Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di Şoreşa Jinan a Rojava de bayê guherînê –II
Jin

Di Şoreşa Jinan a Rojava de bayê guherînê –II

Şoreşa Rojava bi piştevaniya civakên ku ji cudahiyên etnîkî û olî pêk tên bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê di her aliyî de berdewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan veguherî hevgirtin û rêveberiyeke demokratîk ya ku ji etnîkên cuda û nasnameyên cuda yên weke Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Çerkez, Tirkmen, Misliman, Xristiyan, Êzidî, Sunî û Elewî pêk tê. Di Şoreşa Rojava de ku jinan ji bo şoreşê gelek bedêl dan, jinan di her aliyî de xwe birêxistin kirin û birêxistinbûna xwe berdewam dikin.

Beşa duyemîn ya dosyaya me wê têkildarî mijarên weke Qanûna Jinan, Qanûna Malbatê, çand, spor û birêxistinbûnên jinan be.

JI PÊNGAVÊN YEKEM Û YA HERÎ GIRÎN QANÛNA JINAN

Jinan di şoerşa jinan de di hemû qadên civakê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û di têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî û azadiyê de pêngavên girîng avêtin. Di qada siyasî de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û bûne xwedî mafê gotinê. Her wiha di qada aboriyê de jî cihê xwe girtin û bi xwe karên xwe ava kirin û azadiya xwe ya aborî bi dest xistin. Jinan di qadên weke perwerde û çandê de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin û di perwerdeyê de bûn xwedî mafên wekhev û di hemû beşên civakê de bi awayekî azad di çalakiyên çandî û olî de cihê xwe girtin. Rola avabûna Mala Jinan ku girêdayî Kongra Starê cara ewil di 8’ê Adara 2011’an de li Qamişloyê hete avakirin, di bidestxistina van destkeftiyan de zêde ye. Qanûna Jinan ku di 27’ê Cotmeha 2014’an de di pêşengtiya Kongra Starê de hate derxistin ku ji 26 xalan pêk tê û hemû mafên jinan diparêze. Bi vî awayî yekem pêngava ku mafê jinan diparêze bi vê yekê hate avêtin.

JI BO MALBATEKE DEMOKRATÎK QANÛNA MALBATÊ

Bi Qanûna Malbatê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijarên weke bihêzkirina awaniya malbatê û parastina mafên ferdên malbatan de pêngaveke girîng hate avêtin. Qanûna navborî bû sedem ku di nava civakê de tesîreke erênî peyda bibe û têkiliyên navxweyî yên malbatan baştir bibin. Bi Qanûna Malbatê re mafên medenî hatin misogerkirin, pirhevjînî û zewaca zarokan hatin qedexekirin, cezayên şîdeta navmalbatî hatin girantirkirin û ji bo parastina jin û zarokan jî tedbîrên girîng hatin standin. Her wiha di mijarên weke cudabûn û zewacê de jî sererastikirinên nû pêk hatin û bi vê yekê hate armanckirin ku têkiliyên navmalbataî bi awayekî adiltir werin birêvebirin ku Qanûna Malbatê di bin 6 sernavan de ji 46 xalan pêk tê.

MECLÎSA EDALETÊ YA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Di Konferansa Edaletê ya Jinan de ku di sala 2016’an de hate lidarxistin, Meclîsa Edaletê ya Jinan hate îlankirin. Jinan ji bo dabînkirina edalet û wekheviyê û demokrasiya girêdayî qanûnan û belavbûna birêxistinbûnê biryareke bi vî rengî girt. Meclîsa Edaletê ya Jinan di 16’ê Mijdara 2018’an de li bajarê Rimêlanê bi beşdarbûna 350 delege û nûnerên sazîyan pêk hat. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4 beşên weke; Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevkirinê û Akademî pêk tê. Jin di nava edaleta civakî de bi awayekî resen xwe birêxistin dike yan jî di nava edaleta civakî de xwedî temsîliyeta wekhev e.

LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ ÇAND Û HUNER: HÎLALA ZÊRÎN

Tevgera Jinan a Çand û Hunerê ya Hîlal Zêrîn diroka jinan, heqîqeta jinan û parastina wan re dîrokê ronî dike. Bi vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê baweriyên gelên xwedî bawerî, çand û zimanên cuda anîn ba hev û bi teşwîqkirina azadiya jinan û çanda civakî ya komunal serî li rêbazên hunerî da. Tevgera Jinan a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn xwe spart Tevgera Çandî ya Kevana Zêrîn ya di sala 2016’an de li Qamişloyê hatî birêxistinkirin. Navê Hîlala Zêrîn bi biryara konferansa di sala 2020’an de hate dayîn. Tevgera berbehs li 7 kantonan heye û gelek çalakiyên çandî û hunerî yên weke muzîk û amûrên wê, şano, folklor û wênesaziyê li dar dixe.

PÊŞENGTIYA DI WERZÎŞÊ DE

Kurdên li Rojava di sala 1983’yan de gun bi gun birêxistin dibûn û pêşbirkên futbol, voleybol û basketbol li dar dixistin. Ya herî berbelav futbol bû. Her wiha wan deman jinan di pêşbirkên fitbolê de cih nedigirtin. Bixêxistinbûna werzîşê ku xwe dispêre salên 1983’yan bi Şoreşa Rojava re jin jî tevlî bûn û di sala 2014’an de xwe pêş xist. Werzîşkarên jin di bin banê Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe birêxistin kirin û di werşîzên tîman (futbol, voleybol û basketbol) û werzîşên ferdî (kişik, karate, duçerxe, siwarî, atletîzm, avjenî, tenîs û hwd) de cih girtin. Klûbên Werzîşê yên Jinan li Herêma Cizîrê weke Peyman, Waşokanî, Klûba Werzîşê ya Vedeng, li Kobanê weke Klûba Werzîşê ya Nesrîn, Klûba Werzîşê ya Tebqayê û li Reqayê jî weke Klûba Werzîşê ya El Furat hatin birêxistinkirin.

ABORIYA KOMUNAL

Jinan li gel pêşketina Şoreşa Rojava di qada aboriyê de jî di nava xebatan de cih girt û di vê qadê de jî li binê gelek projeyên girîng mohra xwe danîn. Jinan di gelek komîte, kooperatîf û di qadên weke çandinî, tekstîl, xida û pîşesaziyê de cih girt. Jinên ku bi Kooperatîfan di qada aboriyê de pêngav avêtin, di sala 2015’an de Komîteya Aboriyê ava kirin. Şaxa aboriyê ya ku cara ewil li Kantona Cizîrê xwe birêxistin kir, niha li 7 kantonan veguheriye modeleke aboriyê ya ji civakê re xizmetê dike.

SIBE: Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ku yek ji şahida yekem pêvajoyên şoreşê ye derbarê Şoreşa Jinan a Rojava û gefên li dijî şoreşê de axivî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sozdar Dêrik: Ji her êrîşê re wê bersiva me zelal be
Nûçeya Pişt re Besê Hozat: Em Rêbertiya xwe nakin mijara bazarê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Astengiya li pêşiya şandeyê dewam dike

Astengiya li pêşiya şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin werbigire, dewam dike. Kamûran Tanhan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Erîmayê şerekî giran diqewime

Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê-Cebhet El Ekrad û çeteyên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Li Dersimê xebatên ku Elewî erê nakin divê bên rawestandin

DEM Partî, nerazîbûn nîşanî projeya çêkirina mizgeftê ya li Dersimê ku Elewî li dijî wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîdên Girkê Legê û Rimêlanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?