Cenazeyê şervanê QSD’ê Qehreman (Mezlûm Welîd Osman) yê di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe şehîd bû, hat veşartin. Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Hemze Heleb axivî û got: “Dema Kurd hewl didin gavekê ber bi serkeftinê ve biavêjin dijmin êrîşan pêk tîne û gefan dixwe. Hilbijartinên Rêveberiya Xweser ragihandine li ser bingeha demokrasiyê ne û li Sûriyeyê hîna nebûne. Dewleta Tirk bi armanca têkbirina hilbijartinan êrîşî herêmê dike.”
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Valatîna Ebdo jî axivî û got: “Şehîd heta dawiyê di oxira azadiya gelê xwe de tê dikoşin. Divê em bi rêya nirx û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, da ku hêviyên şehîdan pêk bînin.”
Xizma şehîd Qehreman, Ayşe Hiso soza şopandina rêşa şehîd û tolhildanê da.
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.