Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziya herêmê şermezar kirin.
Cîgira hevserokatiya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer daxuyanî xwend. Endamên yekitiyê yên bajarên Qamişlo û Hesekê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hezar 168 êrîşan, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê û yên stratejîk, parzûngehên petrolê, stasyonên veguhastina kehrebeyê, firin û depoyên ard bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrîşan, sotemenî negihaşt navendên xizmetguzariyê bi taybet stasyonên ava vexwarinê ku di encamê de gelek jê rawestiyan.
Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku di encama êrîşan de 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyan, endamekî Foca Agirkujiyê jî dema ku hewl dida şewatên ji ber êrîşan vemirîne, birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şaredariyên kantona Cizîrê dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku xizmetên girîng ji şêniyan re pêşkêş bikin.
Yekitiya Şaredariyan di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.