Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 24 û 25’ê Cotmehê de di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de 6 şervanên YBŞ yên bi navê Nemir Helîqî ( Heval Nemir Qasim Elî ), Orhan Şengal ( Ûmran Ehmed Qasim Qolo ), Dilbirîn Şengal (Ezîz Xeyro Cirdo), Azad Şengalî ( Raîd Xalid Husên), Dilgeş Şengalî ( Selah Hesen Emer ) û Rojhat Ereb ( Wead Hemed Hîwed Hîklê ) şehîd bûn.
Îro di saetên sibehê de cenazeyên şervanên YBŞ’ê ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tib a Edlî ya Mûsilê. Piştî karên otopsiyê xilas bûn, cenazeyên şervanên YBŞ’ê îro di saetên êvarê de gihiştin Şengalê.
Li ser daxwaza malbatan, cenazeyên şehîdan li goristanên wan bi axê hatin spartin.
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Nemir Helîqî, bi karwanekî wesayîtan ji ber mala wî ya li bajarokê Xanesorê birin ber Goristana Xatûna Fexra a girêdayî Xanesorê.
Cenazeyên şervanên YBŞ’ê Orhan Şengalî, Dilbirîn Şengal û Dilgeş Şengalî jî îşev ji aliyê malbatên wan û gelê herêmê ve birin Goristana Şehîd a li gundê Qizilkentê yê navenda Şengalê.
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê yê ji pêkhateya Ereb, Rojhat Ereb jî ji aliyê gelê Ereb ve li mezargeha herêma Ereban hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Azad Şengalî jî wê sibe li ber mezargeha Şêbil Qasim a li Çiyayê Şengalê were veşartin.
Ji bo sersaxiyê wê li Xanesor, Tilezêr, navenda Şengalê û herêma Ereban konên sersaxiyê werin vedan.