Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di ronahiya azadiyê de du berxwedêr: Gulistan û Hêro
Kurdistan

Di ronahiya azadiyê de du berxwedêr: Gulistan û Hêro

Ew ji bo bibin dengê gelê Kurd bi pênûs û kamerayên xwe weke çekê li xwe pêçandin. Fedakariya wan weke rojê li ser vê axê dibiriqe, tariyê ronî dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn weke du stêrkên ku di tarîtiya bêdawî ya heqîqet û hêviyê de dibiriqin, li erdnîgariya ku tê de dijîn azadiyê parastin. Pênûs û kamerayên xwe li hember siya zilm û xiyanetê weke çirayê hilgirtin; bûn meşaleyên ku tarîtiyê ronî dikin û bûne sembola berxwedan û wêrekiyê.

Her peyva ku ji pênûsa Gulistan Tara û Hêro Bahadîn derdiketin, qîrîneke hesreta van axan bû. Têkoşîna wan weke sirûda azadiyê ya bêdawî di dilê Kurdistanê de deng veda û wê her tim wê deng vede. Li van xakan her gava ji bo azadî û heqîqetê bê avêtin wê şopa wan bê dîtin û mîrasa ku wan hiştiye wê rê nîşanî nifşên nû bide.

DENGÊ WAN ÊRÎŞ DERBAS KIRIN

Ev her du rojnamevanên jin ên Kurd di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa hovane ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, lê belê dengên wan ên parastina heqîqetê vê êrîşê derbas kirin. Ne tenê êş û hêviyên gelan ji cîhanê re ragihandin; di heman demê de bûne sembolên têkoşîna zindî yên ji bo siberoja bi rûmet a van xakan. Bi her gavê, bi her gotinê re ji bo ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd bigihînin cîhanê, bênavber xebitîn. Pênûs û kamerayên wan bûne dengê gel û dîroka berxwedanê.

Dewleta Tirk û hevkarên wê, dilsoziya Gulistan û Hêro ya rastiyê kirin hedef, lê nekarî dengê wan qut bike. Sekna Gulistan û Hêro ya parastina heqîqetê li van xakan her roj xurtir dibe. Têkoşîna wan neqediyaye; berovajî, di her lêgerîna azadiyê de û di her parastina heqîqetê de ji nû ve zindî dibe. Mîrasa ku van her du rojnamevanên leheng hiştine, ne tenê gelekî, têkoşîna rûmeta mirovahiyê ronî dikin û wê bikin.

SÛCÊ DIJMIROVAHIYÊ YA LI HEMBERÎ HEQÎQETÊ

Bayê Kurdistanê tim şopên êş û berxwedanê hildigire. Ev ba bi bîranînên berxwedêrên mîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn tijî ye. Ew ji bo bibin dengê gelê Kurd bi pênûs û kamerayên xwe weke çekê li xwe pêçandin. Ew ne tenê bûn şahidê gelê bi rûmet ê ku li azadiyê digere, di heman demê de bûn vebêjên têkoşînê. Hewo dan bi tarîtiya zilm û îxanetê vi lêgerînê asteng bikin. Dewleta Tirk û hevkarên wê ji qîrîna ev her du jinan tirsiyan û wan hedef girtin. Ji ber ku rastî belge kirin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev êrîşa hovane ne tenê komkujiya rojnamevanan e, di heman demê de sûcekî kûr ê mirovahiyê ye ku li dijî jin, azadî û heqîqetê hatiye kirin.

Nirxên ku Gulistan û Hêro nemir kirine îro teşe dide pêşeroja gelê Kurd. Fedakariya wan weke rojê li ser vê axê dibiriqe, tariyê ronî dike.

Bîranînên Gulistan, Hêro û hemû şehîdên me dibe ronahiya bêdawî ya têkoşînê û wê bi nifşên nû dewam bike.

SERKETINA RASTEQÎN DEWAMKIRINA MÎRASA WAN E

Wê rojekê hesabê xiyaneta li hemberî Gulistan û Hêro bê pirsîn. Serketina rasteqîn, wêrekî û îradeya wan bigihînin nifşên nû ye. Bîranînên van her du jinên leheng wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de weke meşaleyekê dewam bike. Têkoşîna wan ne tenê ji bo rûmeta gelan, di heman demê de parçeyek têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye. Mirov çiqasî hewl bide rastiyê bitepisîne jî wê rojekê derkeve ser rûyê erdê. Gulistan û Hêro dizanîbûn gel bê azadî û heqîqetê nikare bijî. Parastina van nirxan ji bo wan ne tenê erkek, pêdiviyeke hebûnê bû. Her gavên wan, her gotinek wan bi vê hişmendiyê teşe digirt. Êşa ku gelê Kurd kişand îradeya wan hîn xurtir kir. Bi têkoşîna xwe ya heqîqetê baweriya gel a azadiyê û lêgerîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihandin.

XAYINET HATIYE ASTA KU NEYÊ PAŞGUHKIRIN

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ne tenê rojnamevanên wêrek bûn û li pey rastiyê bûn; di heman demê de şahidên ku îxaneta li ser gelê Kurd bê çi qasî xetere ye belge kirin. Yên ku pişta xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelan re zîvirandine, ji bo berjewendiyên xwe çawa dikarin xiyanetê bikin bi zelalî raxistin ber çavan. Hedefgitina her du jinên leheng ji aliyê hevkarên dewleta Tirk ve nîşan da ku îxaneteke çiqasî wêranker û kûr dibe. Gulistan û Hêro bi pênûs û kamerayên xwe maskeya vê xiyanetê daxistin û sûcên li dijî gel tomar kirin. Qetilkirina wan nîşan dide ku xiyanet hatiye wê astê ku êdî nayê paşguhkirin. Di heman demê de ev komkujî ji bo gelê Kurd banga li dijî derketina xiyanetê û avakirina yekîtiyê ye.

WÊ HER TIM BIBIN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Rojnamevanên wêrek ên çapemeniya azad tu carî nahêlin rastî di tariyê de winda bibe. Pênûs û kamerayên wan ne tenê amûr bûn, di rêya azadiyê de gavên wêrekî bûn. Hezkirina wan a ji welat û girêdana wan a ji bo welatê xwe wê berdewam be û rêya paşeroja bi rûmet a gelê Kurd ronî bike. Bîranînên wan wê heta roja ku ev ax azad bibin wê weke çavkaniya îlhamê bijîn. Mîrateya ku wan hiştiye, bê ji bo pêşeroja azadî û heqîqeta gel çi qasî jiyanî ye bi nifşên nû were bibîranîn.

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ne tenê ji bo serdema ku tê de dijîn, wê ji bo nifşên nû weke çavkaniya îlhamê bên bibîranîn. Têkoşîna wan wê di lêgerîna azadî û îradeya gelê Kurd de her tim bê bibîranîn. Her çi qas hewl bidin baweriya gel a bi heqîqet û azadiyê bitepisînin jî wê her dem rêyekê bibîne û ji nû ve şîn bibe. Şopa Gulistan û Hêro, wê di pêşerojê de jî weke şahidên zindî yên vê rastiyê bibin meşaleyên ku ronî dikin.

BERPIRSYARIYA ME YA HERÎ MEZIN

Bîranînên wan wê berxwedan û lêgerîna azadiyê ya gelan weke meşaleyekê ronî bike. Niha erk û berpirsyariya me ya herî mezin e ku em mîrateya wan zindî bihêlin û têkoşîna edaletê bidomînin. Şopa Gulistan û Hêro ne tenê ji bo paşerojê ji bo pêşerojê jî dê bibe hêviyek; ev mîrateya xurt a ku wan hiştine wê her tim weke sembola berxwedan û azadiyê bibiriqe.

Kevneşopiya çapemeniya azad a ku Gulistan û Hêro nûnertiya wê kirin, her tim ji bo dagirkeran bûye tirsa herî mezin. Ev kevneşopî êş, berxwedan û hêviyên gelê Kurd ji cîhanê re radigihîne. Ji ber vê yekê hewl didin kedkarên çapemeniya azad bêdeng bikin. Gulistan û Hêro ji ber vê sedemê bûn hedef. Yên ku piştî wan hatin ev pênûs li erdê nehiştin û wê nehêlin. Kevneşopiya çapemeniya azad wê bi mîrateya xwe parastina heqîqetê bidomîne. Wê her tim li hemberî yên ku dixwazin ronahiya heqîqetê ya vê xakê vemirînin, lêgerînerên heqîqetê hebin.

JI ÇAPEMENIYA KURD A AZAD DITIRSIN

Dewleta Tirk ji ber ku polîtîkayên wan yên zext, zilm û îxanetê bi awayekî zelal radixe ber çavan, ji çapemeniya Kurd a azad ditirse. Çapemeniya Kurd a azad bi parastina heqîqetê re ronîkirina gel û xurtkirina berxwedana li dijî faşîzmê misoger dike. Pergala mêtingeriyê ya dewleta Tirk her gotin, her nûçeyên ku nahêle rastî di tariyê de bê veşartin, ji xwe re weke xeteriyek dibîne. Çapemeniya Kurd a azad tenê nûçeyan nade; di heman demê de dibe dengê têkoşîna azadiyê ya gel û ev deng dibe tirsa herî mezin a dewletê. Hevalên me Gulistan û Hêro ji ber ku nûnerên herî xurt ên vê kevneşopiyê ne, bûne hedef.

EM WEKE RÛMET Û ERKÊ QEBÛL DIKIN

Şehîdan, ne tenê pîşe, ala berxwedan û hêviyê danî ber xebatkarên çapemeniya azad. Li hemberî zilm û zordariyê pênûs û kamerayên xwe weke çeka herî bi hêz bi kar anîn. Dema ku em mîrasa wan dewr digirin, em ji ragihandinê wêdetir diçin; em berpirsyariyeke ku cesaret û îradeya wan her roj zêdetir dike digirin ser xwe. Di nava vê mîrasê de erka derbaskirina hemû astengiyan, derxistina rastiyan û gihandina dengê gel heye. Şehîdên me ne tenê li pey rastiyê de nebeziyan, di heman demê de bûn sembola derbaskirina zehmetiyan. Ev mîras tevî zext, gef û zehmetiyên ku em her roj rû bi rû dimînin,  ji bo me tê wateya berpirsiyariya nivîsandin û belavkirina heqîqetê. Şopa ku wan hiştine weke sembola cesaret, berxwedan û fedakariya çapemeniya azad, wê her tim cesaret û îlhamê bide me. Li ser şopa wan em parastina azadî û heqîqetê ne weke pîşeyî, weke şeref û erkekê dibînin.

Li ser şopa Gulistan û Hêro em ê ji bo heqîqetê, ji bo azadî û ji bo siberoja bi rûmet a Kurdistanê binivîsin, rave bikin û têbikoşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şeker: Li girtîgehan êşkenceya sîstematîk zêde dibe
Nûçeya Pişt re Dagirkeran 3 kes revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Munihê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî hate lidarxistin

Li Munihê di çalakiya ‘Rojên Şemiyan ji darvekirinê re na’ de banga betalkirina cezayê darvekirinê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan êrîşên hêzên girêdayî Îranê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û cezaya hepsa malê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Serokkomarê nû yê Kolombiyayê: Têkilî wê bi Kuba û Nîkaragûayê bê birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pêla germa Hezîranê: Belçîka di mirinên zêde de li Ewropayê di rêza yekem de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?