Ger li gorî xwesteka zanyarên Brîtanî be, rojê xwarina du bacanên sor ên normal dikare mirovan ji nexweşiyan dûr bixînne.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Hat ragihandin ku li bakurrojhilatê Efxanistanê ji ber barîna berfa zêde hezîna erdê çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di roja 136'an de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane 29 hezar kes derbas kiriye.
Hûsiyên li Yemenê diyar kirin ku li Kendava Adenê li keştiyeke Îngiliz xistine. Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku wan li Derya Sor 'mîsyoneke parastinê' dane destpêkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lûla da Sîlva ji ber ku ji bo şerê li Xezeyê gotiye ‘komkujî’ û şibandiye Komkujiya Cihûyan ew weke…
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) roja Duşemê ragihand ku ew hewl didin "çarenûsa 23 hezar kesên ku di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de winda bûne ronî bikin”.
Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li paytexta Kathmandû ya Nepalê hate lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Nûnerê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 26’an ji bo şerê li Xezeyê banga ‘rawestandina lezgîn a mirovahî’ kirine.
Nûnerê Efrîkaya Başûr li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Kiryarên Îsraîlê yên li xaka Fîlîstînê ji kiryarên apartheîdê yên beriya sala 1994'an ên li Efrîkaya Başûrê hîn…
Zextên navneteweyî ya ji bo agirbesta şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe. Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye, ji bo hevdîtinek nû ji bo agirbestê roja Sêşemê çû Qahîreyê.
Teqawidên artêşa Lubnanê hişyarî dan hikûmetê ku ger heya roja Înê mûçeyên wan ên teqawidbûnê neyê zêdekirin, ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin ku heya bigihînin ‘bêîteatiya sivîl û raperînê.’
Fermandariya Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku roja Çarşemê sîstemên fuzeyan ên Hûsiyan ên li Yemenê çar caran hatiye bombekirin.
Rejîma Talîbanê 2 mêr ên ku ji cînayetê hatibûn mehkûmkirin li stadyûmeke futbolê ya li rojhilatê welêt înfaz kir. Înfazkirin li pêşiya çavê bi hezaran kesî hate kirin.
Li Efrîkaya Başûr a ku welatê Mandela ye konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, li dinyaê aştî û îstîkrar’ dest pê kir.
Konferansa 'Rabûna li ber kapîtalîzmê" ku li paytexta Kolombiya Bogotayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li tevahiya cîhanê bang kir.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Bi taybetî li warê Jîna Emînî li Sineyê hêzên dewletê êrîşeke giran birin ser xwepêşandêran.
Têkevin hesabê xwe