Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 12 saetên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkera kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve heya saet 12.00ˈan ê îro (Pêncşem 24 Cotmeh 2024) gundên tijî sivîl, cihên xizmetguzarî û hejmareke nuqteyên ewlehiyê kirin hedef.
Artêşa Tirk a dagirker bi guleyên obîs, hawan û çekên giran gundên Til Werd ê Rojava, Xirbe Şeîr, Rebîat, Tewîla, Til Tewîl, Til Kêfçî û Um El Kêf ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran kirin. Dîsa gundên Um El Qura, Tinib, Til Rifet ên kantona Efrîn-Şehbayê bi 55 guleyên obîsan û 11 guleyên hawanan topbaran kirin.
Di heman demê de balafirên bêmirov ên bi çek û balafirên şer binesazî û cihên xizmetguzariyê yên li herêmê Cizîrê û Firatê bombebaran kirin.
Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:
Stasyona ceyranê ya Amûdê, embara dixlûdan a li Qamişloyê, stasyona petrolê ya li Koçerat, stasyona sotemeniyê (2 caran), stasyona petrolê ya Seîda (3 caran), stasyona petrolê ya Oda (2 caran), firina nan a bajarê Amûdê, firinê nan a bajarê Dêrikê, stasyona ceyranê ya Kobanê (3 caran), stasyona petrolê ya Rimêlanê (10 caran) hatin bombebarankirin. Li Qamişlo, Dêrik û Kobanê 8 karegehên sivîlan hatin bombebarankirin.
Balafirên bêmirov ên bi çek li Kantona Firatê 4 nuqte û rêbendên kontrolê yên hêzên me û li kantona Cizîrê 6 nuqteyên hêzên me kirin hedef.
Di encama van êrîşan de 2 jê zarok 12 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonên Cizîrê, Firatê û herêmên Şehbayê dewam dikin.
Em dê bi hemû hêza xwe ji her demê bêtir erka xwe ya spandina ewlehiyê û parastina welatiyan bidomînin.”