Artêşa Kolombiyayê di daxuyaniya ku îro da de ragihand ku Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) yek ji kevintirîn rêxistinên gerîla yê parzemîna Amerîkayê ye, li herêma Chocó ya bakur û rojavayê Kolombiyayê 39 sivîl revandine.
Di daxuyaniyê artêşê de wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku kesên ku ji hêla ELN’ê ve hatine revandin, bê şert û merc demoldest bên berdan.” Li gorî îdîayan tevahiya rehîneyan sivîlên ku bi otobusê rêwîtiyê dikin û zarokek jî di nava wan de hene.
Herêma Chocó ya li perava Pasîfîkê nêzîkî sînorê Panamayê ye wekî yek ji wan cihên ku rêxistina gerîla ya Marksîst-Lenînîst ELN lê xurte tê zanîn. Artêşê îdîa kir ku rêxstin bi rêya bazirganiya hişbirê ûmadena derqanûnî neqanûnî xwe fînanse dike û ji bo ewlehiya kesên hatine revandin leşker şandine herêmê.
ELN ji sala 1964’an û vir ve xebatên çekdarî dimeşîne, beşdarî peymana aştiyê ya ku hejmareke mezin ên gerîlayên berê yên FARC’ê çek danîbûn. Li gorî rapoa Weqfa Ideas for Peace ya ku di meha Çileyê de hat weşandin, ji sala sala 2025’an û vir ve bi qasî 6 hezar û 810 şervanên wê hene.
Hevdîtinên aştiyê yên ku ji hêla hikûmeta Serokomar Gustavo Petro ve di sala 2022’yan ve hat destpêkirin, di Çileya 2025’an de piştî pevçûnên di navbera muxalifên ELN û FARC’ê de li herêma Catatumbo qewimîn, zêdetirî 100 kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn, bi dawî bû. Pispor bi bîr xistin ku di salên dawî de bandora komên çekdar ên derqanûnî li welat zêde bûye.

