În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirxûsê leşkeran êrîşî protestoya GES’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KE’yê biryara Demîrtaş û Yuksekdag: Divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 32 salan hatin berdan: Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP û SGDF’î hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Bayik: Kurd bi Rojhilata Navîn ronenansê didin jiyîn
Çand û Hûner

Bayik: Kurd bi Rojhilata Navîn ronenansê didin jiyîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a li Frankfûrtê re şand û got: “Bi saya bi hezaran şehîdan îro Kurd ronensansa xwe dijîn, bi Rojhilata Navîn jî ronenansê dide jiyîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
1200×627-bakandan-ilk-aciklama-geldi-pkk-elebasi-cemil-bayik-olduruldu-mu-1597221365505
664710Image1
20220501-20220312-cemil-bayik-jpg76d40e-image-jpg3d0340-image
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re peyamek nivîskî şand.

Di festîvalê de peyama Bayik hat xwendin. Bayik di peyamê de qala rolê esas ê çand û hunerê kir û pêşniyaz kir ku di demek herî kurt de konservatûar were vekirin. Bayik got, “Êdî dem hatiye ku di muzîk, sînema, şano, wêje, folklora Kurdî de gav werin avêtin.”

Peyama Bayik bi vî rengî ye:

“Destpêkê em festîvala we silav dikin û ji we tevan re serkeftinê dixwazin. Îro li hemberî êrîşên mêtinkarî û qirkirina li ser gelê me çi li Avaşîn, çi li Zap û Metînayê, çi li temamî Herêmên Parastina Medyayê, çi li zîndanan û li hemû qadên têkoşîn û berxwedanê rojane şehîdên em didin bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê armancên wan pêk bînin û bîranînên wan bidin jiyandin.

Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Şehîd û qehremanên çand û hunera Kurd hene ku îro jî hestên me radikin ser piyan, hêz û moralê didin me. Egîdê Cimo, Fatma Îsa, Aram Tîgran, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Tahsîn Taha, Merziye Rezazî, Erdewan Zaxoyî, Şêrko Bêkes, Yilmaz Guney, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cîzrawî, Meyrem Xan, Eyşe Şan, Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Sarya, Alî Temel, Hogir, Hozan Dilgeş, Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Xelîl Dag, Mîr Perwer û gelek hunermend û qehremanên çand û hunerê yên hêja hene. Bi wesîleya Festîvala Çanda Kurd van kesayetên nemir careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê di heman demê de ew ê armancên van kesayetên nemir teqez pêk bîne.

RÊBER AP JI BO PÊŞKETINA ÇAND Û HUNERA KURDÎ KEDEKE BÊHEMDA DA

Rêber Apo, ji bo çand û hunera Kurd pêş bikeve kedeke bêhempa da, ji bo wê jî em minetdariya xwe li hemberî Rêber Apo tînin ziman. Rêber Apo li Îmraliyê mezintirîn berxwedana mirovê azad a dîrokî nîşan dide. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Rêber Apo ya dîrokî silav dikim; silav, hezkirin û hurmeta xwe diyar dikim. Her weha ew hunermendên hêja ku li Îtalyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konser dayîn jî bi rêzdarî silav dikim.

Gelê me yê bi rûmet û hunermendên hêja; Tê zanîn ku jiyaneke çand û huner lê tine be, jiyaneke seqet, belavbûyî, ziwa û sexte ye. Bê çand û huner jiyan nabe. Ji bo vê jî dewletên netewe, hêzên modernîteya kapîtalîst, hemû hêzên serdest, ji bo mirovahiyê ji rê derxin, araste bikin, ji kevneşopiyên wan qut bikin, di qirkirinê re derbas bikin, siyasetên qirkirinê yê taybet dimeşînin. Di dîrokê de ti carî bi qasî serdema dewletên netewe li ser netewe û civakan siyasetên qirkirinê nehatine meşandin. Modernîteya kapîtalîst, çand û hunerê wekî sektorekê dinirxîne. Bi qasî amûrên şer ên xedar, bi rêbazên ku jê rê dibêjin hêza nerm ên çandî jî dixwazin mirovan û civakan araste bikin. Her berxwedan û têkoşîna li dijî van siyaset û êrîşan pîroz in. Lewra çand, paşeroj û rastiya gelan e. Her mirov û civak, li ser kokên xwe şîn dibin, dijîn û pêş dikevin. Çawa ku giyayêk ji kokê werê rakirin hişk dibe, ev ji bo mirov û civakan jî wisa ye.

Bêguman ji her kesî zêdetir Kurd rastî siyasetên qirkirina çandî hatine. Hêzên mêtinkar û qirker hê jî ji bo civaka Kurd tine bikin her rêbazê bê sînor bi kar tînin. Taybet bi qetlîama spî ziman, çand û hunerê qetil dikin. Lê dîsa jî gelê Kurd ti caran serê xwe netewandiye, her tim li ber xwe daye, ji bo azadiya xwe têkoşiyaye, ji hemû hêzên azadî û demokrasiyê re jî dibin çavkaniya hêza moral û hêviyê. Ev jî bi saya ku li çanda xwe xwedî derketine pêk hatiye. Bi taybet jî çanda dengbêjiyê di vê mijarê de rolekî sereke lîstiye. Ji bo vê jî Rêber Apo got ku gelê Kurd di dîrokê de li hemberî dagirkeriyê bi muzîkê li ber xwe daye.

TÊKOŞÎNA ME NIRX Û DERFETÊN GELEKÎ MEZIN AFIRANDIYE

Gelê me yê bi rûmet û hunermendên hêja; Niha gelê Kurd xwedî awantajên mezin e. Têkoşîna me ya 50 salî nirx û derfetên gelekî mezin afirandin e. Têkoşîna destanî ya Rêber Apo, gerîlayên li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê, Dîlên Azadiyê yên li zîndanan, afirandina berhemên mezin pêwîst dikin. Ev berxwedanên dîrokî pêwîst e bi berhemên edebî, hunerî, wekî helbest, stran, fîlm, resîm, peyker, destan û hwd. bên tacîdarkirin. Bi taybet jî mirovên di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin divê vana gelekî baş binirxînin. Bi saya bi dehan hezaran şehîdan, Kurd îro ronesansa xwe dijîn û heta bi Rojhilata Navîn jî ronesansê didin jiyandin. Ji bo civakekê felaketa herî mezin, li çand û hunera xwe ya kevnar û dîrokî xwedî derneketine. Rêber Apo hem li çand û hunera Kurdan a kevnar û dîrokî xwedî derket hem jî bi têkoşîna PKK’ê re çandek afirand. Bi vê yekê hêz da Kurdan ku ji bo azadiya xwe şer bikin û îlhamê bidin tevahiya mirovahiyê.

Hunermend ew e ku civakparêz be û civakîbûnê esas bigire. Hêza xwe jî ji vê bigire û bi hunera xwe civakîbûnê jî xurt bike. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst li dijî civakîbûnê ye, her tim dixwaze populîzmê, ferdperestiyê û madiyatperestiyê pêş bixe. Bi vê yekê hunerê û hunermendan dike rewşeke ticarî û ji armancên wan dûr dixe. Di encamê de bi vê siyaseta xwe hem jiyanê û civakê hem jî huner û hunermandan dikuje. Lewra çand û huner, di avakirina zîhniyet, kesayet û jiyana civakî de rolekî gelekî mezin dilîzin. Di pêşxistina afirîneriya civakê de û her wiha parastina pêşeroja civakekê de rola çand û hunerê gelekî mezin e. Ji bo wê jî hunermend, pêşeng û rewşenbîrên civakê ne, teşe didin civakê. Pêşxistin û parastina taybetmendiyên civakî yên exlaqî û polîtîk, wezîfeya hunermendan e.

Her tişt bi zîhniyetê dest pê dike û tê qezenckirin. Rêber Apo, ji bo zîhniyet, kesayet û jiyana Kurdan pêş bixe, gelek têkoşîn meşand. Ji bo vê felsefe, bîrdozî, rêbertî, rêxistin, mîlîtan, gel, jiyan û têkoşîna vê zîhniyetê pêş xist. Di encama vê de gelê Kurd, gihand asta gelekî tê hezkirin û mînak tê girtin. Wezîfe û berpirsyariya hunermendan jî ew e ku van rastiyan di nav gelê Kurd û gelên din ên cîhanê, di qada navneteweyî de hê zêdetir pêşve bibin. Hemû zehmetî, astengî, şaşîtî û kêmasî bi zîhniyetê têne derbaskirin. Ji bo wê jî Rêber Apo wezîfeya ‘Şoreşa Wijdan û Zîhniyetê’ danî pêşiya me. Çunkî zîhniyet û wijdan, di mirovan de têgihiştin, cesaret, biryar û îradeyê pêş dixîne.

ÊRÎŞÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST BI TENÊ BI TÊKOŞÎNA LEŞKERÎ NAYÊ ŞIKANDIN

Êrîşên modernîteya kapîtalîst, qirker, hevkar û xayînan tenê bi têkoşîna leşkerî nayên şikandin. Ji bo ev êrîş werin şikandin, di esasê xwe de pêwîst e em di qada bîrdozî de şer û têkoşînê pêş bixin. Em dikarin van êrîşan, bi têkoşîna di qada çand û hunerê de pêş bikeve, bişkînin. Hunermend ziman, dil û mejiyê civakê ne. Pirsgirêkên civakê dibînin, fêm dikin û ji bo çareseriya wan ji civakê re pêşengtiyê dikin. Hunermendên Kurd û Kurdistanê, pêşengên şekildayîna civaka nû û ronîbûnê ne. Dewleta mêtinkar û qirker dixwaze Kurdan tine bikin. Wezîfeya hunermendan jî li dijî vê pêşxistina têkoşînê ye. Eger qasî ku tê xwestin hunermend têkoşînê nameşînin, divê bandora modernîteya kapîtalîst û dewletên netewe fêm bikin, hestên xwe yên welatparêzî û şoreşgeriyê di ber çavan re derbas bikin û xurt bikin. Wê wextê ew ê xweziya xwe bi van hêzan neyînin, di bin bandora wan de nemînin, ew ê li dijî van hêzan hêrseke mezin bi wan re çêbibe, ew ê vê veguherînin hişmendî û têkoşînê.

Hunermend ti caran li pêşiya xwe astengiyan danayne. Hunermend ti caran bi yên heyî qîma xwe nayîne. Hertim di nava lêgerîn û xwe nûkirinê de ye. Şopdarê heqîqetê ye. Tiştên ku kirine kêm dibînin, di nava hewldanên ku hê zêdetir bikin, ya baş û bedew pêşbixînin de ne. Ku berevajî vê tevbigere tiştekî ku bide civakê ew ê nebe. Hunermend armanca civakê ya azadiyê zindî dihêle, di civakê de moral, coş, heyecan û îradeya têkoşînê pêşdixîne.

LI HOLÊ TÊKOŞÎNEKE DESTANÎ HEYE

Têkoşîneke destanî heye. Li cîhanê hêzên têkoşîna azadî, demokrasiyê didin ji vê moral digirin û hêviyên xwe mezin dikin. Herî zêde jî divê di ferden Kurd û Kurdistanê de bê jiyîn. Lê di van salên dawî de paşveçûyînek tê jiyîn. Ev rewşeke berevajî pêşveçûyînê ye. Divê ev yek bê bihurandin û berhemên pir bi qalîte derkevin holê. Divê di qada hunerê de jî li cîhanê temsîla têkoşîna li Kurdistanê pir serkeftî bê kirin.

Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Di dîroka têkoşîna 50 salî de em di pêvajoya herî krîtîk de ne. Qasî talûkeyan fersendên mezin jî hene. Talûke tenê ji modernîteya kapîtalîst û dewletên mêtinger-qirker nayê. Ji xeta îxanetê ya Kurdên hevkar ku bi qirkeran re diçin ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê tê. Li dijî vê berxwedana Rêber Apo, gerîla û gelê me hene. Ev berxwedan li dijî piştgiriya NATO û artêşa 2’yemîn a NATO’yê tê dayîn. Ev pêvajo berdewam dike.

Gelê me yê li Ewropayê, divê dil û mejiyê wê li Kurdistanê be. Hemû derfetên xwe divê ji bo vê seferber bikin. Gelê me yê li Ewropayê her tim bi erênî rol lîstiye. Ez bawer dikim ji niha û pêde jî ew ê dewam bike, ji niha de tevlîbûn û têkoşîna gelê me yê li Ewropayê pîroz dikim. Lazim e hunermend û kedkarên çandê û gelê me yê li Ewropa, parezvanî û pêşxistina çand û zimanê Kurdî, weke wezîfeyeke sereke ji xwe re bihesibînin. Pêwîst e hemû Kurd bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, zarokên xwe jî bi awayekî çanda Kurdê azad perwerde û mezin bikin.

Rêber Apo got, “Çand beden e, ziman beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.” Ev talîmat û perspektîfeke jiyanî ye û her tim ji bo me tevan derbasdar e. Niha bi awayekî fîzîkî hûn ji welat dûr in; lê divê ti carî hûn bi dil û mejî ji welat û axa xwe dûr nekevin. Girêdana gelê me ya li welat, çand, ziman û têkoşîna ji bo azadiya welat divê her tim gur û geş be. Gerek wisa be ku xewnên we jî divê ne Ewropayî bin, xewn û xeyalên we jî divê Kurdistanî bin, her tim li ser çanda we û welatê we be. Çand ax e, welat e, çandinî ye, ked e. Jiyan bi xwe ye.

DIVÊ KONSERVATÛARÊN HIUNERÊ WERE VEKIRIN

Bi vê armancê bêyî ku bi derengî bikeve divê konservatuareke hunerê were vekirin. Li qada navneteweyî bi xebatên çand û hunerê yên têkoşîna azadî û demokrasiyê re têkilî dayne, piştevaniyê pêş bixîne. Di muzîk, sînema, şano, edebiyat, folklor, resîm, peykersaziya Kurd de wexta pêngavan e.

Gelê me yê birûmet û hunermendên hêja; Divê em bizanibin têkoşîna me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê em di vê ferqê de bin ku esas 25 sal in gelê Kurd dîl hatiye girtin. Eger me, bi temamî weke gelê Kurd û dostên gelê Kurd erk û berpirsyariya xwe tam bi cih bianiya, bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo re ew ê gelê Kurd jî bigihîşta azadiya xwe. Îro li her derê çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk tên. Ev çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her roj ew ê hîn zêdetir pêş bikevin. Rola çand û hunerê di hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo de roleke girîng û sereke ye. Em bawer in hemû hunermend û kedkarên çand û hunerê ew ê ji vê pêngava dîrokî re pêşengtiyê bikin. Di vê wateyê de em careke din 31’emîn Festîvala Çanda Kurd pîroz dikin û bawer dikin ku ev festîval ew ê vê rola xwe ya dîrokî bilîze. Bi vê wesîleyê ji hemû hunermend û welatparêzên hêja re silav, hezkirin û hurmetên xwe dişînim, ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN FRANKFÛRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.1
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bakur rêjeya axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 7’ê
Nûçeya Pişt re Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê: Divê sînameger di şexsê Kerîmiyan de bi erka xwe rabin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Gelê Kurd di Newrozê de îradeya xwe bi şênberî nîşan da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Newroza 2024'an yek ji Newrozên herî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li Sirînê dibarîne

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li çerxerêya bajarê Sirînê barand. Her wiha gundê Bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Taniş û Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn

Serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ji aliyê dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?