pêşengiya Rêber Apo û li Herêmên parastinê yên medyayê bi gerîlayên azadiyê re derketiye asta herî jor, li her qadê mezin bikin û belav bikin. Ji bo vala derxistina êrîşên qirkirinê û serketina şerê gel ê şoreşgerî, divê em bi ruhê Hevrê Çiyager Hêvî re xweparastina gelê xwe li her qadê pêş bixin û xurt bikin. Li ser bingeha rastiya gelê şerker, di pêşengiya jin û ciwanan de divê tevahiya gelê me ya bi rûmet a welatparêz bi hemû hêza xwe tevlî bibe û seferber bibe.

Di salvegera şehadeta wî de em careke din di şexsê hevrê Çiyager Hêvî de hemû şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, girêdana bi wan û bîranîna wan re tînin ziman û soza pêkanîna armanca wan didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê agir berdan kargeheke ‘faşîstan’
Nûçeya Pişt re Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê: Em li dijî tecrîd û dagirkeriyê li hev bicivin

Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê…

Ji aliyê Stêrk TV

Beriya rûniştina rojnamevan Ercument Akdenîz daxuyanî hate dayîn

Beriya rûniştina yekemîn a rojnamevan Ercûment Akdenîz daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya de wiha hate…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên Hesekê biryara li ser perwerdehiyê protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zêdetirî 130 rêxistin ji bo çareserkirina ‘medyaya dîjîtal’ bang YE’yê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê ji bo zimanê Kurdî çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?