Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê sibê li Şengalê konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di çalakiyên Nobetên Edaletê de komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Rojane

Di çalakiyên Nobetên Edaletê de komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Di Nobeta Edaletê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, çalakvanan komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Di çalakiyên îro de jî çalakvanan daxwazên xwe dîsa anîn ziman.

EDENE

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Seyhanê hatin serdana nobetê. Kesên di çalakiyê de cih girtin daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” ve “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

WAN

Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Qelqeliyê û şêniyên Taxa Valî Mîthat Bey hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

AMED

Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniyê. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Her wiha stranên kurdî hatin gotin.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 14’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya omeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 22’yan de berdewam kir.

Nobet li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê hat destpêkirin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bucayê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.

Yek ji kesên piştgiriyê dide Nobeta Edaletê jî Melîke Akan e û Akan got ku ew azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Akan, wiha domand: “Divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin dayikên tirk û kurd bigirîn. Bila girtiyên nexweş bên berdan û em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan bê rakirin.”

Akan, ji bo piştgiriya bi Nobeta Edaletê re bang kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin her kes bê cem me dayikan û daxwaza aştiyê bikin. Em naxwazin bi tenê bimînin. Sibe 15’ê Sibatê ye, anku roja reş e. Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Heke parêzer û malbat neçin serdana birêz Abdullah Ocalan dê greva birçîbûnê bidome. Em dixwazin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin, dibe hejmar zêde bibe
Nûçeya Pişt re Hatîmogûllari: Desthilatê li Licikê mohra xwe li bin cînayetê daye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Minbicê protestoya li dijî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk

Bi sedan kes li dijî qetilkirina kesekî ya li Minbica dagirkirî daketin qadan û xwestin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de zêde dibe

Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de ya li ser Behra Çînê ya Başûr her…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Kobanê tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan 2 gundên bajarê Kobanê yê kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wê sibê li Şengalê konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ destpê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Rojava hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

WHO’yê hişyarî da: Li Kongoyê dibe ku şewba Ebolayê çar car zêdetir bûbe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?