Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Çareseriya tevahî aloziyan tenê li Îmraliyê ye’
Rojava

‘Çareseriya tevahî aloziyan tenê li Îmraliyê ye’

Şêx Ehmed Hemo diyar kir ku ji bo aştî, aramî, wekhevî, edalet, demokrasî û azadî li tevahî cîhanê pêk were, divê Rêber Apo azad bibe û got, çareseriya hemû pirsgirêkan li Îmraliyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji welatparêzên naskirî yên Kobanê Şêx Ehmed Hemo ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku gelek caran xwestine gel û Rêber Apo ji hevdû qut bikin, lê nekarîne.

Şêx Ehmed Hemo anî ziman ku desthilatdariyê nedihişt her tişt li wan qedexe kiribû û wiha got: “Dema ku me tevgera azadiyê û fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, wê demê ez fikirîm ku divê em ji bo azadiyê li hember desthilatdariyê têkoşîn bikin. Di meha Tîrmehê gelek rojên me yên dîrokî hene, ji bo Rojavayê Kurdistan û bi taybet ji bo Kobanê rojên dîrokî ne.

Zindana Amedê vejînbûneke nû bû. Di 2’yê Tîrmeha 1979’an de Rêber Apo derbasî Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê bû. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de berxwedaneke dîrokî li hemberî faşîzma Tirk destpê kir. Faşîzmê tehemûlê vê berxwedanê nekir û em xistin zindanê, bi zindanan tu carî vîn û hêza mirovan lewaz nabe. Di hundirê zindanê de jî tenê berxwedan û têkoşîn dimîne. Ev hêz ji raman û felsefeya Rêber Apo hatiye girtin. Ji ber vê yekê wê tevgera azadiyê her tim bi serbikeve û wê dijmin têk biçe.”

Şêx Ehmed Hemo ragihand ku çareseriya tevahî aloziyên li cîhanê, tenê li Îmraliyê ye û wiha bilêv kir: “Tevgera Azadiya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û Kurd ji xewa giran şiyar kir. Bi destê dewletên hegemon dest bi komployê hate kirin, bi wê komployê xwestin Rêber Apo û gel ji hevdû qut bikin, xwestin vê tevgerê bi girtina Rêber Apo îmha bikin. Li dijî vê yekê bi milyonan kes li her çar parçeyên Kurdistanê rabûn. Ji wê demê û heta niha Îmralî bûye cihê çareseriyê. Hemû pirsgirêkên li cîhanê wê bi destê Rêber Apo bên çareskirin. Bêyî Rêber Apo tu azadî, aramî, aştî û demokrasî tune ye.

Armanca dewleta Tirk ew e ku gelê welatparêz û azadîxwaz ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bike. Em xwe li ser pradîgmaya Rêber Apo perwerde dikin û zarok bi vê paradîgmayê fêrî azadiyê dibin. Em xwedî wê hêza herî xurt in û tu carî kes nikare hêza me lewaz bike. Ji ber ku em xwe li ser parêznameyên Rêbertî, ji xwe re bingeheke demokratîk ava dikin.

Min Rêber Apo di 17’ê Gulana 1995’an de dît. Ji bo min şansekî dîrokî bû. Em wek malbateke şehîdan û malbateke welatparêz, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûn, em ê heta dawiyê li ser vê fikra demokratîk û azadîxwaz bijîn. Temenê Rêbertî niha 76 salî ye, ev 27 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Dewleta Tirk hemû zagon û qanûnên navneteweyî binpê dike û mafê hêviyê pêk nayîne.”

Şêx Hemo di dawiyê de wiha got: “Ji bo aştî, aramî, wekhevî, edalet, demokrasî û azadî li tevahî cîhanê pêk were, divê Rêber Apo êdî ji zindanê derkeve. Em bang li kesên welatparêz, rewşenbîr û azadîxwaz ên li Tirkiyê dikin ku em bi hev re li welatekî di nava aştiyê de jiyan bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê êrîş bir ser Şamê: Mirî û birîndar hene
Nûçeya Pişt re Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê pêkanînên li ser raportora Fîlîstînê Francesca Albanese rakir

Rêveberiya DYE'yê pêkanînên li ser Raportora Taybet a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese rakir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li taxên Amed û Sêrtê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ li olan da

Li taxên Amed û Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin û azadiya Rêber Apo hat xwestin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya DEM Partiyê serdana Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?