Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî bûyerên li Sûriyeyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî krîza heyî got, “Rewşeke nû ya siyasî û leşkerî rû daye. Em alîgirê çareseriya siyasî ne. Em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava nîqaşên çareseriyê de hebe.”
Ebdî got, “Eger êrîşek li ser xaka me bê kirin em ê gelê xwe biparêzin.”
Agahiyên berfireh tên…