Bi sedan şêniyê Kantona Firatê endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser fermandara Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Arjîn Kobanê (Edla Mixarî) ku di 23’yê Çileyê de li bendava Tişrîn û edamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî (Elî Nebo) ku di 16’ê Çileyê li Eyn Îsa şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê hatin spartina axê.
Di merasîmê de deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre Ferdamandara Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Stêrk Kobanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Stêk anî ziman ku gelê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hêzeke herî xurt li ber xwe dide û dîrokê bi berxwedana xwe dinivisînin û wiha axaftina xwe dom kir: “Em ji gelê berxwedêr re silavên xwe dişînin. Em careke din li vir amade bûne ji bo ku em şehîdên xwe û milîtanên xwe bispêrin axê. Dewleta Tirk a dagirker her çiqas êrişan li ser herêma me pêk bîne, lê tu carî bi hêz û îradeya me nikare. Ji ber ku gelê me ji giyanê şehîdên xwe hêza û vîna xwe digirin. Gelê me xwedî hêza herî xurte ji ber vê yekê tu êriş bi hêza me û gelê me nikare.”
Stêrk Kobanê diyar kir ku gelê me xwe li derdora şervanên xwe kirine xelek û wan diparêzin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû êrişên xwe yên hovane êrişî gelê me dike, lê gelê me bi hemû hêz û vîna xwe li hember êrişên dagirkeriyê disekinin û ji wan re dibêjin em ji mirinê mezintirin. Divê em soza şopandina rêya şehîd bin û tola şehîdên xwe ji dijminê hov hilînin.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê Esed Ebûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû êrişên hovane sivîlan dike hedef û got: “Her çiqas dagirkeriya Tirkiyê êrişan li ser herêmê pêk bîne, lê tu carî bi hêza me nikare, gelê me xwedî hêza her xurte, ji ber ku gelê me hêza xwe ji şehîdên xwe girtine, wê tu êriş bi hêza xwe nikaribe.”
Bavê şehîd Arjîn Şewket Mixarî gelê me li bendava Tişrînê xwe bi berxwedaniya xwe, xwe îsbat kirin ku wê bi sedan rêya Arjînan bişopîne û got: “Li Mihabê, li Hewlêrî, li Amed û niha jî li bendava Tişrînê Arjînan bi têkoşîn û berxwedana dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin. Em jî niha wê mizgîniyê didin ku dewleta Tirk a dagirek li hember berxwedana şervanên me têk çûye. Şervanên me bi ruhê şehîdan hêza dewleta Tirk lewaz kiriye êdî nikarin li ber xwe bidin.”
Wesîqeya Şehîd Arjîn û Elî hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi tiliyên serkeftinê hatin veşartin.