Melodîya cîhana nûjen xirab bûye. Krîza leşkerî-siyasî ya cîhanî her ku diçe zêde dibe. Û xuya ye ku ji bo derbaskirina wê hewldanên pir cidî hewce ne.
Vê dawîyê ji hêla Netflix ve fîlma bi navê “Atlas”, kû çîrokek tarî û bi nakok ya li ser têkoşîna di navbera aqlê çêkirî û mirovahiyê de hate weşandin. Naveroka fîlimê ev e ku aqlê çêkirî biryar daye ku rîya yekane ji bo bidestxistina aştiya li ser Erdê ew e ku ji mirovahiyê xilas bibe. Ev raman ne nû ye, nêrînên nivîskaran bi tevahî têne fêm kirin: îro girseya gel, bi taybet li welatên rojavayî, li tiştên ku diqewimin dinêre û guh dide ramanên xwînmij ên siyasetmedarên xwe, ji pêşbîniyên apokalîptîk re pir mexdûr dibe. Ji ber vê yekê, bi îhtimaleke mezin, fîlim dê gîşeyan de ‘’serkeftinê’’ bi dest bixe. Lê, em hêvî dikin ku rêçeteya xilaskirina şeran bi tunekirina hemû mirovan neyê sepandin.
Sîstemeke wisa ya dewlet-navend tenê di bin şertekê de dikare bixebite: Dewlet, xwe dispêre hêza leşkerî, cîhanê kontrol dike û hêza leşkerî dihêle ku saziyên herî girîng ên cîhanê bindestê xwe de bihêle. Berî her tiştî, ev pergala dravdana gerdûnî û teknolojiyên agahdarî û ragihandinê ye. Eşkere ye ku bi hebûna Çîn, Hindistan, Rûsya, Îran, Pakistan, Tirkiye, cîhana Ereb, welatên Afrîka û Amerîkaya Latîn li cîhanê, dewletên rojavayî di hindikahiyê de dimînin û ji bo wan zehmet e ku hiyerarşiyek bi îstîkrar ava bikin. Wekî din, tevlihevî û girêdana cîhanê ya ku zêde dibe pêdivî bi pergalek birêkûpêk a gerdûnî ya belavbûyî, demokratîktir heye. Her desthilatdarî ji ber tirsa ku taybetmendiya xwe winda bike, hewl dide pêşiya hatina wê bigire.
Bê guman, pêvçûn di pêşerojê de li benda me ne, lê ger mirovahî bixwaze bijî, divê ew bi rêyên nû werin çareser kirin. Hewldana hêzên desthilatdar ya ji bo serweriya cîhanê piştî hilweşîna pergala sosyalîst kêmahiya xwe nîşan da û bû sedema rijandina xwîn û pevçûnan. Ji ber vê yekê piraniya cîhanê hewl didin ku pergalek lihevhatîtir ava bikin, têkiliyên bi vî rengî ava bikin ku di xwezayê de îhtîmala çareseriyek nerm û aram a rewşên nakokî li ber xwe bidin. Bê guman, mirov nikare têkiliyên di navbera welatên ne ‘’rojavayî’’de îdealîze bike, li wir gelek pirsgirêk hene, lê meyla ber bi pêkhatina nîzamek nû ya cîhanê ve diyar e, pêvajo dimeşe, her çend xetên pêşerojê hîn jî ne diyar in.
Mixabin elîtên welatên desthilatdar ji dengê serdemê re ker in. Bi eşkere cîhanê dikin dost û dijmin. Û bi awayekî derdikeve holê ku hevalên wan hindikahî ne, û ev jî dibe sedema geşbûna nakokiyên ku dinyayê ji hev vediqetînin. Her wiha, hêzên xwedî hişmendîya demorasîyê jî hewl nadin ku xwe bidin xuyakirin ku sîstemeke gerdûnî ya ewlekarî û birêkûpêkkirina bi bandor ava dikin an jî pêşniyar dikin. Berevajî vê, ew bi xîret hin fîgurên efsûnî xêz dikin: axên xerabiyê, sêgoşeyên xetereyê û xeyalên mîna wan.
Em vegerin li ser fîlma ‘’Atlas’’. Bi awayekî fîlma “Atlas” bi rengek aheng bi dawî dibe. Derdikeve holê kû aqlên çêker dû beşin. Beşek ji wan hewl dide bi her awayî jîyana mirovahîyê bixe bin xetereyê û tune bike ên din jî dixwezin mirovan rizgar bikin û hewl didin bi wan re têkiliyek ahengdar saz bikin. Serketî dibe aqlê çêkirî kû li ahengê digere û ji bo senteza bi mirovahiyê re amade ye.
Ji ber ku fîlim rojavayî ye, aqlê çêkirî ya lihevhatî di wêneyek xwecihiyek mecbûrî de tê pêşkêş kirin ku adetên xwedîyên xwe yê ‘’spî’’ baş naskirîyê: mînak, çiqas şekir di qehwê de were danîn dizane. Ji ber vê yekê ramana cîhanek nû digihîje quncikên dûr ên Hollywoodê, her çend bi rengek hûrgulî be jî…