Patronê Şîrecî Tekstîlê Ahmet Şîrecî ku eşkere bû di nava 3 salan de tenê 9 hezar û 431 lîre bac daye, di nava çar mehên dawî de bi hinceta biçûkbûnê karkeran ji kar derdixîne. Karkerên ku hîn dixebitin jî di nava şert û mercên gelekî nebaş de ne.
Karkerên ku xwe gihandin ANF’ê diyar kirin ku heta ew gilî nekin fîltreya paqijkirinê nayê guhertin, ava ku ew vedixwin tehl e û bêhn jê tê. Fîltre bê guhertin jî ji wêneyên ku karkeran şandin tê dîtin ku di nava çend saetan de fîltre reş dibe. Ji ber ku av ji depoyên mezin ên avê tê, karker dibêjin ku divê timî fîltreyên nû bêne dayin, lê belê rêveberiya febrîqeyê vê yekê nake.
Şert û mercên nebaş ên li Şîrecî Tekstîlê ne tenê av e. Karker dibêjin, xwarina tê dayin jî bi giranî bê kalîte ye, xwarina ji êvarê yan jî nîvro mayî ji wan re tê dayin, gelek caran bêhna nebaş ji xwarinê tê. Karker diyar kirin ku carna di nava xwarinê de kêzik, mêş, yan jî mû tê dîtin.
Şert û mercên xebatê yên karkeran her roj hîn bêhtir nebaş dibin. Patron Ahmet Şîrecî jî bi teşwîqa dewletê bacê kêm dide. Rojnameya Evrenselê di manşetê de ragihand ku yek ji patronan Ahmet Şîrecî di nava sê salan de 9 hezar û 432 lîre bac da.