Berxwedana li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 8’emîn de didome. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek partiyî tev li çalakiya îro bûn. Partiyiyên di saetên zû yên serê sibehê de hatin ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, li qada pankarta “Ne qeyûm demokrasî” lê hatiye daliqandin dest bi nobetê kirin.
JI BO MITÎNGA 17’Ê MIJDARÊ YA LI ÊLIHÊ BANG HAT KIRIN
Parlamenter Ferît Şenyaşar di nobetê de axivî û wiha got: “Ev derbe ne tenê li dijî gelê Kurd hatiye kirin, li dijî her kesên ji xwe re dibêjin ‘ez insan im’ hatiye kirin. Şaredariya me ev 8 roj in li gel hatiye girtin. Kolana şaredariyê bi temamî bi bariyeran hatiye girtin. Esnafên wê kolanê ev 8 roj in nikarin bixebitin. Hêzên ewlekariyê li vir sûc dike.”
Şenyaşar, diyar kir ku wê têkoşîna wan bidome û her kes vexwend mitînga 17’ê Mijarê ku wê li dijî qeyûm li Êlihê were lidarxistin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Berxwedana gelê me ya li her 3 bajaran didome. Em banga tevlibûnê li gelê xwe dikin.”