Bi sedan xelkê bajarê Sirînê bi merasîmeke girseyî Şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şehîd Feysel Elewî ê di 7’ê Tîrmehê de li ser erka xwe şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê veşartin.
Merasîm bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û wiha got: “Divê em xwedî li xeta şehîdan derkevin û bi ruhê netewa demokratîk jiyaneke azad bi saya şehîdên xwe misoger bikin.”
Endamê Meclîsa Leşkerî a Bajarê Sirînê Mistefa Oçkardaş jî axivî û wiha got: “Em soz didin şehîdê xwe ku em ê rêya wî bişopînin û dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya gelê xwe ala şehîd Feysel hildin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.