Li Kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê (Eşrefiye-Şêxmeqsûd) li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê 14 hezar û 793 xwendekar perwerdeyê dibînin û hezar û 90 mamoste hene. Li kantonê ku 61 dibistan hene, ji sala 2019’an û vir ve 133 xwendekar ji Enstîtuya Şehîd Viyan Amara mezûn bûn. Di salên 2023-2024’an de perwede û hîndekariya 179 xwendekaran dewam dike.
Hevserokê Desteya Perwede û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Fadil Çawîş li ser sîstema perwerdeyê ya li kantonê, asta pêşketinê ya mamoste û xwendekaran û zor û zehmetî ji ANF’ê re axivî.
Fadil Çawîş anî ziman ku piştî Efrîn hate dagirkirin salekê sîstema perwerde û hîndekariyê nekarî bê rûniştandin û got, “Di sala 2018’an de dema em hatin Şehbayê hem gelê me hem jî mamoste belawela bûn. Dagirkerî nû qewimî bû. Ji ber vê yekê me sîstema xwe ya perwerdeyê sala destpêkê nekarîn baş bidin rûniştandin, valahiyek hebû. Destpêkê li Kampa Berxwedanê mamosteyên me rewşa zarokên diçûn dibistanê di ber çavan re derbas kirin û biryar dan ku şert û merc çi dibin bila bibin divê van zarokan hembêz bikin. Li Kampa Berxwedanê nêzî 20 mamoste hebûn. Lênûs, pênûs û pirtûkên me tine bûn, lê belê ji bo xwendekarên li vê kampê biryar hate wergirtin ku dibistanek bê avakirin. Projeya me tenê li ser bingeha perwerdeya bingehîn û ziman bû. Em ê li Şehbayê biman an jî di demeke kurt de biçûna Efrînê; me nizanîbûn ku çi li pêşiya me ne. Ji ber vê yekê ji bo psîkolojiya şer ji ser zarokên me yên li kampan biavêjin û wan ji rewşa belawela rizgar bikin me biryar dan ku li Kampa Berxwedanê dibistanekê ava bikin.
Bi vî rengî 10 kon hatin danîn û perwerdeya bingehîn me dan destpêkirin. Piştî meh û nîvekê li Şehbayê me dest bi lêkolînê kir bê çend mamoste li Şehbayê ne. Bi zelalkirina hejmara mamosteyên xwe me nexşeyek danî pêşiya xwe. Tenê li kampê rûniştandina sîstemeke perwerdeyê wê kêm bima. Gava me ya duyemîn jî diyarkirina hejmara mamosteyan bû. Em li devera ku di dema hikumeta Şamê de weke Zindana Zarokan a Ehdasê dihate bikaranîn bi cih bûn û me ew der veguherand pirtûkxane, saziya perwerde û dibistanê. Cihê ku weke zindanê hatibû diyarkirin me veguherand navenda hîndekariyê. Bi vî rengî sala 2018’an jinûve bû sala hînbûnê. Bû salek ku gavên nû hatin avêtin.”
DI SALA 2019’AN DE DERBASÎ PERWERDEYEKE XURT BÛ
Çawîş ragihand ku di sala 2019’an de ji bo perwerde û hîndekariyê ew ketin nava hewldana rêxistiniyeke xurt û got, “Materyalên me yên perwerdeyê tine bûn. Peydakirina malzemeyên xwendin û nivîsandinê gelekî zehmet bû. Me hewl dan van bi dest bixin. Ji bo perwerdeyeke xurt a zarokên me diviyabû me rewşa mamosteyên xwe binirxanda. Hin xwendekar hebûn ku pola 12’an qedandibûn û diviyabûn biçûna zanîngehê. Rê hatibûn girtin, namzetên zanîngehê diviyabûn biçûna Firat an jî Cizîrê. Ev rewş pirsgirêkeke mezin bû. Pêwîstî pê hebû ku li Enstîtuya Viyan Amara mamoste bêne amadekirin û li gorî branşan bibin pispor.”
SÎSTEMA PERWERDEYÊ YA JI 3 ZIMANAN
Fadil Çawîş bal kişand ser sîstema perwerde û hîndekariyê ya li Kantona Efrîn-Şehbayê û got, “Sîstema me ya perwerdeyê berê xwe dispart sîstema ezmûnê. Van du salan yanî di sala 2022-2023’an de bi dema perwerde û hîndekariyê em ji sîstema ezmûnê derbasî sîstema nirxandinê bûn. Me ev sîstem destpêkê li dibistanên seretayî xistin meriyetê. Di sala 2023-2024’an de bi dema perwerde û hîndekariyê re ji dibistana seretayî heta lîseyê me sîstema nirxandinê xistin meriyetê. Di hin dersan de ezmûn hene, lê belê sîstema me ya perwerdeyê girîngiyê nade ezmûnan, sîstemeke xwe dispêre nirxandina potansiyela xwendekaran. Sîstema ezmûnê sîstemeke xwe dispêre jiberkirinê. Sîstema nirxandinê jî asta hişmendiyê ya xwendekaran, asta nirxandinê û asta tevlîbûnê diyar dike.
Li dibistanên me bi sê zimanan perwerde heye. Xwendekarekî ku zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî ye heta pola 3’yemîn tenê bi zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeyê dibe. Dema digihêje pola 4’an dersa zimanê Erebî jî dibîne. Di pola 5’an de perwerdeya zimanê Îngilîzî jî dibîne. Xwendekarekî ku zimanê xwe yê dayikê Erebî ye heta pola 3’yemîn bi Erebî, di pola 4’emîn de perwerdeya zimanê Kurdî û di pola 5’emîn de jî dersa biyanî-zimanê Îngilîzî dibîne. Şert e ku di pola 5’emîn de zimanê Îngilîzî hîn bibe. Ji bo dema bê plansaziyeke me heye ku weke dersa hilbijartî guhertinekê bikin. Em difikirin ku ji tercîha xwendekar re bihêlin.”
ENSTÎTUYA VIYAN AMARA BÛ CIHÊ PISPORBÛYÎNÊ
Fadil Çawîş ragihand ku Enstîtuya Viyan Amara di sala 2013’an de li Efrînê ava bû, di sala 2019’an de li Kantona Efrîn-Şehbayê enstîtuyê perwerdeya xwe dewam kir û got, “Bû enstîtuyek ku mamoste lê bûn pispor. Bi taybetî giranî da ser Ziman û Wêjeya Kurdî. Her wiha pêwîstiya me bi branşên matematîk û fîzîkê jî hebû. Li gorî pêwîstiya kantonê enstîtuyê rêya xwe diyar kir. Bi taybetî pêwîstiya me bi mamosteyên zimanê Erebî, matematîk, fîzîk, dîrok û cografyayê heye. Bi pisporbûyîna mamosteyên me yên heyî ji bo afirandina kadroyên xurt saziya me ya perwerde û hîndekariyê berê xwe da branşan.”
WÊ DIBISTANÊN NÛ BÊNE AVAKIRIN
Fadil Çawîş ragihand ku di sala nû ya perwerde û hîndekariyê de wê giranî li ser çareserkirina pêwîstiyên bi dibistanan bê danîn û got, “Piraniya dibistanên me ji bo perwerdeyê guncaw nîne. Avahiyên gelek dibistanên me bi xisar in. Ji ber vê yekê jî em neçar man ku hin dibistanên xwe bigirin. Gelek avahiyên dibistanan ên xisar li wan bûbû hatin tamîrkirin lê belê ji bo perwerdeyeke hîn baş divê rewşeke baş bê avakirin. Divê li gorî şert û mercên zivistanê bêne amadekirin. Dema ku baran dibare hundirê dibistanan tijî av dibe. Pêwîstî bi dibistanên welê heye ku li hemberî baran û bahozê karibe bisekine. Bêguman em ê li gorî derfetên xwe van pêwîstiyan bi cih bînin. Ji bo hin gundan me 5 mal kirê kirin û weke dibistanê bi kar tînin. Ji bo van gundên me plana me heye ku dibistanên nû ava bikin. Dawiya salê di pêvajoya nirxandina asta xwendekaran de em ê pêwîstiya bi mamosteyan nîqaş bikin û mehên havînê, yanî di dema bêhndanê de em ê enstîtuyê dewam bikin. Ji ber ambargoyê ji niha ve me dest bi amadekirina materyalên perwerdeyê kirine.”