Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Komîsyona Edaletê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhanê EMEP’î: Bêyî naskirina mafên neteweyî yên Kurdan tu tişt çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yîgîtalp: Êdî di nava civakê de rastiya înkarkirina nasnameyê nemaye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakvanên Nobeta Edaletê: Heta azadiyê em di çalakiyê de bin
Rojane

Çalakvanên Nobeta Edaletê: Heta azadiyê em di çalakiyê de bin

Çalakvanên ku li gelek bajaran Nobeta Edaletê berdewam dikin peyama, “Heta ku azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan pêk tê, em ê di çalakiyê de bin”dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Nobetên Edaletê yên li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Edene û Mersînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, dewam dikin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê bi stranan û sohbeta li ser têkoşîna li dijî tecrîdê domandin. Dayikên beşdarî Nobeta Edaletê bûne daxwazên xwe anîn ziman.

Dayika Aştiyê Aysel Îlhan, anî ziman ku lawê wê Egît Îlhan piştî tevlî nava refên gerîla bû di şer de şehîd bûye û lawê wê Aslan Îlhan jî 16 sal in di girtîgehê de ye. Dayik Îlhan, da zanîn ku lawê wê Egît beriya 14 salan li Sêrtê di şerekî de şehîd bûye û hêj jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û anî ziman ku ew dest ji lêgerîna cenazeyê lawê xwe bernade. Îlhan, da xuyakirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên din azad bibin û ji ber vê yekê di Nobeta Edaletê de ne û wiha berdewam kir: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin malbatên leşkeran jî piştgiriyê bidin me. Dilê wan jî weke yê me dişewite. Bila ne dilê wan ne jî yê me bişewite. Em ji bo aştiyê li vir in.”

Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz, jî diyar kir ku lawê wî Şeyhmûs di sala 1993’yan de di şerekî de şehîd bûye û lawê wê Egît jî tevlî gerîla bûye û wiha axivî: “Niha sax e ne sax e nizanim. 7 sal in çûye. Şeyhmûs jî şehîd bû lê em nizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Ez ji bo edaletê hatim vir. Ji bo Serok Apo, ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatim vir. Em azadiyê dixwazin. Heta ku zarokên me dernekevin, heta ku Serok Apo dernekeve em ê li vir di nobetê de bin.”

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Hevserok û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER), nûnerên DEM Partiyê yên Sûltangaziyê û gelek welatiyan ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin.

Di çalakiyê de bi Kurdî û Tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan bi pêşmalkên li ser nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û klamên kurdî hatin gotin. Welatiyên serdana Nobeta Edaletê kirin, bi tilîlî, çepik û îşaretên serkeftinê ketin eywanê. Welatiyên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin, ji bo malbatên girtiyan helbest û çîrok xwendin.

Yek ji malbata girtiyan Fînce Akman, bertek nîşanî binçavkirina 165 kesan ku Dayikên Aştiyê û çalakgerên Nobeta Edaletê jî di nav de îro li gelek bajaran bi serdegirtina malan hatin binçavkirin da û wiha got: “Îro gelek hevrêyên me yên jin hatin binçavkirin. Ji ber ku dewlet ji jinan, ji dayikan ditirse. Em jî bi vîna xwe yek dayikek jî bimîne, em ê vê nobetê bidomînin. Em di vê daxwaza xwe de bi israr in. Dewlet me binçav dike. Îro dayik binçav kirin. Kî çi dike bila bike, em li rex dayikên xwe ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê mezin bikin.”

Akman, da zanîn ku desthilatdarî bi salan e êrîşî gelê Kurd, zarokên Kurd, jinên Kurd dike û hewl dide çavên wan bitirsîne û wiha berdewam kir: “Em ji vê saetê û şunde bi paş ve gavê naavêjin. Me beriya çend salan jî bi paş ve gav neavêt, em ê ji niha û şunde jî neavêjin. Zarokên me di girtîgehê de ne. Dewlet bi salan e me qetil dike. Em ji dewletê natirsin. Em tu car ji êrîşên dewletê netirsiyan. Me bikuje jî, qetil bike jî çi bike bila bike em ji wê natirsin. Em ê bi vîna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Me çawa heta îro li ber xwe da, têkoşiya, em ê ji niha şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftina akman, nobet bi gotina stranên Kurdî, çepik û tilîliyan berdewam kir.

EDENE

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam dike. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê îro serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate nûkirin.

Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 44’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sakîne Ertaş a di nobetê de axivî wiha got: “Em bang li hemû Kurdan dikin. Bila bên piştgiriya me bikin. Bijî berxwedana zindanan.”

Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam kir. Welatiyên tevlî nobetê bûn pêşmalkên ku bi Tirkî û Kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikan gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên bi Kurdî gotin.

Halîme Topûz a di çalakiya nobetê de diyar kir ku bi vegotinê derdê dayikan xelas nabe û wiha got: “Xwedê exlakekî wiha daye me ku çi dibe bila bibe, em devê xwe xerab nakin û şerkirinê qebûl nakin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomar dikim. Bila bi 10 dayikê Tirk re me bînin bahev. Bila em du saetan sohbet bikin. Em derdê xwe ji wan re vebêjin. Me her tim gul da destê wan, wan çek dirêjî me kir. Me her tim aştî xwest, wan bi me re şer kir.”

Topûz, anî ziman ku 46 sal in şer berdewam dike û wiha berdewam kir: “Bila ne dayikên wan bigirîn ne jî em bigirîn. Bila dayikên leşkerên hatine kuştin jî bên. Çima em hev dikujin. Em vê çareser bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Li Rojava sivîl têne qetilkirin
Nûçeya Pişt re Cihên ku artêşa Tirk digot ‘navendên PKK’ê ne’ malên gundiyan bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

HDK-Î ragihand ku bi droneyê êriş li ser baregeha wan a li Dola Balîsanê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

Îro kampa Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (KDP-Î) ​​li navçeya Koyê ya Hewlêrê cara…

Ji aliyê Stêrk TV

Xebatkarên Çapemeniya Azad di Komxebata Weşanê ya Çapemeniya Ewropa de civiyan

Nûnerên saziyên ragihandinê yên Ewropayê li Hollandayê di komxebatekê de hatin ba hev. Di komxebatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna Çarçoveyê’ di Komîsyona Edaletê de derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayhanê EMEP’î: Bêyî naskirina mafên neteweyî yên Kurdan tu tişt çareser nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?