Ahmet Zenger (64) ku li gundê Xirabêşeref ê navçeya Hezexê ya Şirnexê di sala 1993’an de bi êşkenceya li pêş çavên malbata xwe ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin, 40 rojî di binê çavan de ma û ji aliyê Dadgeha Dewletê ya Ewlekariyê (DGM) ve bi îdîaya “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” hate darizandin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li Zenger hate birîn di 4’ê Sibata 2023’an de qediya û diviyabû girtiyê nexweş Ahmet Zenger bihata berdan. Lê belê Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê careke din red kir û ji bo şeş mehan berdana wî taloq kir.
BI NEXWEŞIYÊN SARA Û PARKÎNSONÊ KETIYE
Ji Sibata 2023’an dema bidawîbûna ceza û vir ve berdana Ahmet Zenger ji ber zexta poşmankirinê cara çaremîn hate taloqkirin. Zenger di nava sih salên girtîhiştinê de sê caran ji mîdeya xwe emeliyat bû. Di heman demê de bi nexweşiya Sara ye. Di nava çil rojên binçavkirinê de ji ber êşkenceya giran ku derb li serê wî hate xistin bi nexweşiya Parkînsonê ket.
EM BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKIN
Ahmet Zenger piştî girtîhiştina sih salan ji ber kiryarên kêfî yên Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê nayê berdan. Malbata Zenger li hemberî bêhiqûqiyê rabû û xwe amade dike ku dozê li dijî Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê bide destpêkirin. Hevsera Ahmet Zenger Naîme Zenger got, “Bi rengekî kêfî bernadin. Bi biryara xwe careke din berdana wî taloq kirin. Cezayê ku lê birîne zûdeyî qediya ye. Hevserê min nexweş e. Di wan şert û mercan de nexweşî lê giran dibe û nikare bê dermankirin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”